Parastina ruhê netewî

- Zeynep DERSİM
399 views

Êrîşên hewayî ên faşîzma AKP-MHP’ê ku di 15’ê Nîsana 2020’an de li dijî Zînê Wertê û Mexmûrê destpêkir, derbasî qonaxeke nû bû. Bi taybetî tevger û pêşketinên li Zînê Wertê, hem ji hêla pêşketinên siyasî û leşkerî ên li herêmê, hem jî ji hêla pêvajoya li pêşiya me ka PDK wê rolek çawa bilîze, nîşan dide. Zînê Wertê herêmeke ku di salên 90’î de, di dema şerê dijwar yê navxweyî ku di navbera PDK-YNK’ê de rû da û herî dawî jî dikeve bin kontrola YNK’ ê de ye. Lê belê bi pêvajoya dawî re PDK’ê hêzên xwe yên leşkerî veguhestin vê herêm ê. Ev yek jî dide diyar kirin ku ev di tewereya planên dagirkeriyê ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de pêş dikeve.

Lîstoka li Zînê Wertê

Hewildana hêzên dagirker ên Tirk a bi salane li hemberî herêmên parastina Medyayê didome, neserkeftî biencam bûye. PDK ku axa başûrê Kurdistanê ji hêzên dagirker ên Tirk re vekir, hîşt ku ew bi dehan beregehên leşkerî ava bikin, bi agahiyên saloxgeriyê re gerîla û gelê li herêmê kirin hedef û ji bo talana herî mezin a aborî derfet û fersend pêşkêşê Tirkiyê kirin, niha jî bi Zînê Wertê re dixwazin van êrîşên dagirkeriyê bigihînin asteke din. Tenê armancek vê pardariya qirêj heye. Ew jî ev e ku li herêmê serweriyek tam ava bikin û tesfiye kirina Tevgera Azadiya Kurd e.

Ev yek pir eşkere dide xûyan ku PDK û dewleta Tirk di vê mijarê de lihevkirine. Ev tora têkiliyan ku PDK rexmê nerazîbûna gelê Kurd ketiye nav de jî, ne tenê ji bo gelê başûrê Kurdistan ê, belku tehdîtek mezin ji bo tevahiya Kurdistan û gelê Kurd, hemû destkeftiyên wan dide avakirin. Ango lewaz û tesfiye kirina Tevgera Azadiya Kurd di heman demê de wê bê wateya bidawîbûna hebûna siyasî a PDK’ ê. Li erdnîgariya Kurdistan ê, diyalektîka di nav yekitiyê de avakirina hebûnê hîn bihêztir dixebitî. Di heman demê de berovajî jî bibandor e. Bi gotineke din yên yekbûna xwe ava nekin wê rastê êrîşeke vekirî bên û tu destkeftî wê nekare xwe ji gefan rizgar bike. Fikra PDK’ê a li ser hilweşandina Tevgera Azadiyê ku li çar perçeyên Kurdistanê temsîla gelê Kurd dike, xwe avakirin, di rastiyê de tenê tê wateya tune bûnê.

Ruhê netewî wê polîtîkayên heyî hilweşîne

Siyaseta PDK’ê a rojane, teng, malbatî û girêdayî berjewendiyan pir mêjde têk çûye. Gelê başûrê Kurdistanê her tim, dem bi dem li dijî pirsgirêk, dejenerasyon û hejariya di qada siyasî, civakî û aborî de dihat jiyan kirin, serî rakiriye. PDK ji bo gel ne di qada civakî, aborî, perwerde û ne jî tenduristiyê de xwedî tu polîtîkayekê nîne. Ji bo pêşeroja gelê Kurd tu planeke wan tune ye. Yegane plana ku di dest PDK’ê deye, li ser plana tasfiyeya Kurdê azad parastina berjewendiyên xwe ye.

Dîsan xefleta herî mezin a PDK’ê ew e ku siyasetek girêdayî derve dimeşîne. Dîrokê hertim ev yek nîşan daye ku heta niha tu hêzekê ku xwe nespartibe hêza xwe bi xwe a hebûnê, nekariye demdirêjî li ser dika dîrokê bimîne. Li herêmek wek Rojhelata Navîn, ev rewş hîn zêdetir girîng dibe. Yegane rêya temînata hebûna rastiya Kurd û xwedî bi pêşerojeke azad bûyîn, bi esas girtina hêza xwe bi xwe û pêşxistina yekîtiya netewî pêkan e. Derveyê vê hemû rêyên ku serî lê bê dayîn tenê wê bi xwe re hîn zêdetir hilweşandin û perçekirinê bîne. Ji ber vê jî polîtîkayên ku wê bên şopandin jî hewceye li ser bingehê pêşxistina jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd be. Li her bihostek axa Kurdistanê bi ruheke li ser esasê yekîtiya netewî yekbûna têkoşînê pêşxistin xwedî girîngiyek jiyanî ye.

