Nagîhan tovê hêviyê reşand, xwedîkirina wê ji me!

- Berîtan ZAGROS
317 views
Jineolojî di têkoşîna azadiya jinan de asoyeke nû ye. Xebateke bangeşeyeke hizbî, teng û demkî nîne. Xebateke bi temamî şoreşa civakî û zêhniyetê hedef digire. Di heman wextê de zanîstên civakî ji nûve pênase dike û gelek jiberan xirap dike. Gelek xebatên ku tevgerên jinên Kurd û femînîst jî nekarîne bike, Jineolojî dike û deriyeke nû ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan vedike. Jineolojî di heman demê de karî hemû beşên civakê himbêz bike, perwerde bike û xwedî bernameyeke demdirêje.

Di heman demê de rê nîşanderbû ji têkoşîna jinan re. Hem rexnegir e hem jî rênîşander e. Di heman demê de di têkoşîna zêhniyet, civakî û jinan de deriyên nû vekir. Jineolojî ji ber xebateke akademîk û zanîstiye di asta navnetewî de hate nasîn û xwedî derketina li vê xebatê parzemînan jî derbas kir. Başûrê Kurdistanê yek ji qada herî zehmet a pêşxistina vê xebatêbû. Hem ji ber astengî û eqliyeta zilamsalar ya li Herêma Kurdistanê hem jî ji ber ti ezmûneke akademîk ya jinan li vê herêmê di asteke xweser de nebû ev xebat bi zehmetî pêşket.

Nagîhan Akarsel hîma Jineolojiyê li Başûr avêt

Akademiya Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê dikare bêgotin, li vî zemînî ji tineyê destpêkir û her tiştê wê ji bingehve hate hûnandin. Destpêkê hem ji bo girtina fermiyeta xebatê û hem jî ji ber bê derfeftiyên madî û nebûna kesên di vê xebatê de kar bikin, tengasî mezin bûn. Hevala Nagîhan Akarsel bi bîr û baweriyeke mezin ji bo danîna hîmê Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê xebitî, ti astengî, bê derfetî û helwestên paşverû nekarîn hêviya wê ya bipêşxistina xebatê bişikîne. Lewma xebateke bi sebir, bi ked, zirav û pir alî meşand. Ji bo serkeftina xebatê bi aliyên wê yên herî zirav difikirî û gav diavêt. Li gel ku di warê ziman de zehmetî jî dikişand, ti carî ev ji xwere nekir asteng û karî peywendiya herî bihêz li gel jinên Başûrê Kurdistanê pêşbixe. Bi vî awayî karî xwe bigihîne derdoreke fireh a jinan û hewl da kadrobûnê di xebatê de çêbike, kesên xebatê bi bîr û bawerî bigirin ser milê xwe û rêve bibin amade bike. Di kar de ti carî lez nekir û xwest karekî paqij û ji reklam û bangeşeyê dûr, lê encamên wê demdirêj û bi bandor derxe holê. Ji bo vê jî destpêkê ji perwerdekirin û amadekirina jinan destpê kir û li dora wan komek jin û mêrên ciwan kom kir. Di şexsê wan jin û mêrên ciwan de xwest nimûneya hevjiyaneke azad pêşbixe û li gel jinan hevjînên wan jî biguhere. Bi saya xebat û têkoşîna hevala Nagîhan Akarsel mêrên ciwan jî hêvî di Jineolojiyê de dîtin û piştgiriya xebatê kirin. Ev tişteke gelekî nû û balkêşe. Lê wê karî îmze biavêje bin gelek gavên nû û gelek jiberên di rêxistinên jinan û heta civaka Başûrê Kurdistanê de jî hilweşîne.

