Li Rojava rêwîtiya xebatên jineolojiyê

- Şervîn NUDEM
105 views
Îsal 11 sal in hem gavên destpêkê yên rêxistinkirina xebatên Jineolojiyê hem jî yên Şoreşa Rojava hatine avêtin. Di nav van 11 salan de her du dînamîk di nav hev de pêşketine, hev himbêz kirine û hêz dane hev. Çawa ku heqîqeta Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinê hate naskirin, wekî zanista şoreşa jinê xebatên Jineolojiyê jî di nav vê heqîqetê de rêwîtiyek jiya: Ji pênaseya peyvê û perwerdeya bi armanca danasîna Jineolojiyê ji bo jin û civakê heta diyarkirina çarçoveya teorîk, ji pêşxistina rêbazên lêkolîn û perwerdeyê li gorî rastiya jinê heta hûnandina sazîbûyîn û torên Akademiya Jineolojiyê, her gavekê rê li pêşiya gavekî nû vekiriye. Bi her xebata ku hatiye meşandin re zanîn û pêwistiyên nû yên jin, jiyan, civak û şoreşê derketine holê. Lewma rêwîtiya xebatên Jineolojiyê bi armanca lêgerîna çareseriya pirsgirêkên jin û civakê û pêkanîna şoreşa jinê ve girêdayî di navenda şerê cihanê yê 3. de dewam dike.

Çend qonaxên rêwîtiyê

Di salên 2017–2018’an de em ketin pey şopên çanda xwedawendan û şoreşa yekem a jinan ku di bin 14 hezar girên li seranserê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî de veşartî ne. Ji Efrînê heta Dêrikê lêkolînvanên Jineolojî hewl dane rêûresmên civaka xwezayî yên herêmên xwe lêbikolin û ji nû ve zindî bikin. Ji ber ev çavkanî dikarin bibin îlham ji bo pêşveçûyîna şoreşa duyem a jinan li ser heman axê. Komkirina dane û çîrokên qala êş, berxwedan û lehengiyên dîrokî û hemdem yên jinan dikin bûye gavek ji bo parastina bîra dîrokî ya çanda jinan. Bi taybet jî nîqaş û tehlîlên li ser pirsa ‘asta ku şoreşa îro ya jinê gihandiye çi ye?‘ pêdiviya avakirina navendên herêmî yên lêkolînên Jineolojiyê derxistine holê. Bi vî awayî di serî de li Efrînê û Dêrikê, piştre jî li Hesekê, Minbic, Kobanê, Tebqa, Şehba û Helebê navendên lêkolînê yên Jineolojî wekî stûnên Akademiya Jineolojiyê li Bakur-Rojhilatê Sûrî hatine avakirin. Li kêleka van navendan fakulteya Jineolojî li Zanîngeha Rojava û perwerdeyên Jineolojiyê di refên 11 û 12’an ên dibistanan de hatine birêxstinkirin. Di heman demê de ceribandinên têkoşîn û lêgerîna azadiyê yên jinên cihanê di bin banê Enstîtuya Andrea Wolf de tên nirxandin û parvekirin. Komîna Weşanê ya Akademiya Jineolojî jî gotar, pirtûk, vîdeo, bernameyên televizyonê, malper û her wiha ji bo medyayên dijîtal dîtbarî amade dike da ku berhemên xebatên Jineolojî bi civakê re parve bike, nêrîn û zanînên derbarê rojeva jinan berbelav bike. Li gel vê, avakirina jiyan û aboriya komînal li gundê Jinwar û xebatên tibba xwezayî yên li navenda tendirustiya jinê ŞifaJin tên meşandin, ji pêdiviyên jinan ên di nav lêkolînên Jineolojiyê de derketibûn holê re bûn bersiv . Tevahiya beşên xebatên Jineolojî bi vî rengî digihin hev. Di heman demê de saziyên Jineolojî têkîldarî rêhendên pergala konfederal a jinan di Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî de xebatên perwerde û lêkolînê dimeşînin, hewl didin aqilekî kolektîf ê jinan ava bikin, projeyên hevbeş û pêngavên nû ber bi civakekî demokratîk û ekolojîk ve li ser bingeha azadiya jinê pêş bixin.

Destpêkirina karên Jineolojî pêşxistina ramana jinê ye

Bingeha tevahiya xebatên Jineolojiyê xweperwerdekirin e. Hemû beşdarên xebatên Akademiya Jineolojiyê diyar dikin wan bi xwendina takekesî û komî ya pirtûkên dîrokî, felsefî, zanistî, wêje û bi taybet jî ya Sosyolojiya Azadiyê û pirtûkên din ên Rêbertî, bingeha xwe ya zanînê û hêza xwe ya şîroveyê pêş xistine. Hem jinên nû dest bi xebatên Jineolojiyê kirine hem jî yên ku bi salan beşdarî xebatê dibin bi rêya lêpirsîn û watedayîna bûyeran aliyên nû yên hebûna xwe, yên xweza, jiyan û civakê keşîf dikin. Di nav xebatên lêkolîn û perwerdeyên civakî de, bi amadekirina pirs û mijaran her beşdar aliyên nû yên rastiya kesayet, çand û civaka xwe hîn bi kûrahî nas dike. Fêmkirin û herikandina fikrê dihêle li şûna qederperestî û bêçarebûyînê, nêrîneke piralî, bi hêvî û xweşbînî pêş bikeve ku dibe bingeha hêza avakirin û guhertinê. Gelek jin diyar dikin wan bi fêrbûna rêbazên Jineolojiyê û beşdarbûna xebatan gelek nakokiyên xwe yên fikrî û jiyanî zelal kirine, gavên nû avêtine, qîmeta hebûn û gotinên xwe dîtine, guhertinên erênî di kesayeta xwe û têkiliyên xwe yên malbatî de, heta di têkiliyên bi hevjînê xwe re pêş xistine. Bi vî rengî Jineolojî dibe spartekî ji bo xurtkirina vîna jinê ber bi rizgarkirina têkiliyan ji feraset û nêzîkatiyên desthilatdar û zayendperestiya civakî.