Planeke nû li devrê ye

Dema ev hemû tişt li ber çav bên girtin, mirov dikare bibêje ku hewldana dagirkeriya li ser Zînê Wertê perçeyek nû ya plana tesfiye kirinê ye. Ev yek bi awayek cûda fêm kirin, tenê wê ji bo gelê Kurd xwe xapandin be. Li Rojhelata Navîn ku şerê cîhanê yê 3. berdewam dike, bi taybetî di demekê de ku tê xwestin yeksengiyên nû bên avakirin, derketina pirsgirêkek a di navbera Kurdan de wê ji sedsala li pêşiya me jî bide winda kirin. Dema ku ev rastî li holê ye, gotina PDK’ê a PKK ne hêzeke rewa ye rê li êrîşên nû yên dewleta Tirk a dagirker vedike. Dibe ku PDK’ê di dema derbazbûyî de bi polîtîkayên wiha hin avantaj ji tevgera xwe re bidest xistibin. Lê ev polîtîka di mercên şerê cîhanê yê 3. de wê bi Kurdan bide winda kirin. A ku bi Kurdan bide qezenckirin tenê pêkanîna yekîtiya netewî ye. Li şûna xwespartina ji hêzên derve û polîtîkayên xwe li gor vê tewereyê pêşxistin, bi yekîtiya di navbera Kurdan û hêza gelê Kurd bixwe bawer kirin û xwespartina wê girîng e.

PDK neçare ku helwesta xwe zelal bike. Berovajî wê vê nekaribin xwe ji rûpelên reş ên dîrokê rizgar bikin. Sedema sereke a planên tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd ku bê navber û bi hemleyên nû tê nûjen kirin, rola azadîxwaz a tevgera azadiyê ye ku li herêmê dilîze. Her wekî têkoşîna zêdetirî 40 salan a li her çar perçeyên Kurdistanê ku rê li pişkivîna hêviyên nû vekir, li gel pêşketinên şoreşgerî, ew bûye pêşengek ku bandor li tevahiya herêmê kiriye. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê jî baş dizane ku, heya kurdîtiya azad û welatparêzî ku di pêşengtiya PKK’ê de pêşket, hebe, dê tu planên wan bi ser nekevin. Ev di heman demê de temînata civakek demokratîk û wekhev e. Ji ber vê çendê jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi qels kirina Tevgera Azadiya Kurd û bê bandor hîştina wî hewl dide ji xwe re rê vebike.

Feraseta netewa demokratîk biserketiye

Li dijî vê plana tesfiyekirinê, nemaze têgihîştina netewa demokratîk a tevgera Kurd, ya ku hemû Kurd li dora hevkarî û hişmendiya azadiyê civandiye, ji niha de serkeftinên mezin bidest xistiye. Îro daxwaza hevpar a herkesê/î ew e ku demek ji ya din zûtir avakirina yekîtiya netewa Kurd e. Lê girîng e ku di vê qonaxê de mirov hemû astengiyan jî vekirî nîqaş bike. Başe, ger hemû Kurd bi yek dengî yekîtiya netewî dixwazin, wê demê çima pêk nayê? Helbet tê zanîn ku hin hêzên naxwazin Kurd bibin netew hene. Ew ev hêzên ku berjewendiyê wan di perçekirina Kurdan de heye. Mirov dikare di serî de dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyê bihejmêr e. Van dewletan hebûna xwe li ser înkar û tunekirina gelê Kurd avakiriye. Û ji bo ev rewş bidome jî a ji dest wan tê dikin. Di serî de DYE û di nav hêzên ku li herêmê li pey  avakirina hegemonyaya xwe ne, Kurdistanek yekgirtî nayê xwestin. Her wekî ku polîtîkayên xwe yên sedsala raborî li ser vê pêşxistin, di nav sedsala li pêşiya me de jî ji bo domandina vê siyasetê ev yek hatiye erê kirin. Hêza ku him hêzên navneteweyî û him jî hêzên herêmî ji bo xwe wek astengî dibînin, Tevgera Azadiya Kurd e. Piştgiriya van a ji pêkhateyek din a Kurd re encax li ser bingehê bikaranîna wan û dijminahiya li hemberî Tevgera Azadiya Kurd pêş dikeve. Herweha rastiya ku PDK hema hema bi tevahî ji devê Tirkiyê diaxive, çavkaniya xwe ji vê yekê digire.

