Çareserî rêya sêyemîn e

- Ester HERGÛŞÎ
426 views

Bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Seroka desteya rêveber a meclisa Sûrî ya demokratîk Îlham Ehmed şerê cîhanê yê sêyemîn û encamên şer nirxand. Îlham Ehmed îşaret bi hebûna qeyranek cîhanî dike û rewşa li Rojhilata Navîn jî weke encama vê qeyranê pênase dike. Îlham Ehmed derbarê dema şerê sêyem yê cîhanê de vê tespîta giring dike; em hîn jî di qonaxa duyem ya şer de ne, xuyaye dê şerê sêyemîn yê cîhanê hîn dirêj bajo.

Îlham Ehmed şoreşa Rojava ya li ser xeta sêyem pêk tê weke rêya çareseriyê û derketina ji krîzê pênase dike û dibêje; Tekoşîna li Rojava bi taybetî li dijî DAIŞ’ê, bandorek mezin di asta cîhanî de kir. Ev proje wekî çareseriya krîza cîhanê jî tê dîtin.

Îlham Ehmed şerê dewleta Tirk yê li ser bingehê qirkirin û tinekirinê li dijî Kurdan dimeşîne û hewldanên Rêber Ocalan yên çaresiyê jî wiha nirxand; ‘’Dewleta Tirk bi hemû hikumetên xwe ve, siyaseta li beramberî Kurdan ne guhert. Gelek caran birêz Ocalan agirbest ragihand û komên aştiyê şandin Tirkiyê. Lê ji ber ku prosesa aştiyê li Tirkiyê ne ketiye rojeva cîhanê piştgirî ji van pêngavan re ne hat.’’

Li herêma me şerek mezin diqewime ku hêzên herêmî û cîhanî aktîv tevdigerin. Hûn vî şerî çawa pênase dikin?

Bi dehan sale Rojhilata Navîn di şer û qeyranek mezin re derbas dibe. Nimûne êriş û qeyranên li Efganîstan, Iraq, Tunus, Misir, Lîbya, Sûrî, Libnan, Yemen, Sudan, Îran û Tirkiyê. Hinek welat ji van di şerên giran re derbas bûn û hîn ji şer xelas nebûye. Hinek ji wan jî li ber teqandinê ne. Şerê li van welatan tê kirin hinek ji wan bi sedemên hundrîne, hinek jî bi mudaxeleyên derve ne. Lê xuyaye ku sîstemên dewlet-netew êdî dema xwe dagirtine û divê werin bihûrandin. Lewma dewletên herêmê li berxwe didin û bi israr dixwazin desthilatê di destê xwe de bigirin. Ji ber vê welat tevî dikin qurbanê desthilatê û kevir li ser kevir nahêlin. Piştî ku ev sîstem li berxwe didin, vê carê hêzên navdewletî bi navê parastina demokrasî û mafê gelan û li dijî dîktatoran, mûdaxele dikin. Ev daxwazên guhertina hundirîn a welatên Rojhilata Navîn dibe şerê cîhanê. Em ji bîr nekin ku qeyrana heyî cîhaniye û rewşa ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn encama krîza sîstema navdewletiye.  Aliyên ku şer dikin hêzên navdewletîne. Lewma ev şer dibe şerê cîhanê yê sêyemîn.

Kîjan pêvajo bû sedem ku şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê bike?

Dema ku sîstemên herêmî di nava xwede guhertinan çênekin û her zagonekê bi navê netew, ol, malbat, cîns pîroz dikin, wê demê rê li ber kirîza civakî, siyasî û aborî vedibe. Ji ber ku ev sîstem ne bi razîbûna gelên herêmê hatibûn avakirin û bi destê hêzên derve ava bûbûn, çi kirîzên li welatên derve hebin derbasî Rojhilata Navîn jî dibin. Ji ber sîstema cîhanî siyasetên xwe li ser vê herêmê bi rêve dibin û wê bi rêbazên cûda kontrol dikin. Hikumetên herêmî jî ne serbixwe ne. Ew her daîm girêdayî dewletên derve ne û xizmeta wan dikin. Mijara din, piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî û belavbûna bloka Sovyetê, Emerîkayê bi tena xwe dinya bi rêve bir. Ji ber pêşketina sîstema global êdî rengê mudaxeleya li ser walatan jî hat guhertin. Rêvebirina dinyaya yek alî gelek zehmetî û alozî bi xwere anî. Hem di navbera dewletan de û hem di navbera gelan de problem derketin. Ji ber wê yekê sîstema cîhanî jî pêwistî bi guhertinan dît û  mudaxele li ser hinek welatan dike.

