Di pêşketina wêjeyê de rola jinê

- Fehime Deştan
681 views

MANSETWêje hunereke ku bi pêşveçûna xwezaya mirovahiyê re pêşketiye. Hunereke ku mirovahiyê xwe pê îfade kiriye û bi rêka wêjeyê jiyana xwe bedew kirine. Wêje şêwazeke vegotinê ya xwe gihandina hemû pêvajoyên dîroka çandî û jiyana mirovan a civakî ye. Lewra bi rêka vegotina wêjeyê mirovahiyê serpêhatî û nirxên xwe parastine. Rola jinê a di nav wêjeyê de bi qasî ya di jiyanê û pênesekirina wê de ye. Di pêngavên civakî yên destpêkê de û heta niha jî rola jinê çawa di pêşketin û komkirinên nirxên civakî de çiqasî bêhampabe, di wêje û pêşdebirina wê de jî heman e. Ti pêşketinên jiyana civakî bê wêje mayînde nebûne. Lêbelê heke em di roja îro de tenê tiştên nivîskî bigirin dest, wê demê dîroka berxwedan û têkoşîna mîrovahiyê çawa ji bo pêşdebirina jiyanê û parastina nirxên mirovahiyê timî têkoşiyane, jinê timî cihê xwe di nav de di rola pêşengtiyê de girtiye, emê hîn baştir bibînın. Lewra rola jinê di wêjeyê de di asta berpirsiyartiya parastin û bedewkirina jiyanê de ye.

Dema em BZ 1000’ê jî bigirin dest gelek destanên wê demê yên ku bi zimanê jinê jî hatine gotin mirov dibîne. Xwedevendiya jinê di wan destanan de jî diyar e. Heke em beriya vê jî bigirin dest, em ê bibînin ku dayîk bi xwe hêza manewiyata civakê û kombûna wê ye. Lewre lorîkên ku dayîk ji zarokên xwe re dihune jî hemû wêjî ne û ji xwezayê qet qut nînin. Şahî û şînan de jî mirov timî dibîne ku jin zêdetir wê pênase dike û xwediya wê hêzê ye ku karibe di bûyerekê de serdemekî jî pênase bike. Lewre gelek tiştên bi deng û hestên jinê hatine hunandin û ev dide diyarkirin ka jin çiqasî dikare jiyanê bi kêfxweşî, xemgînî û bedewiya wê terîf bike.

Şêweyê vegotina jinê a wêjeyê 

Wêje, manewiyata ku mirovahî jiyana xwe ya civakî pê mayînde kiriye ye. Ji ber girêdayî cîhana mirovan û xeyal, raman û hêviyê ye, jinê bi hestên xwe yên tenik kariye bi vegotineke bedew, wê ji civakê re ragihîne. Heke em bêjin mirov ji dVintage old books on wooden deck table background.erya hizir û xeyalê xwe tenê dilopna dadiwervîne ser cîhana zahirî û xwe pê îfade dike, lê ya asoyê mirovan ber bedewiyeke bedewtir ve dibe, cîhana mirovan ya xeyalê ye. Ji ber vê yekê em nikarin navê hinek kesên tenê nivîsîne û hatine zanîn ji wan re bêjin van wêje pêşde biriye û rola jinê tê de tinebûye. Ji ber ku bi herkîna çemê mirovahiyê re timî bi wêjeyê hatiye îfadekirin û pênaseya wê bi hêztir bûye. Têkiliya wêjeyê bi hemû pêşketinên mirovan re heye û mayînde kirina wan re di nava hev û du de hatiye hunandin. Heke ne ji cîhana xayalê mirovan û teswîreke mirovan ya batinî be, mirov ê çawa bawerî, hêvî, raman…hwd. bi wan li ser piya bimînin û civakîbûna xwe bişûpînin û bidûmînin.

Têkiliya jinê bi wêjeyê re dema em şîrove bikin, wê demê em ê mijara berdewamiya rola jinê ya civakî ji serê ewilî heya roja îro bigirin dest û binirxînin. Bi destpêkirina jiyana civakî û pê de, jinê rola xwe ya bi vegotinên wêjeyî re bûye hozaneke ku karibe derdorê xwe kom bike; timî jinê bedewiya jiyanê bi zimaneke wêjeyî teswîr kiriye û ji nifşekî gihandiye nifşeke din. Zimanê jinê a jiyanê bi wêjeya devkî, çalakiya jiyanê îfade dike û mayînde kirina wê dide diyar kirin. Ji ber ku di jiyanê de bingehê civakîbûnê temsîl dike, tê wê wateyê ku bi wêjeyeke bedew xwe îfade kiriye da ku jiyaneke bedew û bi estetîkê barkirî bê berdewam kirin. Çawa em dibêjin jiyaneke bê astetîk nabe, ango bê bedewkirin û wate lê barkirinê nabe, wê wêjeyeke bê ku rola jinê tê de nebe, qet nebe. Em dema dibêjin estetîk, tavilê divê bedewkirina jiyanê û wate lê barkirin bê bîra mirov. mirov di vir de bêje têkiliya jinê bi wêjeyê re çi ye, yan jî rola jinê di wêjeyê de çi ye, ev dê mijarê hinekî weke çawa cîhaneke li ber çavên me be û em tenê di kulekekî de lê temaşe bikin bibe. Çawa civakeke bê jin nabe civak, wê demê rola jinê di wêjeyê de jî weke ya di nav malbat û civakê de ye. Rola jinê di wêjeyê de bi qasî hebûna wê jî girîng e. Ji ber ku jin wê rola danasîna hebûna xwe bi wêjeyê pêk bîne. Wê demê rola danasîna civakê jî ger bi wêjeyê re pêşketiye, wê jin wê danasînê baştir bide nasîn.