Nagîhan tovê hêviyê reşand

Ji her tiştê jî giringtir karî hêvî ji bo herkesê bibexşe, baweriya têkoşînê û baweriya bi îradeya xwe pêşbixe. Ji ber vê hem bingeha akademiya Jineolojiyê danî, hem jî ji bo pirtûkxaneya jinên Kurd xebateke mezin meşand. Hemû karê wê li ser mezinkirina xebatê bû. Bi dehan jin û mêrên ciwan yên Başûrê Kurdistanê di perwerdeya wê û hevalên wê re derbas bûn. Ev keda hevala Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê bingeheke baş û saxlem ji bo pêşvebirina Jineolojiyê pêşxist. Zanekirina jinê, xirakirina têgehiştina paşverû ya derbarê jinê de û gelek tabûyên cinsiyetparêz li Başûrê Kurdistanê xistin ber lêpirsînê. Belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo di nava jinan û civakê de hem desthilata Başûrê Kurdistanê hem jî dewleta Tirk a dagirker tirsand. Ji bo valederxistina vê xebatê û pêşî lê girtinê gelek astengî derxistin. Her wiha li dijî Jineolojiyê li Silêmaniyê gotineke bê wate ya bi navê “Femînîzma roşingerî’ yanî “Femînîzma Rewşenbîrî” pêşxistin. Hemû ew tabloya erênî ya derbarê jinê de bi rêya vê xwestin di çavê civakê de neşirîn bikin, têkoşîna jinê ya watedar sivik bikin, nimûneyên teşabet derxistin pêş û hewl dan civaka Başûrê Kurdistanê bigûman nêzî xebatên jinan bibe. Li ser wan nimûneyên  teşabet re hewl dan hem olperestan li dijî jinan sor bikin, hem jî rewatiya xebatên jinê bixin nîqaşê. Lê ev hewldan timî bi reftariyên aqlî selîm û têkoşîneke cewherî hatin pûçkirin û wisa kir ku jin zêdetir li dora Jineolojiyê kom bibin. Ev projeyane hem beşek ji jin û kesên li herêmê yên hizbî ne rehet dikir û dihişt bi şêwazên ne rasterast asteng bikin, eger na bikarin ji projeyên wan sûd werbigirin û ji bo xwe bikar bînin. Ev xebat hem tirs xistibû dilê eqliyeta baviksalar hem jî hinek jinên kevneperest û hizbî. Vê jî bi awayekî ne rasterast wisa kir ku Jineolojî bibe hedef û rê ji êrişên dewleta Tirk re jî vebe. Êriş bibe jî li dijî wê rabûneke mezin çênebe û bi şehîdbûna wê re ev xebat ji holê rabe, lê proje ji bo hinek berjewendiyên hizbî were bikaranîn.

Êrişa li dijî Nagîhanê tirsa ji belavbûna fikrên Rêber Apo ye

Jixwe eşkereye ku reşkujiya Nagîhan Akarselê di şexsê wê de êrişa li dijî fikrên Rêber û xeta azadiya jin a li Kurdistanê û cîhanê pêşdikeve ye. Bi vê şahadetê xwestin vê saziyê û hêviya ku çêbû belav bikin, xebatê tasfiye bikin û Jineolojiyê krîmînalîze bikin. Jineolojî ku di asta navnetewî de xwedî prestîj e, xwestin sî bixin ser. Lê bersiva ji şehîdbûna Nagîhan Akarselê re da nîşan ku wê ked û têkoşîna ji bo pûçkirina êrişên îdeolojîk yên li dijî têkoşîna azadiya jinê û fikra azad ya li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo hem jî ji bo xebata nîvco mayî ya bi pêşengiya Nagîhan Akarselê dimeşe vala neçe. Peyamên ji merasîma li Başûrê Kurdistanê, Rojava, Bakur û derveyî welat  ev bû; jin li dora têkoşîn û xebata Akarsel kom bûn. Bi taybet di demeke kurt de girtina kujerên Akarsel jî tirsa desthilatdaran a ji hêrsa jinan e. Cara yekê bû li Başûrê Kurdistanê kujer di demeke kurt de hate girtin û li ser mijarê daxuyanî hate dayîn. Ev tirsa ji rabûna jinan bû û ditirsin çawa jin li dijî qetilkirina Jîna Emînî rabûn û bi dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” hemû civak rakirin ser piyan, ji bo ev yek li Kurdistanê û bi taybet jî li Başûr rû nede, bilez û bez desteserkirina kujer ragihandin. Ev jî hêza yekgirtî û rêxistinkirî ya jinan nîşan dide. Eger jin hêrsa xwe rêxistin bike û rast araste bike, ti hêz nîne li beramber bisekine.

Bersiva hêjayî Nagîhanê mezinkirina Jineolojiyê ye

Ji bo bîranîna Nagîhan Akarselê bersiva herî rast mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinê li Başûrê Kurdistanê û mezinkirina xebata Jineolojiyê ya li ser felsefeya Rêber Apo ye. Eger ev xebat mezin bibe û dû qatê wê xebat bên meşandin û jin li dora Jineolojiyê û têkoşîna azadiyê ya jinê werin komkirin, dê pêşî li reşkujiyên siyasî yên li dijî jinên pêşeng jî were girtin. Eger ev rêbaza wan were pûçkirin, wê bi awayekî berbiçav pêşî li kuştina jinan û reşkujiyên siyasî were girtin. Hêrsa jinan a li dijî êrişan nabe rojane û mîna agirê pûş be. Divê li beramberî van êrişên îdeolojîk yên timî jinên pêşeng hedef digire, bersiv jî aqilane û mezin bin. Dersa herî mezin a ji dagirkeran û eqliyeta pavşerû ya zilamsalar re wê ev be. Helbet li Başûrê Kurdistanê ne tenê xebatên Jineolojiyê, pêwîste xebatên îdeolojîk, civakî û têkoşîna azadiya jinê li her qadê were mezinkirin û tişta ku ew jê ditirsin bînin serê wan. Hevala Nagîhan tov reşand, avdan û xwedîkirina wê berpirsyariya hemû jinên xwedî hizra azad in…