Meşa Jinan a Azadiyê…

- Mülkiye Birtane
556 views

Desthilatdariyên nedemokratîk ên li gelek welatan her gav ji bo ku xwe biparêzin ji xwe re hin hedefan diyar dikin. Ev hedef jî yên ku ji desthilatdariya wan aciz in û li hemberî wan û polîtîkayên wan têdikoşin in. Ew jî bi êrîşên dijwar bi ser van hedefan de diçin û MANSETdixwazin peyamên xwe yên desthilatdariyê bi riya van hedafan bidin civak ê. Bi kuştin, girtin û çavtirsandinê dixwazin hêza têkoşîna ji bo demokrasi, aştî û azadiyê kêm bikin.

Li Tirkiyeyê jî ji destpêka damezirandina Komarê heta roja me ya îroyîn kîjan partî li ser kar bûne, hemûyan kesayetên demokrasîxwaz, rewşenbîr, sazî û dezgehên civakî xistine hedefa xwe û zext li ser wan pêk anîne. Herî zêde jî  yên Kurdan ên ku bi kedên bêhempa hatine damezirandin bi zilm û zordariyê re rû bi rû mane.

Armanc asteng kirina xebatên jiyana azad e

AKP ê jî ev pazdeh sal in ku dev ji feraseta xwe a fermî ya dewletê bernedaye û heta mirov dikare bibêje ku ji yên din xerabtir zilm û zordarî bi her awayî domandiye û didomîne. Polîtîkayên zextê yên berê ku dewletê li ser Kurdan pêk dianîn gelek caran vedişartin. Lêbelê, rexmê her tiştekê jî kiryarên wan ên hov diyar bûn,  di heman demê de ji bo ku bertekên gel û yên raya giştî kêm bikin ev zilma xwe înkar dikirin. Pirsa sereke ya hemû kesên xwedî exlaq û wijdan  ew e ku gelo sedema vê zilm û zordariyê çi bû, yan jî çi ye ku dewlet ev qas bi ser Kurdan de diçe?

Tê zanîn ku desthilatdarên her çar parçeyên Kurdistanê weke her carê ji hêza Kurdan ditirsin û dizanin ku heke tedbîrên xwe negirin, axa Kurdistanê ya ku dagir kirine dê rojekê ji destên wan derkeve. Di van salên dawî de destkeftiyên Kurdan ên li Başûr û Rojava rê li pêşiya Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê jî vedike. Kurdistana ku hatiye dagirkirin bi têkoşîna gel ber bi jiyana azad ve diçe. Ji ber vê yeke jî dagirker jî mecbûr in polîtîkayên xwe yên tunekirin û qirkirinê bidomînin ku bikaribin li ser piyan bimînin. Ji  bo wê jî ji cihên stratejik dest bi kar dikin. Ew jî xebatên jinan û yên çandî ne. Di her qada jiyanê de ji bo ku bingeha jiyana Konfederal ya Neteweya Demokratik a Azad damezirînin, asta xebatên jinan her roj gav bi gav  bi pêş dikeve. Ev jî tê wateya ku jin zextê pergala desthilatdar a mêrî hêdî hêdî dihejînin. Çi di qada şer, çi jî di qadên din ên jiyanê de be, jinên Kurd êdî vîna xwe ya di warê jiyana azad de diyar kirine û ev yek jî îqtidara AKP’ê ditirsîne.

Têkoşîna hevpar birêxistin kirine

KADIN EYLEM 2Mewziyên (cihên) ku jinan bi dest xistine yek bi yek dibin hedefa dewlet ê. Destkeftiyên jinan bi hincetên cûr bi cûr  ji holê tên rakirin. Piştî qaşo derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeh ê, bi hinceta terora FETO,  Kurd û saziyên wan bûn hedefa sereke ya AKP ê. Şaredariyên Kurdan ên ku bi rêjeyên bilind hatibûn hilbijartin, hatin dagirkirin; hevşaredar, parlementer hatin girtin an jî ji peywirê hatin bidûrxistin.

Bi taybetî jî hevşaredar û parlementerên jin bûn hedefa êrîşên dijwar yên desthilatdariya AKP ê. Di serî de li şaredariyan xebatên çandî û yên jinan hatin sekinandin an jî qedexekirin. Ji ber ku bingeha civakbûnê ya jiyana azad bi destên jinan dihat honandin, ev  yek jî dibû tirsa herê mezin a pergala serdest û faşîst ya Tirkiyê. Ji bo ku li pêşiya vîna jinan bibên asteng ew yekser dikirin hedef. Heke qeyûmen dewletê wisa nekirina, yan jî ev xebat bihatina domandin, li gorî wan pergala statukoparêz a zilaman têk diçû….

