Azadî, gelê xwe birêxistin kirin e

- Site varsayılanı
634 views

2Li Şengalê dîrok nû de tê nivîsandin. Ew çarenûsa bêbext ku jiyana jinên Êzîdî reş dikir, ji nû de bi destê keçên Êzîdî wek koka xwe ji serî de tê hûnandin. 3 Tebaxa 2014´ an li Şengalê komkujî û jenosîtek mezin a ku hemû nirxên mirovahihê dihat binpê kirin, hat jîn. Bê guman ya herî zêde dilê me êşand û bandora xwe li mirovahiyê kir, tiştên ku bi serê jinên Êzîdî de hatibû, bû. Ji ber vê jî ji tiştê niha herî zêde me wek jin kêfxweş dike jî serkeftina jinên Şengalê ye. Ew jinên ku wek milk hat desteser kirin û weke bazarên serdema navîn de di bazaran de dihat pêşkeş kirin. Ev bûyerên der exlaqê mirovahiyê wek bizotek agir kezeba me dişewitand. Îro jî ew jinana dibin artêş, dibin destan û dibin çiroka li ser zimanê hemû dayikan.  Yekiniyên jinên Şengalê (YJŞ) wek artêşa jinên Êzîdî hem parastina Êzîdxanê, hem jî bi taybet parastina jinan dike. Feyrûz Xêro jî wek keçeke Êzîdî tevî xwîşka xwe beşdarî nav refên YJŞ´ ê bûye. Feyrûz ku di xeyalê xwe de her tim xwe wek parazwanek axa xwe bi çek kiriye, îro tola hezaran salan hildide. Me jî xwest îro çiroka Feyrûz bi we xwendevanên hêja re parve bikin.

Hûn dikare xwe bi xwendevanên me bidin nas kirin?

Navê min Feyrûz Xêro, ez ji gundê Borik a li başurê Şengalê me. Em 7 xwîşk û bira ne. Berî fermanê ez diçûm dibistanê, zêde me tiştek wisa ku êrîş çêbibe û em bi qetlîameke wiha re rû bi rû bibin, texmîn nedikir, nedizanî. Lê, di xeyalên min de her tim min dixwest ku ez rojekê bibim mirovek zane û parastina mafê gelê xwe bikim. Ji bo vê jî min dixwast ku ez di her alî de xwe pêş bixim. Lê di rewşa ku em tê de bûn, ew ne gengaz bû. Herkes dizane ku zext û zordariyek çiqas mezin li ser Êzidiyan heye. Me nikarîbû ku ola xwe bi awayekî azad jiyan bikira. Ji bo vê jî hertim û dayîm min dixwast wek keçekê bibim zimanê gelê xwe.

Berî Fermanê te çi dikir û tu çawa başdarî nav refên YJŞ´ ê bûyî, çi hîşt ku tu biryareke wiha bidî?

Berî fermanê min heval nas nedikirin. Bavê min peşmerge bû. Di 2008´ an de bavê min li Şengalê erkdar bû û kar dikir.  Ez rojek ji mektebê hatim min dît ku hin kesên xerîp li mala me de ne. Min got, ´bavo ev kî ne´, wî jî ez bersivandim û got, hevalin. Min dîsan bi israr pirs kir ka heval kî ne, wî jî pirsa min dîsan bi heman lehna aram bersivand û got; ewên ku li hember dijmin şer dikin. Her tim di serê min de nakokî çêdibûn. Min digot; dijmin kiye, heval li hember çi şer dikin, şer kirin tiştek çawa ye?

Me li ser kanalan hevalên serê çiya didîtin. Me jî her carê digot emê jî bibin gerilla. Ji ber ku me dîdît keç û xortên ciwan çekê wan di destê wan de ne, di wan şertên herê bi zehmet de jiyan dikin. Cardin ji ber ku heybet û balkêşiyek pirr mezin ya gerilla heye, her min xwe wisa li serê çiyan de xeyal dikir. Xwîşka min heye navê wê Azadî ye. Em temenekî de ne. Bavê min du caran zewicî ye. Ew xwîşka min ji dayika me ya dinê ye. Lê ji ber ku em bihevre mezin bûn her tim em wek cêwiyan bûn. Me bihev re televizyon temaşa dikir û me digot emê biçin serê çiya û bibin gerîlla. Ji xwe di demeke wiha de ku me xewn û xeyal diresandin ku em bibin gerîlla, em rastê fermaneke din a mezin hatin.

