Li dijî qirkirinê Berxwedana Serdemê

- Şervîn NUDEM
132 views
Hêzên desthilatdar her cûre derew, pîşesaziyên medyayê, teknolojiyên dijîtalê, zext û sansûrên bê sînor bikar tînin da ku sûcên xwe veşêrin û qezencên xwe biparêzin. Rojevên çêkirî û cîhanên virtual têne afirandin. Êdî kî dizane rastî çi ye, heqîqat çi ye? Kî dike xem? Lewma yek ji erkên herî girîng ên serdemê ew e ku em dîrokê û sedema qeyranên mirovahiyê rast bizanin. Çawa ku jibîrkirin îxanet e, bêdengiya li pêşberî qirkirinan, elimandina tecrîd û neheqiyê jî tê wateya dûrketinê ji wijdan û mirovbûyinê. Lê dema em di mirovbûyînê de israr dikin divê em leyîstokên komploger, mêtinger û şerxwezan eşkere bikin, jê hesab bipirsin û têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Efrîn

Berxwedana Serdemê ya ku di 20‘ê Çileya 2018‘an de li dijî êrişên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê destpêkiriye bi vî vîn, ked û baweriyekî mezin dewam dike. Wateya vê berxwedanê herî baş gelê Efrînê dikare rave bike, yê ku heta roja îro di bin dorpêç û embargoya rêjîma Sûriyê û êrişên artêşa Tirk de li wargehên Şehbayê jiyana xwe birêxistin dike û di vegera li ser axa xwe ya azad de israr dike. Vê berxwedanê durûtî û îflasa paradîgmaya netew-dewletê, tevî tevahiya sazî û polîtîkayên wê raxist ber çavan. Neteweyên Yekbûyî (NY) ne tenê li hemberî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve bê helwest maye. Ji wê zêdetir Konseya Ewlekariyê ya NY piştgirî dabû planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Wê bi qabulkirina “Peymana Agirbesta Xûtaya Rojhilat” di 24‘ê Sibata 2018‘an de rê ji Tirkiyê re vekir ku bi deh hezaran çeteyên El Nusra û Ahrar El Şam veguhezîne Efrînê. Bi vî rengî dewleta Tirk projeya xwe ya mêtingeriyê bi guhertina demografîk xist meriyetê. Ev şeş sal in dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li herêma Efrînê bi siyaseta bişavtin, talan, êşkence û kuştinê qirkirinên taybet li dijî jin, civak û xwezayê pêk tînin. Heta niha jî hêzên navneteweyî, YN û saziyên mafên mirovan li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê bê helwest dimînin. Dema ku em dîmenên bazirganiyê ku Erdogan bi Serokê YN Guterres re li ser ‘vegera penaberên Sûrî’ beriya destpêka şerê Serêkaniyê û Girêsipî di sala 2019‘an de kiriye bînin ber çavên xwe, em ê bizanin ku Daxuyaniya Mafên Mirovan a Gerdûnî êdî hêjayî kaxeza ku li ser hatiye nivîsandin nîne. Daneyên ku Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê derxist holê cardin mekanîzmayên qirêj ên qirkirinê eşkere dikin.

Fîlîstîn

Dewleta Tirk plana qirkirinê kûrtir dike

Wekî beşeke komkujiya dewleta Îsraîl li dijî gelê Fîlîstîn ya ku ji Cotmeha 2023‘an ve pir bi hovane li pêş çavên mirovahiyê pêk tê, dewleta Tirk jî bi hevkariya Kuweyt, Qeter, Birayên Misilman, Hamas û MOSSADê wargehên stratejîk ên mêtingeriyê ji bo hezaran koçberên Fîlîstînî yên ji Xezzeyê li Efrînê ava kiriye. Heta niha bi sedan Fîlîstîniyên bi darê zorê ji welatê xwe hatine koçkirin li van wargehên di bin serweriya MÎT û çeteyên Feyleq El Şam de li navçeyên Şiyê û Cindirêsê ya Efrînê û li herêma Babê hatine bicihkirin. Bi vî awayî dewleta Tirk qirkirina li ser gelê Fîlîstînê wekî amûrekî kûrkirina qirkirinê li ser gelê Efrînê û mêtingeriya li ser ax û çavkaniyên Kurdistanê bi kar tîne. Ev leyîstokeke nû ya polîtîkayên parçekirin, nijadperestî û mêtingeriyê ye ku hêzên emperyalîst ji îmzekirina Deklarasyona Balfour (1917) û Peymana Lozanê (1923), bi xêzkirina sînorên netew-dewletê, bi bîrdoziyên netewperest û olperest ve li ser gelên Rojhilata Navîn ferz kirine. Lê heger em nirxên hevbeş ên dîrok, çand û erdnîgariyê yên jin û gelên Rojhilata Navîn bînin bîra xwe, heger em êş û hêviyên her pêkhateyekê bizanin û pê bihesin em dikarin bîrdozî û avahiyên çerxa qirkirinê bi hêsanî hilweşînin. Weke mînak, balkêşe ku herêmên Efrîn û Fîlîstînê her du jî warê zeytûnan in. Darê zeytûnan di jiyana manewî û maddî ya civakê de wekî rayên jiyanê, wekî koka çand û nasnameyê tên hesibandin. Civakbûna her du herêman jî bi bandora çanda xwedawendan Îştar ango Astarte pêk hat. Ew xwedawendên bi hêz û şerker ku edalet parastine, bextewarî û tenduristiya civakê mîsoger kirine, di kesayeta jinên berxwedêr ên Efrînê û Fîlîstînê de hîna zindî ye. Yekîtiya di navbera jin, xweza û civakê de bûye yek ji taybetiyên herî xurt û hêza afrîner a gelên van herêman. Lewma herî zêde jêkirina darên zeytûnan, tundiya zayendperest, revandin û kuştina jinan, tinekirina remz û warên kevnar wekî rêbazên mêtingeriyê li dijî her du herêman tên bikaranîn. Her wiha lêkirina dîwarê şermê, siyasetên embargoyê, qirkirinên etnîkî, guhertina demografî, tinekirina aborî û ekolojiya herêmê, avakirina gund û wargehên stratejîk ên mêtingeriyê hem ji aliyê desthilatdarên Îsraîl hem jî yên Tirkiyê ve wekî amûrên serdestiya netew-dewletê hatine  pêşxistin.