Rojev û xebatên hevbeş

Hinek xebatên Akademiya Jineolojiyê li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser esasê tehlîlên derbarê pêdiviyên gelemperî ango rewşên lezgîn di çarçoveya rojev û plansaziyên hevbeş ên navendan de tên meşandin. Mînak, ji ber gelek nakokiyên jinan derbarê têgihîna xwe ya xweşikbûyînê de xwe dane der, sala borî xebateke lêkolînê li ser têgihîna xweşikbûyîn û xwebûyîna jinan hatiye destpêkirin. Ev yek pêwist hatiye dîtin, ji ber her ku diçe zexta îmajên xweşikbûyînê yên pergala babiksalar û modayên modernîteya kapîtalîst ên bi rêya endustriya reklam, rêzêfîlm û medyayên dîjîtal li ser jinan tên ferzkirin, qeyranên dêrûnî yên jinan kûr dikin. Nakokiyeke dijwar e ku di nava rewşa şer, xizanî û ambargoyê de jî gelek jin xwe neçar dibînin ku pereyên xwe yên kêm ji bo ’emeliyatên estetîkê’ xerc bikin ên ku zirarên mezin didin laş û dêrûniya wan. Ji bo fêmkirina sedemên vê nakokiyê û her wiha bi hêzkirina bixwebawerî û yekbûna jinan a bi bedena xwe re, hemû navendên lêkolînê yên Jineolojî li herêmên xwe bi rêbazên cuda komxebat (atolye), nîqaşên komî û takekesî, perwerde, rapirsîn û lêkolînên qadan girêdayî têgihîna xweşikbûyînê ya jinên ji nifş û pêkhateyên cuda pêş xistine. Encamên van xebatan niha têne nirxandin. Piştre jî wê tehlîl û pêşniyarên çareseriyê bi rêya rapor, nivîs, materyalên perwerdeyê û projeyên nû dîsa bi civakê re werin parvekirin. Tevî projeyên hevbeş her navendeke herêmî li gorî taybetmendî, rojev, pêdivî û pêkhateyên li herêmê jî plansaziyên xwe yên lêkolîn û perwerdeyê diyar dike. Her wiha hemû Navendên Lêkolînên Jineolojiyê ji bo ronîkirin û pêşîlêgirtina bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan xwe berpirsyar dibînin. Tevî van bûyeran sedemên tundiya nav malbatê, hevberdanê, zewacên temenê biçûk û aloziyên civakî bi saziyên din ên jinan re tên nirxandin û plansaziyên hevbeş tên pêşxistin.

Jineolojî wekî Amûreke Parastina Jin û Jiyanê

Dema em bahsa pêşxistina zanista jin û jiyanê dikin gelek kes dê rewş û cihekî aram ê bi derfetên xwendin, nîqaş, lêkolîn, lêhûrbûn, nivîsandin û arşîvkirinê xeyal bike. Dibe ku gelek kes bipirsin ‘gelo di bin şertên şer û êrişên dagirkeriyê de xebatên Jineolojiyê çawa tên meşandin?’ Lê belê çawa zayîna Jineolojî di bin şertên tecrîda giran li Îmralî û şerê hebûn û azadiyê yê li Kurdistanê çêbûye, xebatên Jineolojiyê li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di bin şertên têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê û avakirina neteweya demokratîk de pêşve diçe. Di salên borî de me gelek car dîtiye ku di rewşên herî zehmet de xebatên Jineolojiyê dikarin bibin derman û çavkaniya hêviya jiyanê. Mînak, piştî ku Efrîn û navenda yekem a lêkolînên Jineolojiyê li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin, jinên Efrînê di bin şertên giran ên koçberiyê de li Şehbayê dest bi avakirina navendeke nû ya lêkolînên Jineolojiyê kirine. Her wiha îro jî endamên Akademiya Jineolojiyê li gorî şertên ewlekariyê, li gorî mercên dorpêç û berxwedanê bi rê û rêbazên afirîner xebatên xwe li gorî pêdiviyên demê bi rêxistin dikin. Herçiqas carna hinek plansazî û xebat ji ber êrişên dewleta Tirk direng dikevin jî, endamên hemû navendan bi biryar û israr in ku xebatên xwe li gorî pêdiviyên jin û civakê bidomînin Ez dixwazim nivîsa xwe bi nirxandina endameke Navenda Jineolojî ya Kobanê ya ku heqîqata Jineolojiyê wekî zanista şoreş û parastina jinê rave dike bi dawî bikim: “Jineolojî ji şer û her tiştî re bersiveke herî xurt e, ji ber ku zanistek e ku dikare di tariyê de ronahiyê bide civakê.”