Hûn dikarin hinekê behsa roja fermanê û tiştên ku we jiyan kir, bikin?

Ji xwe em li gundê Borik bûn. Xeber hat û gotin DAIŞ hatiye, ketiye Şengal ê. Ji ber gundê me li başurê Şengalê ye, hin negiştibûn gundê me. Bavê min got emê berxwe bidin, em naçin. Heya dereng jî em man lê piştre gotin li Şengalê keç û jin birine. Bavê min got ku ez nahêlim ji malbata min kes bikeve destê wan kafiran. Got hûn biçin, ezê li vir bimînim. Me dît ku kes li gund nema bavê min jî bi me re hat û em 16 kes ji malbatekî, li erebeyekî pişta wê vekirî suwar bûn û çûn aliyê Rabîa. Me dît ku pêşmergeyan wir jî berdane û çûne. Heya em hinek çûn, li sêgoşeya Şerfedînê DAIŞ´ ê li pêşiya me asayîş danîbû û nêzî 15 erebe sekinandin. 3  endamên koma çeteyên DAIŞ´ ê em nêzî 100 kes li wir kom kirin. Herkesekê çekên xwe li çiyayan de hiştibû; ji ber ku pêşmergeyên li asayîşan de diman çekên gel kom dikir, gel nedêvêra çekên xwe li gel xwe hilde.

Em hemû ji erebeyan de daxistin. Pere û zêrên li gel gel hemû kom kirin. Du sê kesan ji me gotin ku em li wan bidin û çekên di destê wan de bigirin. Zilaman yekser gotin na nabe, ewê me hemûyan bikujin. Em nêzî 4 saetan li wir sekinandin. Piştre gotin ku ewê tiştek bi me nekin. Werin biçin gundê xwe. Li erebeyekî siwar bûn û ketin pêşiya me û gotin li pêy me de werin, em biçin gundê Sinûnê. Hemû kes li erebeyê xwe siwar bûn û ketin pey wan, em nêzî gundê Sinûnê bûn bavê min erebeya xwe da aliyê çiya û ajot û em wisa xilas bûn. Ewên din hemû li pey çeteyên DAIŞ´ ê de çûn û ketin destê wan.

Tenê 3 endamên koma çeteyên DAIŞ´ ê bûn, gelê me dikarîbû li wan bide û xwe xilas bike. Lê ew cesaret û vîn di xwe de nedîtin. Li ber çavên me sed kes ketên destê wan. Ez gelek fikirim û min got; ´gelo bi du kesan dikarîn sed kesan zef bikin, divê em xwe xurt bikin û li xwe bawer bin.´ Ji xwe em gihiştin çiya demek şunda YPG/YPJ gihişt me û rê vekir.

Dema te şerwanên jin dîtin te çi hîs kir?

Heval bi hawara3 gel de hatin, em ewqas kêfxweş bûn ku ez nikarim vê kêfxweşiya xwe niha jî bilêv bikim. Ew kesên ku me hertim di kanalên televîzyonê de dîdîtin û me digot qey gelek ji me dûr in, hatin alîkariya me û em xilas kirin. Herkes pirr bandor bû. Bi hezaran zilam li hember çeteyên DAIŞ´ ê reviyan, lê van şerwanan jina xwe ji bo gel feda dikirin û li hember vê zilmê şer dikirin. Ev rastiyeke wisan bû ku wekî çirok bû, lê ev rastî li ber çavê me dihat jiyan kirin û heqiqetek bû. Me dema heval dîtin, me hêz girt. Wê demê me dizanîbû ku êdî hinek hene ku li pişt me ne. Ev baweriyek pirr mezin e. Ji ber ku 3´ ê Tebaxê hêvî di çavên jinan de şikestibû. Hevalên jin ew hêviya ku hatibû tine kirin ji nû de zindî kirin.