Piştî şerê sar yê cîhana du alî, rê û rêbazên şerê cîhanê yê sêyem xwe çawa nîşan didin? Ferqa vî şerî ji du şerên din yên cîhanî çiye?

Di dema şerê sar de bi rêbazên cûda dinya ketibû nava şerekî hevdû qelskirinê. Di dema şerê sar de pêşbirkek mezin di navbera aliyan de hebû. Her çiqas Soviyet ketibû rewşek lawaz jî, lê her dem Emerîkayê hesabê wê dikir. Pêşbirkek mezin derbarê teknolojya şerde di navbera wan de hebû. Kî zêde çek pêş bixe, kî zêde aboriya xwe bi rêya şirketên global xurt bike û dest deyne ser aboriya welatên din, welatan bi rêya aborî bi xwe ve girê bide… Ji bo ku her aliyek çekên xwe biceribîne jî Rojhilata Navîn qada tecrûbeyê bû. Kî zêde baregehên leşkerî li welatan çêbike, ew bi hêztir dibû. Ji xwe du blokên şer ava bûbûn, biloka NATO Û bloka WARŞOVA. Derxistina şer li welatên din, bikaranîna ragihandinan li dijberî hev û pêşxistina karê sîxûrî li dijî hevûdû rêbazên sereke yên şerê borî ne.

Xuyaye ev şer, an go şerê cîhanê yê sêyemîn dema wê hîn dirêjtire. Dema şerê cîhanê yê yekê çar salbûn, ji 1914-1918’an dewam kir. Şerê duyemîn dema wî şeş salbûn , ji 1939-1945’an dewam kir. Lê şerê sêyemîn ev bû 10 sal zêdetire hîn jî neqediya ye. Hêdî hêdî dest pê dike, lê her tiştî bi xwere xirab dike. Ecamên şerê cîhanê yê sêyem li ser cîhanê girantire. Nimûne di encama vê krîza navdewletî de qada tenduristî bi giranî bandor dibe. Ku ev nexweşiya Covîd-19’an derket sîstema tenduristiyê îflas kir. Îsbat bû kû ew dewletên herî ji xwe bawer rastî problemên mezin hatin. Her wiha  aboriya walatan hilweşand. Di şerên berê de dewlet bi xwe tevlê dibûn û şerê hev dikirin. Çekên kîmyewî têde hatin bikaranîn. Di vî şerî de zêdetir kom ji ber dewletan ve şer dikin. Dewletên mezin xwe bi xwe nakevin rûyê hev. Qada wan şeran Ewrûpa bû. Qada vî şerî Rojhilata Navîne û sîstema Rojhilata Navîn û nirxên wê yên kevneşop di hedefê de ne. Di şerê cîhanê yê duyemîn de Rojhilata Navîn jî di hedefê de bû, lê şer di navbera dewletên Ewrûpa, Emerîka û Rûsyayê de bû.

Di şerê cîhanê yê sêyemîn de armanca hêzên mezin çiye û bi kîjan stratejiyê tevdigerin?

