Li girtîgehên Îranê çi bi serê jinan tînin?

- Zîlan Vejîn
114 views
Qirkirina jinan, binpêkirina hebûn, nasname û mafên wan diyardeyeke kevin û naskirî ya hezaran sal e. Di roja me de di çarçoveya Mordernîteya Sermayedar û sîstema dewlet-netew de bi şêwazeke modern berdewam e. Wekî dewlet-netewek e li Rojhilata Navîn li Îranê jî rewşa jinan di bin desthilatdariya rêjîma Komara Îslamî de tijî zext û zordarî ye. Desthilatekî wiha mêrsalar û cinsperest qirkirina jinan li ser asta civakê, di hemû beşên jiyanê de gihandiye lutkeya temenê 2500 saliya mîrateya desthilatdariya xwe.

Sehneya sernixumandî ya îşkencekirin, tecawuz, tacîz û kuştina jinan li Îranê girtîgeh in. Rêjîma Îranê girtîgehan wekî mekanekî ji bo tinekirina jinan bikar tîne. Bi sedan jinên çalakvanên civakî û siyasî ji ber têkoşîna li hemberî sîstema desthilatdar a Îranê hatine girtin û li girtîgehan tên ragirtin. Li gel ev çend girtiyên jin ji ber doza azadîxwazî, mafxwazî û siyasî hatine girtin jî, rêjîma Îranê li xwe mukur nayê ku wan li gorî doza wan binav bike. Ji ber vê ji bo xwe xeter dibîne. Ji ber mijara herî hesas a civakê bawerî ye, dewleta Îranê weke ew li dijî baweriya civakê ya Îslamî derketine binav dike û bi vî şêwazî jî dixwaze kiryarên xwe rewa bike. Ji ber navê sîstemê jî Komara Îslamî ye, lewra her derketina li beramberî vê pergalê wekî li dijîderketina li hemberî bawerî û ola Îslamê mohr dike û rewabûna kiryarên xwe pesend dike. Bi vî şêwazî rûyê rast ê Komara Îslamî li zîndanan li hemberî girtiyên jin derdikeve holê. Di van girtîgehan de vekirî, bê ku hewl bidin veşêrin diyardeya jinkujiyê li holê ye. Jinkujî ne tenê weke diyardeyeke fîzîkî ye, hem fîzîkî û nasnameyî, hem jî civakî ye. Di heman demê de kiryarekî bi temamî îdeolojîk e. Ev jî îdeolojiyeke mêrsalar e ku di van girtîgehan de bi awayekî tazî derdikeve holê.

Girtîgehên Evîn û Qerçekê dîwarên mirina jinan in

Li Îranê gelek girtîgeh hene ku jin lê têne girtin û her cure kiryarên derveyî mirovahiyê li ser wan pêk tên. Bi taybetî di warê derûnî de kêm jin hene wekî dema hatine girtin ji girtîgehên rêjîmê derdikevin. Ji bo wekî xwe dernekevin her cure îşkenceyê li wan dikin. Di nav hemû girtîgehên Îranê de du girtîgehên bi navê Evîn û Qerçekê-Weramîn hene. Ev dû zîndanên sereke ên navendî ne ku jinên girtî lê tên ragirtin. Zîndana Qerçek-Weramîn taybetî ya jinan e ku dikeve rojhilatê bajarê Tehranê. Li menteqeyeke zuha ya wekî sehrayê ye ku pirsgirêkên xwe yên av û hewayê pir cidî ne. Jixwe cihê wê, şert û mercên wê wekî îşkenceyê ne. Her girtiyek piştî demeke kurt tûşî gelek nexweşiyên giran dibe. Cihên zîndaniyan li gorî hêjmara wan pir biçûk e. Di vê zîndanê de her cure kiryar li ser jinan pêk tên. Ev zîndan di warê fîzîkî û ruhî de wekî dîwarê mirina jinan e. Bi çi suc û tawanî be, jin hemû li gel hev têne ragirtin. Ev zîndan rûyê rast ê rêjîma Komara Îslamî li hemberî girtiyên jin radixe ber çavan.  Her cure destdirêjî li ser jinan rewa tê dîtin ku bi ti qanûn û pîvanan pabend nabin. Rejîm bi şêwazeke bi nakok qilifekî olî ji bo hemûyan dibîne. Jin di van girtîgehan de di rewşek gelek xirab de dijîn. Rûbirûyê her cure pirsgirêkên derûnî û tendirûstiyê dimînin. Gelek girtiyên jin ên siyasî hene ku surgunê vê zîndanê dibin. Di vê zîndanê de mayîn ji bo her jinekê bi serê xwe mirineke bi îşkence ye. Kesên ku ne xwedî bawerî û doza tekoşîna azadiyê bin, ji wan re dibe mirina kêlî bi kêlî. Vê rewşa taybet bi zanebûn ji bo girtiyan çêdikin. Ji bo teslîmgirtinê ev şêwazekî îşkenceyê ye.