Rola jinê di wêjeya devkî de girîng e

Rola herî zêde jî dikeve ser milê jinê; divê ku bi wêjeyê şikil bide hîs û hasten civakê. Divê civakê bide fikirandin. Di nava wêjeyê de jin dê weke netewê, çand û hebûnê bi wêjeyê bide mayînde kirin. Dema ku jin rola xwe a di nav wêjeyê de neleyîze, wê demê wê wenda bibe û bê jibîrkirin û dîroka hebûna civakîbûna jinê wê wenda bibe. Divê ku di nava wêjeyê de rola serke bigire ser milê xwe da ku bikaribe têkoşîna jiyana azad bide meşandin. Di wêjeya kurdî ya devkî de rola jinê gelekî xurt e. Vê yekê hiştiye ku çirûskên têkoşîna jinê bête dîtin û nasîn. Herî zêde jî cihê jinê di nav civakê de çiqasî maye ew pirr baş diyar bûye. Lewra di gelek destanên kurdî de mirov dibîne û dikare asta rewşa jinê ya ku tê de ye jî fêm bike. Mînak di van destanên kurdî hemûyan de jî jin heye, lêbelê bi qasî ku rewşa heyî îfade bike, jin jî tê de heye. Ji van destanan weke:

a)- Mem û Zîn

b)- Siyabend û Xecê

c)- Şêxê Sîsebanê

e)- Derwêşê Evdê û Edulê

f)- Binefşa Narîn û Cembeliyê Hekarî

h)- Xanî Lebzêrin û Kelha Dimdim

j)- Zembîl Firoş

k)- Memê Alan

p)- Destana Şêxê Senan

Di van destana hemûyan de jî navê jinê, dengê  wê û vegotinên wê jî mirov dibîne, di heman demê de rewşa jinê jî baş mirov di wir de dibîne. Lewra gelek destanên ku negihîştine me jî ji aliyê pêvajoya desthilatdariyê de hatine wenda kirin û nehiştine deng û rengê jinê ruhê civaka azad û wekhev îfade bike.

Rengîniya jiyanê bi wêjeya jinê pêkane

Ger dîroka mirovahiyê ber bi evqasî şidet û çewt kirineke dîrokî ve çûne, ev ji ber bê rol mayîna jinê ya dîroka civakî de ye. Ger ne wiha baya wê terîfa jiyaneke rast bi wêjeyeke rast bihatiba kirin. Jı bo ku rOpen flying old booksola jinê lewaz bimîne, hemû şêwaz hatine bikaranîn, nediyariya jinê bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Ger jin ewqasî rola wê jê hatiye girtin, ev tenê bes e mirov rewşa jinê baştir bizanibe. Lê, ger ne wiha be, kî bi qasî jinê dikare cîhana xwe ya xeyalî tarîf bike û vebêje. Di heman demê de pênaseya xwezaya yekemîn û ahenga wê bi xwezaya duyemîn re, divê jin bi zimanê wêjeyî pênase bike û bigihîne ruh û dilê civak ê. Lê, ger ev di wêjeya nivîskî de pêşneketibe, ev nayê wê wateyê ku jinê nexwestiye rol bigire ser milê xwe û xwedî lê derkeve. Herî zêde jî li ser dîroka jinê dagirkerî hatiye pêşxistin û berdewam kirin. Heta niha jî em tenê di asta navan de jinên nivîskar û jinên ku di serhildêriya civakî de rol lîstine dibihîzin. Ji ber ku jiyana jinê ya civakî nehatiye nivîsandin, rola wê di wêjeya nivîskî de pêşneketiye. Di roja îroyîn de wê dewlemendî û pirr rengîniya jiyanê bi wêjeya jinê re pêşbikeve.

Ji Dayê Tewrêze Hewramanî ku di sedsala (938) jiyaye, heya roja me ya îroyîn gelek jinên Kurd rola xwe di nava wêjeya Kurd a nivîskî de lîstine û berhemên xwe yên nivîskî jî hiştine. Lê berhemên wan yên nivîskî ji ber tundiya desthilatiyê hatine wenda kirin û li ser hatiye girtin. Ji dema mîtolojiyan û heta roja îro jî perdeyeke reş li ser hebûn, reng û dengê jinê hatiye nixumandin.

Her wiha di nava nivîsên jinekê de jî mirov dikare rewşa jinan ya civakî û asta desthilatiyê baş fêm bike. Mînak Mestûre Erdelanî di helbesteke xwe de wiha dibêje: “Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,

Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im.Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,

Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.”

Gelo ma ev rewşa heyî baş nade îfade kirin? Lê, divê em êdî rêka wan bişûpînin û rola me ew be ku em ji nû de ruhê jiyanê yê hatiye veşartin derbixînin hole û aliyên ku li ser hatiye tarî kirin, derbas bikin û bi awayekî çalak rola xwe bigirin û civaka xwe bedew bikin.