Di hêla aborî, tenduristî, çandî, siyasî û leşkerî de krîzek mezin ya sîstema cîhanî heye. Sîstema dewletên Rojhilata Navîn jî mîna berê nema xizmeta berjewendiyên hêzên derve dike. Her wiha li pêşiya pêşketinan jî asteng e. Lewma guhertina sîstemê hedefa yekem e, ya din jinûve dîzayinkirina herêmê dinavbera hêzên navdewletî de ye. Di şerê cihanê yê duyemîn de Fransa û Brîtanyayê bi peymana Sykes-Picot dinavbera xwe de parvekirin pêk anîn. Lê niha Emerîka û Rûsya xwe wek hêzên sereke nîşan didin. Ji salên 1990’an ve, heta berî wê jî di navbera  Îran û Iraqê de li herêma Rojhilata Navîn şer ne rawestiya. Xuyaye ev şer wê hîn jî bidome. Dinavbera Emerîka û Çînê de şerek pêk tê, Rûsya dixwaze bloka xwe careke din rêxistin bike û dewletên Rojhilata Navîn bigre nav bloka xwe. Her wiha welatên Ewrupa neçarî xwe bike û bixe bin bandora xwe. Her wiha Emerîka her dem dixwaze bloka NATO biparêze û bandora xwe li ser Rojhilata Navîn kêm neke. Lê xuyaye her tişt dê mîna berê birêve neçe. Ji ber ku dewletên NATO wekî hev nafikirin. Pêwistiyên dewletan hatine guhertin. Nimûne Tirkiye piştî şerê cîhanê yê yekem di encama belavkirina Împaratoriya Osmanî de hat biçûkirin û bû dewletek girêdayî NATO. Lewra divê her liv û tevgera wê bi erêkirina vê blokê pêk were. Niha ew dibîne ku NATO jêre tenge û têra liv û tevgera wê nake. Lewma her dixwaze ew jî bibe dewletek mezin ku li ser Rojhilata Navîn bi bandor be. Ev dibe sedem ku bi gelek welatên dostê xwe re bikeve nava nakokiyan.

Qonaxên vî şerî mirov dikare çawa pênase bike?

Em dikarin şerê sêyem bi sê qonaxan bi nav bikin; destpêk, navîn û dawî. Ji ber  ev şer ne wek şerên berê dest pê kir, em nikarin wiha binirxînin. Tenê em dikarin bêjin krîza mezin a sîstema navdewletî ku di nava xwe de rizandinê dijî  ger xwe neguherîne wê hilweşe û bi xwe re xirabiyek mezin di asta felaketê de bîne. Şer bi hilweşîna rêjîma Sedam dest pê kir, ev 10 salin li Sûrî û welatên din berdewam e. Diyare wê hîn welatên din jî bigire nava xwe û wê hîn xwîn gelek birije. Ewrûpa û Emerîka dibe ku dinava xwe de hin guhertinan pêk bînin. Em dikarin bêjin em dema navîn a şerê cîhanê yê sêyem dijîn.

Çima qada şer herêma Rojhilata Navîn û bitaybet navend Kurdistan e? Sedemên dîrokî û civakî çine?

Bi gîştî dewletên Rojhilata Navîn dibin qadên şer. Petrol, av û gaz mijarên serekene ku dibin sedema şeran. Lewma welatên xwedî van madeyan bin dibin navenda şer. Kurdistan erdnîgariyek dewlemende. Di ware siyasî de di navbera çar dewletan de hatiye parvekirin. Gelên wê di çanda xwe de ne olperestin, ne jî zayenedperstin. Di pîvanên azadiya civak, wekheviya mêr û jin de jî vekirîne. Ew ji projeyên demokrasî, guhertin u veguhertinê re vekirîne. Lewma ev erdnîgarî hem dibe bingeha çavberdana hêzên derve, hem jî dibe mijara pêkanîna projeya jinûve dîzayînkirina Rojhilata Navîn. Di dirêjahiya dîrokê de gelek peyman di navbera hêzên derve de li ser parvekirina xaka Kurdistanê hatine îmze kirin. Her çiqas Kurdan serî hilda be jî, lê nekarîne xwe ji rewşa perçebûnê rizgar bikin. Hatine xapandin, bi hin helwestên xwe xizmeta wan peymanan kirine. Lewma Kurd her bûne qurbaniyên wan şeran.