Bertek kêm û lawaz e

Zîndana Evîn ku dikeve Bakur û Başûrê Tehranê piranî cihê girtiyên siyasî ye. Bi taybet benda 209 hemû cihê hûcreyên yek kesî û cihê îşkenceyê ye. Helbet ev girtîgeh tenê ne ya jinan e. Li gelek bajarên navendî yên Îranê zîndanên bi navê Evîn hene, lê yên sereke li Tehran û Urmiyê ne. Saziya dadgeha Îranê nikare beşeke mezin ji van girtiyên li vê girtîgehê lêpirsîn bike û darizîne. Piranî Wezareta Itlaat û Spaha Pastaran wan lêpirsîn dike û diyar dike ka dê li kîjan bendîxanê bimînin. Di vê zîndanê de rewşek gelek zehmet a jiyanê heye. Tav bi ti awayî li zîndanê nade. Li gel pirsgirêka pakbûn û cih, pêkanîna pêwistiyên jiyanî yên rojane gelek zor e. Her çend cihê girtiyên siyasî ye, lê dîsa jî zîndaniyên bi tewanên cuda li vê zîndanê hene û ji hev nayêne cudakirin. Ji girtiyan gelek kesayetên xwedî fikrên azad û şoreşger ku rêjîmê ji bo desthilata xwe xeter didît hatine îdamkirin. Li gor behs û agahiyên ji van zîndanan derdikevin derve, destpêkê di bin navê lêpirsînê de bi gotinên xirab, gefên destdirêjiyê û tohmetên exlaqî hewl didin jinan neçar bikin îtîrafên tohmetên ku rewabûna wan nîne, bikin. 16 jinên li zîndana Evîn daxuyaniyeke ku tê de behsa hin kiryarên li girtîgehê dikin, bi awayekî şandine derve. Rastiya rewşê raxistine ber çavên raya giştî. Lê di hêla saziyên mafê mirovan de ji bo pêşîlêgirtina van kiryaran bertekek cidî nîne. Rêjîma Komara Îslamî ji hêza jinan û rêxistina jinan ditirse. Ji ber vê jî her jineke çalak, medenî, yasayî û rojnamevan an çalakvana mafên jinan, bê hebûna sebebên qanûnî tê girtin. Heya ku bikare di girtîgehan de dûr ji çavan, nêzîkatiyeke bê exlaqî li hemberî wan dike. Ne tenê girtiyên siyasî belkî girtî bi giştî di rewşeke wiha de ne. Nimûne li girtîgehê piştî zaroka jina ducanî hate dinê, destûr didin ew zarok du salan li gel dayîka xwe bimîne. Lê piştî wê nahêlin bi telefonê jî bi malbatên xwe re baxivin.