Gava ku em bala xwe bidin rewşa civakê, yan jî pêkhateyên civakê, di bingeha xwe de tişta esasî bi van êrîşan tê xerakirin:

Hemû nivîskar, zanyar û civaknas dibêjin nîvê civakê ji cinsa jinê pêk tê. Lê, ev rastî ji aliyê nîvê din ve, ango ji aliyê cinsê zilam  ve tune tê hesibandin, ji nedîtî tê.  Hemû mafên jinan ên gerdûnî bi hezaran sal in ku bi rêbazên derhiqûkî ji destên wan hatine girtin û bûne xizmetkarên zilam an. Lêbelê em dikarin bibêjin ku jinan ev yek wek qeder ji xwe re nedîtin û ketin nava liv û tevgereke mezin. Di sedsala 21’ê de jinên kedkar, şoreşger û têkoşer li seranserê cihanê û Kurdistanê bi helwestên xwe yên bi biryar û saxlem xwe dan qebûlkirin. Li hemberî desthilatdariyên faşist û zilmkar di gelek qadan de hêza xwe nişan dan. Rêxistinên jinan ên li her welatî xwedî taybetmendiyên xwe yên cûda ne. Lê, têkoşîna hevpar a hemûyan bidestxistina mafên wan ên xwezayî ye. Di encama vê têkoşînê de jî gelek berdelên giran dane û hîna jî didin.

´Azadiya jinê, azadiya civakê ye´

KADIN EYLEM 3Îro ne tenê em, hemû cîhan bi serbilindî li rewşa jinên Kurd ên ku bûne sembola berxwedanê dişopînin. Ev sembolbûyîn an jî serkeftina jinên Kurd wisa bi hêsanî nehatiye bidestxistin. Ev encama têkoşîna salên dûr û dirêj, bedelên giranbiha derketiye holê. Paradîgmaya ku Rêberê gelên Kurd, birêz Abdullah Ocalan di vê sedsalê de diyarî hemû cihanê û bitaybetî jî gelê Kurd û jinên Kurd kiriye, bû nexşerêya têkoşîn û berxwedan ê. Di pergala Neteweya Demokratik de tevî qadên cûr bi cûr, jinan mewziya temsîliyeta xwe ya wekheviyê bi dest xistin û îspat kirin ku nîvê civakê ew in. Lê, wek zilam an ew cinsê mêr înkar nakin.  Her du cins jî dê bi hev re di nav civakê de xwedî maf û azadiyan bin, civakê bi hevre li ser bingehê rêgezên jiyana azad û wekhev birêxistin bikin. Bi azadkirina cinsê jinê wekî ku Birêz Ocalan jî destnîşan kiriye, dê hem zilam, hem jî civak azad bibe.

Jinan li Kurdistanê di hemû sazî û dezgehan de pergala hevserokatiyê û temsîliyeta jinan bi pêş xistin. Bûn xwedî helwest û gotina xwe. Di her qadê de hebûn û sekna jinan êdî tê dîtin.  Jin êdî ne li mal, li qadên têkoşînê bû û dengê wê di her qadeke jiyanî de bilind dibû. Li êniya Tirkiyeyê jî di hin rêxistinan de ev pergal tê nîqaşkirin. Di hin saziyên demokratik ên sivîl de jî temsiliyeta jinan a wekheviyê hêdî hêdî dikeve meriyete. Gava ku jin bi vî rengî têdikoşin û li hemberî desthilatdariya mêran û ya dewletê derdikevin, ev jî berjewendiyên pergala heyî dixe xetereyê û dibe sedama êrîşên dijwar…

Jin ji meşa xwe a azadiyê venagerin

MESA JINAN A AZADIYE-3Bi êrîşên bêpergal ên ku Erdogan û AKP di kesayetiya jinan de li ser civakê ferz dikin wisa ne bêarmanc in. Ev êrîş bi zanebûn, bi plankirî û li ser esasê polîtîkayên zayendperest tên pêşxistin. Ew jî  dixwazin bi vê rêbazê tevahiya civakê bixin bin kontrola xwe. Gava ku cinsê jinê li gorî feraseta wan wek kole tevbigere, ji malê dernekeve û xizmetkariya zilam bike, wê demê pergala jiyana azad û vîna azad a jinan jî ji holê radibe. A ku îro Erdogan û hikûmeta wî jî dixwazin û ji bo vê jî her cûre kiryarên kirêt dikin meriyetê, ev rastiye. Tê payîn ku hemû destkeftiyên jinan careke din ji destên wan bên girtin û ew ji qadên xwe yên azad vegerin qadên bindestiyê.

Gelo dê wisa be?

Me û wan jî bi çavên serê xwe dîtin ku bersiva vê pirsê êdî zelal e. Li gel ev qas zilm û zordariyê, tunehesibandinê jin ji qadên azad derneketin. Vîna ku di 8’ê Adarê , Newrozê, Referandûma 16’ Avrêlê û 1’ê Gulanê de nişan dan û qad ji wan re nehîştin, hêviyeke mezin dan civak ê. Bi berxwedana xwe jî peyamên xwe yên jiyana wekheviyê dan desthilatdar an. Dîsa jî divê bê zanîn ku desthilatdar tu caran dev ji pergala xwe ya heyî û rêbazên xwe yên qirêj bernadin. Li hember vê berxwedana bêhempa dê her ku biçe zextên xwe zêdetir bikin. Jin jî bibiryar in û di hemû pêvajoyên têkoşînê de jî îspat kirin ku zext çi qas zêde bûne, asta berxwedanê  jî ew qas berztir bûye.

Êdî jin ji meşa xwe ya azadiyê venagerin…. Divê desthilatdar û hemû kes vê rastiyê wisa bibînin û bivê nevê hebûna jinê û destkeftiyên wê qebûl bikin.