Şoreşa Rojava dinava şertên şerê cîhanê yê sêyem de wekî rêya sêyem pêk tê. Ji bo pêkhatina aştiyê û çareseriyek mayînde, pergala netewa demokratîk di şexsê Rojava de bandorek çawa dike?

Şoreşa Rojava di zirûfên herî zor û zehmet de li dar ket. Dema pêla şovenîzma Ereb û Tirk xurt bû, her wiha olperestî bi dû şaxên xwe yên sunnî û şîa gur bû, zayendperestî di asta herî jor de hate geşkirin, şoreşa Rojava wekî alternatîf xwe da der. Projeya netewa demokratîk di xeta sêyemîn de wek dermanê li dijî van nexweşiyan tevî dikare bibe rêya herî rast a îfadeya heqîqeta civakên Rojhilata Navîn. Dema ku zanebûn kêm be, gaflet di asta herî jorde be, civak hatibin birçîkirin û mecbûrî şeran hatibin kirin, ew dibe felaketa herî mezin ya bi serê gelan de hatiye. Ji ber vê projeya netewa demokratîk a xwe disipêre hêza xweser a civakan  û xwişk-biratiya gelan, rê li pêşiya şer girt. Li şûna perçebûnê li ser esasê mafan û azadiya gelan, bawerî û azadiya jinê îtîfaq û jiyana hevbeş pêş xist. Şoreşa Rojava tecrûbeya pratîk a vê projeyê ye. Di bin siha vê projeyê de her gel bi ziman û çanda xwe dijî û perwerde dibe.  Her wiha her gel hîn zêdetir çand û zimanê gelên din dizane û nas dike.  Çawa çanda xwe diparêze, ji bo parastina çanda gelên din jî berpirsyar e. Jin û mêr wekhev dijîn, herdû wekhev xwedî maf in di hemû qadên jiyanê de. Ya herî giring hişmendiya demokrasî û azadiyê pêş dikeve. Di mijara xweparastinê de xwe nasipêre ne hêza dewletê ne jî hêzekî din. Di aboriyê de xwe bi derfetên xwe xwe têr dike. Ev hemû di çerçoveya civakbûnê de birêve diçin.

Li çar aliyên welat gelê Kurd tevî polîtîkayên qirkirinê, aştiyê dixwaze. Rêber Abdullah Ocalan ji 1993’an ve bi caran agirbest ragihandin, xebat û qonaxên giring yên aştî û çareseriyê pêş xist. Ev helwesta Rêber Ocalan çawa tê pêşwazîkirin?

Di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de ji salên 1970’an ve doz û tekoşîna azadiya gelê Kurd birêve diçe. Dewleta Tirk bi hemû hikumetên xwe ve, siyaseta li beramberî Kurdan ne guhert. Her hikumeta nû hat, ji ya berê xirabtir siyaseta îmhayê pêş xist û Kurd qir kirin. Ji ber nebûna derfetên siyasetê li Tirkiyê, PKK’ê 1984’an fermî şer ragihand. Lê ji ber hişmendî û armanca vî şerî her dem vekirina pêşiya sîyaset û çareseriyê bû, gelek caran birêz Ocalan agirbest ragihand û komên aştiyê şandin Tirkiyê. Lê mixabin dewleta Tirk qazidên aştiyê hemû girtin,  avêtin zîndanan û hukum li wan birîn. Her wiha Tirkiyê li deverên şer rawestiyayî weke derfet dît, qereqol û qelekol avakirin, amadekariyên şer xurt kirin. Li aliyê din ji ber ku prosesa aştiyê li Tirkiyê ne ketiye rojeva cîhanê piştgirî ji van pêngavan re ne hat. Berovajî her dem endamtiyaTirkiyê ya ji bo NATO ya esasî bû. Yanî berjewendî û têkiliyên dewletan asas bûn. Lewma gava ku Tirkiyê dibêje PKK pêngava aştiyê xirab kir her çiqas ne rastbejî, lê ji bo gelek piştgirên wê rast bû. Ev neheqiyek mezine li Kurdan û rêberê Kurdan tê kirin. Lê bi saya projeya li Bakur-Rojhilatê Sûrî pêşketî, gelek rastiyên veşartî jî derketin holê û eşkere bû ka kî aştiyê dixwaze û kî şer dixwaze.

