Li qiraxa çemê Firatê zayîneke nû

- Şervîn NUDEM
45 views
Rêber Apo di parêznameya sala 2001‘an de ya bi navê ‘Ji Dewleta Rahîp a Sumeran ber bi Komara Gel ve’ pêvajoya Îmraliyê hem ji bo xwe weke sazî hem jî ji bo gelê Kurd weke ‘pêvajoya zayîna sêyem’ nirxand. Zayîn ango jidayîkbûyina yekem xwe sipartiye nirxên dîroka mirovahiyê yên ku beriya 15 hezar salan bi pêşengtiya dayîka xwedawend li qiraxa çemê Firatê şoreşa çandiniyê û civaka gundan afirand.

Zayîna duyem jî weke raperîn û şerekî dijwar li dijî pergala mehtînger, baviksalarî û desthilatdariyê pêk hat. Bi vî awayî gelê Kurd û jinên azadîxwaz ji nû ve hay ji hebûn û hêza xwe çêbû. Lêgerîna ji bo çareseriya qeyranên kûr ên mirovahiyê bû sedema zayîna sêyem a ku bi têgeh û têgihînên şaristaniya demokratîk, xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk ve teşe bûye. Di vê çarçoveyê de Tezên Azadiyê yên Rêbertiyê derbarê rizgariya jinê de rê li ber bi şoreşa jinê li Rojava / Bakur û Rojhilatê Suriyeyê vekir. Weke Rêber Apo da zanîn: ‘Serdema şaristaniya demokratîk, bi qasî ji nû ve zayîna gelan, dibe ku hê jî diyarkertir serdema zayîna jinan e’.

Zayîn bûyereke pîroz û zehmet e

Zayîn her çiqas bûyereke pîroz, bi kêfxweşî û afirînerî be jî, ew di heman demê de bi gelek zehmetî û têkoşînan re derbas dibe. Heya beden çêbûna xwe temam bike û zarok kesayeta xwe qezenc bike dem pêwîst dike. Lê heya ew zarok bikaribe li ser lingên xwe bisekine û bi vîn û nasnameya xwe ji aliyê civakê ve were qabûlkirin, ked û îqnakirin jî pêwîst in. Ev rastî hem ji bo zayînên zindiyan – bi taybet ên mirovan – û hem jî ji bo pêvajoyên zayînên fikrî û civakî derbas dibe.
Me pêvajoyek bi vî rengî hem bi hestên kêfxweşiyê hem jî bi êşên zayînê di rojên komxebata bi dirûşmeya ‘Bi Tezên Azadiyê ber bi Şoreşa Jinê ve’ dît. Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de nûnerên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Öcalan û endamên Navendên Lêkolînên Jineolojiyê yên Efrîn-Şehba, Heleb, Dêrik, Hesekê, Kobanê, Minbic û Tebqayê ji destpêka salê ve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê amadekarî kirin. Jinên ji nifşên cuda jiyana xwe û rewşa civakê bi nîqaşên li ser tezên Rêbertiyê derbarê dîroka jinê, zayendperestiya civakê, çanda xanedantî û malbatî de û her wiha têgihîna hevjiyana azad re nirxandin. Di encamê de ji bo komxebata ku di 27’ê Sibata 2024’an de li Qiraxa Çemê Firatê ya bajarê Tebqayê bi beşdarbûna zêdetirî 200 jinên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat her komeke herêmî pêşkeşiyek amade kir. Lê hinek jinên ciwan dîtin ku lidarxistina vê komxebatê bi xwe jî têkoşînek li dijî zayendperestiyê hewce dike. Ji ber tirsa ku keçên wan ‘biçin cihekî dûr’, hin malbatan beşdarbûna wan asteng kirin. Bingeha vê tirsê feraseta namûsê ya baviksalarî ye. Rêjeya xedar a vê ferasetê yê ku jinê dike milkê zilam û malbatan, di vîdeoyeke ji gundê Til Semin ê bakurê bajarê Reqayê de ya ku bi rêya medyaya dîjîtal di heman rojê de hate belavkirin, eşkere bû: Li kêleka rayeke giştî, komeke zilaman bi dar û pehînan li du jinên ciwan dixin. Wan jinên birîndar bi porê wan bi erdê re kaş dikin. Dengê heqaretên zilaman hawarên jinan dixeniqîne. Komeke din a zilaman li derdor sekinîne û li vê hovîtiyê temaşe dikin. Hinek ji bo piştgiriya êrîşkaran diqîrin, hinek jî bi destên xwe yên li ser zikê xwe li hev kirine, xemsariya xwe nîşan didin. Zilam xwe mafdar dibînin, ji ber ku tê gotin ‘ev meseleyeke namûsê ye.’