Hunermend dikarin bibin dengê yekîtiyê

Dema mirov li tevahiya partiyên Kurdistanê ku nayên yekîtiya netewî, dinêre, em yekser dibînin ku hemû jî bi awayekê ji navikê ve bi hêzên hegemon ve hatine girêdan. Ev jî nîşan dide ka çima nayên yekîtiya netewî. Lê, li vir a girîng ev e ku ka gel, jin, hunermend û ciwan çi dixwazin. Rewşa ku gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê pê re rû bi rû maye, îro bêrîkirina ji yekîtiya netewî û Kongreya Netewî gihandiye asteke herî bilind. Bi taybetî helwesta dewleta Tirk, êrîş û hewldana wan a dagirkirina Rojava, mijara yekîtiya netewî, ev gihandina rêgezên şênber û sazîbûnê, dîsan Kongreya Netewî xist rojeva sereke a gelê Kurd. Bangên ku li berên cûda ji bo yekîtiya netewî ji her alî ve hatin kirin, nemaze ji aliyê jinan ve rê li pêşketinek girîng vekir. Xwedî derketina hunermend û rewşenbîrên Kurd a ji rojeva yekîtiya netewî, ku bixwe dengê wijdana gel in, piştgiriyek mezin da ku yekîtiya netewî bibe hestek bingehîn a hemû gelê Kurd. Pêkanîna yekîtiya netewî ku ji bo gelê Kurd bêrîkirinek mezin e, ji hêla têkoşîna gelê Kurd ya azadî û demokrasiyê tê wateya birînek vekirî. Ev yek ji sedema sereke ye ku mêtingeriya li Kurdistanê hîn jî berdewam dike.

Rola girîng dikeve ser milê jinê

Ev hemû tişt dide diyarkirin ku rola jin di pêşketina yekîtiya netewî de bilîzin xwedî girîngiyek mezin e. Her çend Kurdistan di dîrokên cûda de, di bin siya hêzên cihê de mabe jî,  azadî di pêkanîna nasnameya dîrokî ya civaka Kurd de bûye armanca herî pîroz. Di vê de rola jina Kurd xwedî ciheke girîng bûye. Gelek jin di têkoşîna dîrokî a gelê me de di asta pêşengtiyê de cih girtine û tucaran dest ji israra di jiyana azad de bernedane. Di serhildana Dêrsimê de Besê, li Koçgiriyê Zarîfe, li raperîna Agiriyê Yaşar Xanim, li Mahabadê Mîna Xanim, Leyla Qasim û dîsan heya Meyan Xatûn ku di yekbûna Êzîdiyan de rolek mezin lîstiye, jinên Kurd û Kurdistanî ji bo azadî, ku dengek hevpar e, canê xwe feda kirine. Di kesayeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û Zîlan (Zeynep Kinaci) de ku li dijî paşverûtiyê bûne pênaseya herî şênber a berxwedanê,  bi sekna xwe berxwedana herî mezin derxistine holê. Ji Şîrîn Elemhûlî bigre heya sembola şoreşa Rojava Arîn Mîrkan, jinên Kurd di têkoşîna azadiyê de xwedî rolek girîng bûne.

Li dijî mêtingeriyê têkoşîna bihêz

Di avakirina Kurdistana Azad de, girînge jinên Kurd û Kurdistanî ji bo avakirina demokrasiya civakî û erkên xwe, bi hişmendiya diyalogek bihêz û xebatek hevpar û pêşxistina tora rêxistini nêz bibin. Ji bo vê armancê, pêşxistina perspektîfek hevbeş a di warên civakî, siyaset, aborî, perwerde, tenduristî û jîngehê de ji her demê zêdetir pêwîst e. Jin ku parastvanên resen ên zimanê kurdî ne, di pêşxistina zaravayên kurdî, rojane axaftin û nivîsînê de bikaranîna wê, xwedî rolek girîng in. Jinên Kurd ji dîrokê heya roja îro xwedî li hemû nirxên xwe yên netewî, çandî û ziman derketine, li hemberî hêzên mêtinger û amûrên zorê ew parastiye, ji tunebûnê rizgar kirine. Jinên Kurd ji bo parastina nirxên neteweyî li dijî hêzên dagirker têkoşiyan. Di qonaxa heyî de, jinên Kurd ku ji bo jin û nasnameya Kurd têkoşîn, di asta ku îro gihanê, bi awayek çalak beştarî qadên siyasî, civakî, çandî, hunerî, medya û aborî dibin.  Jinên Kurd, yên ku li meclîsan, şaredariyan, li tevahiya qadan siyasetê dikin, her wekî di berbanga dîrokê de, îro jî bûne dînamîkên esasî ên guhertina civak ê. Di pêkanîna yekîtiya netewî a gelê Kurd de jinên Kurd roleke diyarker lîstine. Bi taybetî daxûyaniyên di demên dawî de ji aliyê tevgera jinên Kurd hat dayîn û xebata hatî meşandin watedar bû. Eşkereye ku pêdivî bi bihêzkirin û pêşxistina van xebatan heye.

Ev rastiyeke ku xebata yekîtiya netewî ku di pêşengtiya jinê de pêş bikeve, wê pîvanên azadiyê hîn zêdetir jiyanî bike. Li dijî faşîzm û dagirkeriyê yekîtiya netewî û parastina ruhê hevpar yê netewî û xwedî derketina li erkên xwe, yek ji wan erkane ku li pêşberê me disekine û nepêkane mirov dest jê berde.