Di civaka me hîna ku keç nedibûn 14 salî dihatin zewicandin. Li gor kevneşopiyan tevdigerîn û bi qedera xwe razîbûn li pêş bû. Lê îro hertişt guherî û jin dîrokê ji nû de dinivîsin. Keçên ciwan digotin ku her emê bizewicin, serpêhatiya me diyar e. Difikirîn û digotin, emê jiyanekî rehet jiyan bikin. Bê ku nas bikin, bi awayeke pirr rehet dikarîbûn li pêy xortekê de biçin, ji ber ku tiştekî din li pêşya wan nînbû, yan jî wan wisa texmîn dikir. Heya wê demê jî jinan azadî di zewacê de dîdîtin, lêgera wan derveyê vê tunebû, lê dema ku dizewîcî jî dîdît ku pirr cûda ye û çiqa xapiya ye. Heya mirov dikare bibêje xeyalên jinan jî dibin dagirkeriya zilaman de bû. Bawerî dayîna xwe, li gor pêşketina xwe xeyalan çêbikin nebû.

Ev rastiyên heyî dîtîn, di te de çi da avakirin?

Ez pirr aciz dibûm, min digot ji vir û şûnde em nikarin jiyanek wek berê kor, ker û lal jiyan bikin. Me dît ku em di nav bindestiyeke mezin de dijîn û encax em dikarin xwe xilas bikin. Xilasiya me di destê me de ye, ne gel zilam e. Hin malbat jî dibêjin bila çavê keça min venebe, bila rastiyan nebine û li bin deste min de be. Ew ne ferqê de ne ku jiyana keçên xwe tarî dikin. Jinan hertim difikirî ku karê wê tenê karê malê ye û ji derveyê karê malê nikare tu karekê bike. Lê, jinan ne tenê ji xwe re ji hemû cîhanê re dan diyar kirin ka xwedî hêz û baweriyek çawan a şer, têkoşîn û guherînê ne.  Cîhana jinan bi mala wê re hatibû sînordar kirin. Ger em zane bûna, me parastina xwe bikira, bi hezaran keç û jinên me diketin destê çeteyên DAIŞ´ ê?

Kê dikare hesabê ewqas jinan û zarokan bide. Lê, li vir û şûnda em wek berê jiyan kirinê divê bi tu awayî ji xwe re qebûl nekin. Ji bo vê jî ez û xwîşka xwe beşdarî nav refên YJŞ´ ê bûn. Ji xwe du birayên min jî di nav refên YBŞ´ ê de ne.

Herî zêde tişta ku hişt tu tevlî nav hêzên YJŞ´ ê bibî, çibû?

Ez berî ku tevlî bibim, min di derbarê şehit Berîtan de gelek tişt bihîstibûn. Ez pir jê bandor bibûm. Dema fermanê gelek keç û jin jî ji bo nekevin destê DAIŞ´ ê xwe ji zinaran de avêtin. Wê demê Şehît Berîtan hat ber çavê min. Ew heta mermiya xwe ya dawiyê bi dijmin re şer dike. Lê keçên me nikaribûn parastina xwe bikin. Ji bo vê jî min got divê em her keçek Êzîdî bibin Berîtanek. Min filma wê jî temaşe kir û fermandariya wê gelek bandor li ser min ava kir. Pêwistiya gelê me bi Berîtanan heye.

Xwîşka min niha çiya ye. Beşdarî gerilla bû. Ez gelek pê ser bilind im. Em her yek dixwazin bibin pêşeroja gele xwe. Azadiya me rêxistin kirina gelê me ye.

Berê fermanê min zêde bi xwendinê hez nedikir. Lê, piştî ez ketim nav kar û min rêxistin nas kir, min dît ku jinekî nezan dibe parçeyek pergala desthilatdar. Ji bo vê jî ez dixwazim di her alî de xwe pêş bixim. Min xwe fêrî Kurdî kir. Yên ku dîroka xwe nas nakin nikarin pêşerojek xurt avabikin. Ji bo vê jî em wek keçên Êzîdî divê bi vê zanebûnê tevbigerin û rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Ger di dawiyê de gutineke we hebe, em bigirin?

Niha wek artêşa jinên Êzîdî em roj bi roj xwe mezin dikin. Niha di civaka me de gelek keç nikarin xwe îfade bikin, şûna ku li hember paşverûtiyan berxwe bidin, xwe dikujin. Lê divê herî zêde em wek jinên Êzîdî li hember xwe kuştinan bisekinin. Em wek berê bêçare nînin. Rêxistinên me hene, meclîsa jinên Êzîdî heye, artêşa jinên Êzîdî heye. Divê her jinekî Êzîdî xwe li hember dîrokê erkdar bibine û rêxistinbûna xwe xurt bike. Da ku em bikarin yekîtî, parastin û pêşeroja gelê xwe ava bikin.