Li dijî tundiya zayendperest tekoşîn

Heta avakirina pergala xweseriya demokratîk li Reqayê, tawanbarkirinekî bi vî rengî wê teqez bi kuştina jinê bihata ‘paqijkirin.’ Lê belê di encama mudaxale û hevkariya lezgîn a endamên meclis û rêxistinên jinan, yên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên parastina jinê de her du jinên ciwan hatin xilaskirin û tên dermankirin. Berdevkên Meclîsa Jinên Zenûbiya ev êrîş weke qirkirineke li dijî jinê nirxand û diyar kir ku ew ê bi hêza ji perspektîfên Rêber Apo û şoreşa jinê girtine bi hemû enerjiya xwe ji bo pêkanîna tevahiya rêgez û zagonên rêveberiya xweser ên ku jinan ji tundiya nava malbatê û civakê biparêzin bixebitin û hesab ji qatilên jinan bixwazin. Di heman rojê de Hêzên Ewlekariya Hindûrîn ragihand ku wan bi vî êrîşê ve girêdayî 3 kes girtine û xebatê lêgerînê ji bo kesekî din jî dewam dikin. Li ser vê yekê berdevka meclîsa jinan a Reqayê Fayruz Xelîl jî banga gel kir ku doza li dijî êrîşkaran bigre ser milên xwe da ku ev doz bibe mînaka helwesta civakê li dijî tundiya zayendperest.

Pîvanên hevjiyana azad

Her wiha beşdarên komxebata ‘Bi Tezên Azadiyê ber bi Şoreşa Jinê ve’ jî di nirxandinên xwe de bal kişandin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi naskirina ramanên Rêber Apo re vîna têkoşîn û azadiyê ya jinê di dîrok û jiyana xwe de keşif kirine. Ji bo zayîna serdema şaristaniya demokratîk weke serdema ji nû ve zayîna jinan û civaka azad beden û hişmendiya xwe bikemilîne pêwîste ku jinên hemû pêkhatiyan têkoşîna xwe ya hevbeş li dijî zayendperestî berfireh û kûr bikin. Di vî warî de girînge ku em têgeh û tegihînên civakê ji hişmendiyên zayendperest rizgar bikin. Ev yek bi taybetî jî ji bo tegihînên ‘şeref’ û ‘namûsê’ derbas dibe. Dema ku em bi tegihîna namûsê ya Rêbertiyê ya ku dibêje, “Namûsa rastîn bi bakîretiya azayê cinsî yê jinê nîne, bi parastina bakîretiya civakî û dîrokî dibe. Divê mirov vê rastiyê bide hînkirin û bi cih bîne.”
Serketina pêvajoya zayîna sêyem û gihandina azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî bi rêxistinbûyîn û perwerdeyên ji bo pêşxistina kesayetên azad ên jin û mêr ên ku bikarin malbatên demokratîk ava bikin û pîvanên hevjiyana azad pêkbînin ve girêdayî ye. Rojevkirina tezên azadiyê li tevahiya komîn, meclîs, tax û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibe bingeha hevpeymana civakî ya jinan a nû ya ku hêza jiyanîkirina rêgezên azadiya jinê wê hîn bêhtir xurt bike.