Zîndan tijî jinên serhildêr kirin

Rêjîma Komara Îslamî dema jinan desteser dike, li gel îşkenceya derûnî û fîzîkî bi her cureyê îşkencê û şerê teybet, bi hemû şêwazan hewil dide wan bê bandor bike. Diyardeya namûsê ku hewl dide di nava civakê de kûr bike, ji bo tirsandina jinan bi kar tîne. Tê zanîn keça Kurd Suûda Xedîr-Zade ji girtîgeha Urmiyê dengek şandibû derve. Di vî dengî de Suûda dibêje ji bo wê mecburî îtîrafê bikin, gefa gelek kiryarên bê exlaqî û xirab lê kirine. Ji ber têgihiştina namûsê ya di hişmendiya beşek mezin a civakê de, di hebûn û xwebûna jinê de lawazî heye. Lewma van rêbazan bi kar tînin, dixwazin bi vî rengî civakê jî bê helwest, bê bertek bihêlin û wiha encamê werbigirin. Di salên 1360 (1981) û 1388 (2009) de gelek jin hatin girtin, piraniya wan bi îşkence û tecawuzê hatin qetilkirin. Helbet bingeha van kiryaran hişmendiya mêrsalar a li çar hêlên dinyayê dijî ye. Ji bo rastiya welatekê bê zanîn û naskirin, divê li hêjmara girtîgehan û rewşa girtiyan bê temaşekirin û  bê zanîn. Ev rewşa li dijî jinê di pêvajoya şoreşa Jin Jiyan Azadî de zêdetir berçav bû. Bi şêwazeke pir lez zîndan tijî jinên çalakvan û serhildêr kirin. Niha çarenûsa gelek jinan nediyar e û di girtîgehan de têne ragirtin. Tirsek wiha kûr li holê ye ku keçên xwendekar direvînin, şîdeta fîzîkî li wan dikin. Beriya demekê keça xwendekar Armîta Grawend a ji Kirmanşanê ku li Tehranê ye, her wekî Jîna Emînî rastî êrişa polîsên Irşad hat û piştî demekê di komayê de ma jiyana xwe ji dest da.Dema malbata wê pêdaçûn li ser rewşa keça xwe kir, yekser dayîka wê hate binçavkirin. Wiha xwestin rastî û heqîqetê binixêmin ku nebe sebeba pêlek din a serhildanê. Ango dîsa girtîgeh ji bo serkutkirinê bi kar anîn. Di vê derê de yek ji pirsên bê kirin ev e, gelo çima keçên Kurd li bajarên mezin ên wekî Tehranê ewçend dibin hedef? Ev jî mijareke ku divê bê lêkolînkirin û divê em li hemberî wê bêdeng nemînin.

Rewşa Werîşe Mûradî  nayê zanîn

Demek berê jina têkoşer Werîşe Mûradî ji aliyê hêzên Emnî yên Îranê ve hat girtin. Ev nêzî sê meh e ji rewşa wê bi ti awayî agahî nayên girtin. Ev şêwaz ne li gorî ti qanûn û ûsûlekî yasayî ye. Kes nizane ka rewşa wê çiye û li kîjan bajar û li ku derê tê ragirtin. Ev jî rêbaza rêjîma komara Îslamî ya Îranê ye ku dixwaze dengê jinên azadîxwaz bibire. Werîşe Muradî bi dirêjiya temenê xwe ji bo azadî û mafên jinan têkoşîn û pêşengî kir. Bi vî şêwazî mukurnehatina rêjîma serkutkar a Îranê dihêle her roja derbas dibe gumanên me li ser rewşa Werîşe û gelek girtiyên din zêde bibe. Bi salan e jina têkoşer û şoreşger Zeyneb Celaliyan di rewşên herî giran de ye û bi cezayê surgunkirinê li hin girtîgehên kiryar, şert û mercên wan giran tê ragirtin. Ji bo vê jî her jina xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî derketî, ji bo diyarbûna çarenûsa Werîşe Muradî jî divê xwedî lê derbikeve. Ev pergal bi şêwazekî sîstematîk dixwaze bi rêya zîndanan jinan ji civakê, siyasetê û jiyanê dûr bixe. Şoreşa Jin Jiyan Azadî helwesteke tund û israrkirina di nasname û daxwaza jiyana azad de ye. Jinên Rojhilat û Îranê lêgerên azadiya xwe ne. Tirsa wan ji zîndan û îşkenceyê nîne. Bi berxwedan û têkoşîna xwe dê dîwarên zîndanan hilweşînin, ên ku welat li wan kirine zîndan jî dê têk bibin.