Ev tekoşîna li Rojava hatî kirin, bi taybetî li dijî DAIŞ’ê, bandorek mezin di asta cîhanî de kir. Di demek de ku li her devera Sûrî şer rêve diçe, li Bakur-Rojhilatê Sûrî jiyana hevbeş û aştî pêş ketiye. Vî rengê jiyanê cîhan hemû matmayî hişt. Ji ber vê ji vê projeyê re rayek giştî ya mezin çêbûye. Bi taybet ji ber ku sîstema cîhanî dinava krîzê de ye, ev proje wekî çareseriya vê krîza cîhanê jî tê dîtin.

Di netewa demokratîk de felsefeya aştî û azadiyê çiye? 

Aştî û azadî di netewa demokratîk de xwe disipêre tekiliyên dîrokî yên civakan û nûjenkirina têkiliyên jiyana hevbeş. Felsefeya aştî û azadiyê xwe disipêre prensîba wekhevî û edaletê. Ji bo ku aştî mayînde û rast be, pêwiste xwe bispêre van pîvan û pirensîban. Ji derveyî wê aştî wê bibe teslîmbûn û desthilatdarî. Nimûne li Sûrî ger rejîm neguhere, bi hişmendiya demokrasî û edaletê ve neyê girêdan, ne mumkune aştî pêk were.

Bandora şerê cîhanê yê sêyem li ser jinan çiye? Di şexsê şoreşa Rojava de jin di şerê sêyem de rolek çawa dileyîzin?

Heta niha bi milyonan jin û zarok di encama şerê cîhanê yê sêyemîn de hem penaber bûne hem jî hatine kuştin. Hêjmarek mezin jî girtî hene. Bi hezaran jin rû bi rûyê destavêtinê dimînin. Bi taybet gava ku jin ne rêxistî û zana be û nikaribe xwe biparêze rastî zilmek mezin tê. Ji bo wê di şoreşa Rojava de jin ji destpêkê de her amade bû û rêxistinkirîbû. Jinên Rojava bi xwe re jinên ji pêkhateyên din jî rêxistin kirin. Jinan di qonaxa şoreşê de li her qada jiyanê xwe rêxistin kirin. Ji ber vê jî jinan li Rojava karîn bandorê li pêşketinan bikin û pêşengiya guhertinan bikin. Bi vî awayî di nava şoreşê de şoreşa jinan pêk anîn. Rastiya ku jinên Şengal dîtine  ji encama nezanî û nerêxistinbûnê bû. Ji ber vê jin li wir hatin qirkirin. Lê li Rojava jin bû xwedî vîn û di navenda biryaran de cihê xwe girt. Lewma hem xwe û hem civak ji qirkirinê rizgar kir.

Ev pergala şer û qirkirinê ya xwe disipêre eqlê zilam, dê bi kîjan rêbazan were têkbirin?

Li dijî çanda desthilat ya mêr pêwiste çanda hişmendiya jin pêş bikeve. Dema jin di jiyanê de aktîv be, zana û rêxistî be, xwedî rol be, di navenda biryaran de be; dikare rengê jiyanê biguhere. Gava ku mêr xwe ji guhertin û veguhertinê re vekirî bihêle, wê demê hevsengiya mêr û jin çêdibe. Wê demê jiyan dê li ser du lingan birêve biçe, wê adalet pêk were. Wê demê li cîhanê şer wê kêm bibe. Avabûn wê bibe bingeh û armanca jiyanê. Lê di serî de divê hişmendî were guhertin; ew hişmendiya jinan di malê de hepis dike,  mêr dixe navenda jiyanê, jinan dike wesileya bazirganiyê di destê mêr de. Gava ev hişmendî biguhere wê demê wê armanca jiyanê tev were guhertin.