Jinên Efxan hîna gotina xwe ya dawî negotine

- Newaya Jin
323 views
Berî 20 salan hêzên kapîtalîzma modernîte, di serî de Emerîka qaşo bi îdîaya birina demokrasiyê çûbû Efxanîstanê. Lê di encamê de hêzên serdest ên cîhanê bi hêzeke dijminê jinan, gelan û demokrasiyê re di encama polîtîkayên qirêj de li hev kir, xwe ji Efxanîstanê kişandin, Efxanîstan radestî Talîbanê kirin.

Emerîka dev jê berde di nava 20 salan de çareseriyê pêk bîne, dema derket li du xwe alozî û tevlîheviyek mezintir, kuştin, koçberî, girtin, tirs hişt. Mînaka Efganîstanê nîşan da ku bi mantiqa dagirkeriyê destwerdana li welatên din şaş e û encam her tim têkçûn e. Ango bi destwerdanên derve rêvebirina gelan ne mimkûn e. Careke din zelal bû ku li deverekê guhertin tenê bi tevlîbûn û îradeya azad a gel dikare pêk were.

Rêveberiya pişta xwe nedabû hêzên derve reviya

Li alîkî din Emerîkayê piştgirî da rêveberiyek bijarte û piraniya gel li alîkî din ma. Lewra vê rêveberiyê li ber xwe neda, ket derdê jiyana xwe û reviya. Vê yekê jî nîşan da ku rêveberiyên pişta xwe bidin hêzên derve û ji gel qut bin, pêlîstokên hêzên derve bin, pişta xwe nedin hêza gelê xwe û neyên hezkirin nikarin xwe li ser lingan bigrin û bibin hêza çareseriyê. Niha ji bilî du eyaleta Talîban hemû Efxanîstan xistiye bin kontrola xwe. Bêguman gelê Efgan destekê nade Talîbanê û wê weke hêzeke biyanî dibîne. Lewra ji niha ve diyar e wê li hemberî Talîbanê berxwedan pêş bikeve. Lewra li Efxanîstanê û li tevahiya cîhanê li dijî Talîbanê û hêzên serdest ên Efxanîstan radest kirin hêrsek mezin heye.

Talîban jinan milkê zilam dibîne

Talîban ji bo jinan kabûseke. Lewra ev hêz jinan weke xanîmeta şer dibîne û destpêkê lîsteya zarokên keç yên di ser 15 salî re xwestin ji bo bikin koleyên seksê. Di zehniyeta wan de jin malê zilam e. Divê ji gotina zilam dernekeve, bi temamî di binê çarşefa reş de be, zarokên keç neçin dibistanê. Di rastî de çanda tecawizê li ser hemû jinan ferz dikin. Jin divê beyî zilamekî dernekevin derve. Heta nikaribin bi dengekî bilind bikenin, cil û bergên dixwazin li xwe bikin. Ji hemû qadên jiyanê tên derxistin. Bi kurtasî hemû mafên jinan di encama têkoşînê de bi dest xistibûn ji destê wan tê girtin. Lê gelek jinên dengê xwe bilind dikin dibêjin, ew ê mafên xwe teslîm nekin û li ber xwe bidin, parastina jiyan, destketî û xeyalên xwe bikin. Her çiqasî Talîban hewl dide îmaja xwe li gorî berê hinekî cûda bide nîşandan jî lê kes jê bawer nake.

Jin mîna li Kobanê, dikarin li Efxanîstanê jî pêşengiyê bikin

Ewrên reş ên li ser jinên Efganî, dişibe ewrên reş ên DAIŞ’ê ku li ser Kobanê bilind bû. Jinên kurd dizanîbûn ku eger DAIŞ li Kobanê bi ser bikeve, wê li Rojhilata Navîn ji bo jinan nefeseke azad nemîne. Bi têkoşîna jinan rewrên reş belav bûn. Bedelên wê çiqas giran be jî bi pêşengiya jinên azad hêvî li cîhanê belav bû. Talîban jî xwedî heman zehniyeta DAIŞ’ê ye. Jinên Efxan jî li dijî tarîtiya Talîban dengê xwe bilind dikin û dibêjin, li Efxanîstanê hîna her tişt bi dawî nebûye. Diyar e mîna li Kobanê, li Reqayê wê li Efxanîstanê jî gotina dawî jin bêjin.