Têkbirina pergala qirkirinê

Ev 25 sal in Rêber Apo durûtî û xeteriyên paradîgmaya netew-dewletê bi kûrahî tahlîl kiriye. Di heman demê de Rêber Apo di parêznameyên xwe de dubare bal kişandiye ser taybetiyên hevpar ên pirsgirêkên azadiyê yên gelên Kurd û Fîlîstînê û derfetên wan ên çareseriyê. Wî rave kiriye ku ‘pencên qirkirinê’ encax bi berxwedanekî hevbeş a gelan li ser bingeha çareseriya Neteweya Demokratîk û avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Rojhilata Navîn dikare were şikandin. Nameya îstîfayê ya nûnerê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, Craig Mokhiber di 23ê Cotmeha 2023‘an de nivîsandiye, dikare wekî îtîrafekî direng a vê rastiyê were xwendin. Ew rastiya têkçûyîna rêgezên hiqûqa navneteweyî û hevkariya saziyên NY di pêkanîna qirkirinên li ser gelan de şîrove dike: ‘Di van dehsalên dawî de, beşên giring ên Neteweyên Yekbûyî serî li ber hêza DYA û tirsa lobiya Îsraîlê dan, dev ji van prensîban berdan û ji hiqûqa navneteweyî bi xwe vekişiyan.’ Her wiha ew rave dike ku paradîgmaya pêvajoya Osloyê ‘çareseriya xeyalî ya du netew-dewlet’ wekî amûrekî teslîmgirtin û qirkirinê li dijî gelê Fîlîstin hatiye bi kar anîn. Ev rastî  cardin di vetoya DYA li dijî dirêjkirina agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de derketiye holê. Polîtîkayên Elmanya, dewletên Ewropî û DYA yên tepisandin û tawanbarkirina dengên Fîlîstînî û Cihûyan ku li dijî êrişên qirkirinê yên Îsraîlê derdikevin û azadiyê ji bo gelê Fîlîstinê dixwazin, wekî ‘antîsemîtîzmê’ jî beşekî yê şerên taybet ê ji bo parastina berjewendiyên pergala hegemon a cîhanê ye. Lê helwestên wijdanî, wekî ya Craig Mokhiber û dengê Cihûyan yên ku li Kongra DYA û li kolanên gelek welatên cîhanê bi dirûşmeya ‘Ne bi navê min!‘ li dijî siyasetên qirkirinê yên Îsraîl û DYA derdikevin, destnîşan dikin ku têkoşîna jiyanîkirina paradîgmayekî nû ya civaka exlaqî û polîtîk di rojevê de ye. Hemwext daxuyaniyên jin, ciwan, rewşenbîr û kedkarên ji civakên penc parzemînên cîhanê yên ku azadiya Rêber Apo daxwaz dikin û Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê wekî rêbaz û modela çareseriyê ya qeyranên mirovahiyê dipejirînin, diyar dike ku çemê modernîteya demokratîk ji nû ve zindî dibe û diherike. Yên ku tevlî vê pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêbertiyê û hûnandina torên konfederal a jin û gelên cîhanê dibin dizanin heqîqet çi ye. Ew di mirovbûyînê de israr dikin. Ev nîşaneya Berxwedana Serdemê ye ya ku dikare hemû planên qirkirinê pûç bike û rêya azadiyê ji tevahiya gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê re vebike; ji Fîlîstînê heta Efrînê, ji behrê heta çeman, ji deştan heta çiya û daristanan.