Mîna QAZÎ: Xeyala wê Yekîtiya Kurdistanek azad bû

- Berjin TEKOŞER
156 görüntüleme

Mîna Qazî ku wek “Dayê Xanima” Kurdan jî tê nasîn, yek ji pêşenga Komara Kurd a Mahabadê ye. Di damezirandina Komara Mahabadê a di sala 1946’an de xwedî rolek diyarker bûye. Mîna Qazî,  ji têkoşîna jina Kurd re jî bû sirûşt û ruh ê berxwedanê ku ji sala 1946’an de destpêkir, îro di pêşengtiya jinan li Rojavayê Kurdistanê şînber û mezin dibe, reh û reçikên xwe belavê têkoşîna hemû jinan dike.

Li dijî paşverûtiyê şer dike

Mîna Qazî kesayetek tê nasîn, her wiha di nav dîroka siyaseta Kurd de jî xwedî cihek girîng e.      Ew di sala 1908’an de li bajarê Rojhelatê Kurdistanê Mahabadê tê dinyayê û li wir mezin dibe. Navê diya wê Gulendam û navê bavê wê Mihemmed bû. Navê wê Mîna Eskenderî ku bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistan ê, ji malbata Şerefxanê Bitlîsî ye û li bajarê Mûkriyan a Rojhelatê Kurdistanê bi cih dibin. Ew ji ber nêzikatiyên paşvero ên wê demê nikare zêde bixwîne, lê çend sal xwendina wê têra dike ku bikaribe jinan birêxistin bike.

Di salên 1927-28’an de, di 19 saliya xwe de bi Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemmed re jiyana xwe dikin yek. Ew di zaroktiya xwe de hev nas dikin. Ji vê bihevre bûnê 9 zarokên wan ên binavê Îsmet, Elî, Îffet, Mûnîr, Fevziye, Suheyla, Perwîn û Meryem çêdibin.

Li axa ku ew lê tê dinyayê şer, zext û çewisandin bê hed û hesab e, ji bo wê jî ew ê bikeve nav têkoşîneke pir bi zehmet. Mîna Qazî wê di têkoşîna jina Kurd de xebateke girîng ku rê li guherînên mezin ji bo jinan vebike, bide destpêkirin. Di Komara Kurd a Mahabadê de bi berpirsyarî nêz dibe û erkên girîng hildigre ser milên xwe. Ji bo ku jin jî di nav Komarê de çalak bin a dikeve ser milê wê dike. Dixwaze jin agah û têgihiştî bin, ji ber vê çendê jî roj û şev dixebite, tax bi tax, mal bi mal û kolan bi kolan digere, jinan birêxistin dike.

Têkoşer û dildara welatê xwe bû

Mîna Qazî li dijî zewaca di temenê biçûk û “qelen” ê derdiket, ew di vê baweriyê de bû ku jin xwe bixwe bikaribin di derbarê jiyana xwe de biryar bidin. Ji bo ku jin bikaribin bi awayek azad nêrînên xwe bînin ziman, xebat dide meşandin û her wiha ger pirsgirêkek heba, teqez çareser dikir. Ew lewaztiyên jinê yên ji hêla bîrdozî û neperwerde bûna wê a di vê mijarê de wek kêm û kurtiyek cidî dinirxîne, ji ber vê jî ji bo ku jin xwendin û nivîsandinê fêr bibin, navendên perwerdehiyê vedike. 

Mîna Qazî wek “Daye Xanim” jî dihat binav kirin. Ji ber ku ew bi dil û can girêdayî axa xwe bû. Ew bi dildarî û eşqeke mezin li pey kar û barê welat de dibezî, a hewce dikir û pêwîst bû pêk tanî. Ji ber ku wê di ber welat de xwêdan rijandibû û her bihostek ji axa welat weke ku zaroka wê be hembêz kiribû. Ew êdî ne tenê “Daye Xanim” a gelê xwe, belku pêşeng û rêhevalek a têkoşîna gelê xwe bû. Ew hem dayîk, hem welatperêz û hem jî jinek ku bi fikir û ramanên xwe tevlî têkoşînê dibû, di vê oxiride têdikoşî bû.

Mîna Qazî, wê wiha behsa roja avakirina Komara Kurd bikira: “Li beramberî meydana Çar Çira û di şibakeya malê de min li gel mêze dikir, li Kurdên ku ji perçeyên din hatibûn, mêvanên ku ji bo pîrozbahiya Komarê li çar aliyên Meydana Çar Çira li dora hev kom dibûn. Ez li seyra kena ku xwe li çavên wan xistibû û lêvên ku mizgîniya rojê digihandin, dinêram. Gel xwe ji bo roja dîrokî amade kiribû. Herkes cil û bergên xweş li xwe kiribû; ez ê tu caran wê kêliyê ji bîr nekim.”

‘Dem kin, lê xebatek mezin bû’

Ew ne tenê birêxistin kirina jinan re mijûl dibe, belku bi pirsgirêkên biçûk û mezin ên gel re jî eleqeder dibe. Ji bo pêdiviyên welat; ger tiştek biçûk be jî dixwaze behra wê jî di nav de hebe û ji hêla madî de jî tevî jinên din dibin arîkar. Ew ê dovre di hevpeyvîneke xwe de wiha qala vê yekê bike:

“Ew roj rojên wiha bûn ku heya ez hebim ez ê ji bîr nebim, rojên bi nirx û şanaz bûn; heya ku ez di vê jiyanê de bim, ez ê bi wan rojan bikenim, bigrîm û rondikan birijînim. Ez her kêliyê bi bîranîna wan rojan jiyan dikim. 

Dibe ku emrê Komarê pir kin bû, lê di demeke kin de gelek saziyên berketî hatin avakirin. Qazî Mihemmed xwedî nêrînên pêşketî bû. Mînak, tu caran nedixwest min tenê wek hevjîna xwe ku di mal de rûniştiye û mêvanên Wî pêşwazî dike, bibîne. Ji bo ku jinên Kurd beştarî jiyana civakî û siyasî bibin gelek hewl dida. Rojekê Qazî got ku; ‘Hikûmeta Fransayê hewceyî bi pere dibîne û ji bo wê jî Şahbanû gustîlka xwe dide.’ Min jî hemû zêrên xwe, di ber Komara Kurd de bexşandin. Derveyê min, jinên din jî bi heman şêweyî zêr, pere û alavên xwe bexşandin.”   

Şerê jinan a li dijî nezaniyê

Mîna Qazî di 14’ê Adara sala 1946’an de, li bajarê Mahabadê “Yekîtiya Jinên Kurd” ava dike û bi xwe jî rêbertiya vê Yekîtiyê dike. Ew jineke têgihiştî û xwedî ferasetek taybet bû. Di pêvajoyekê de ku jin di bin şert û mercên giran de dijiyan, hîn di nav pêçokê de bav û bira di derbarê çarenûsa wan de biryar dida, avakirina “Yekîtiya Jinên Kurd” xwedî cih û girîngiyek mezin bû. Mîna Qazî kariye di vê mijarê de di nav civakê de rê li guherîn û veguherînê vebike. Wê jin ji nav çar dîwaran derxist û bera wan da cihên din. Her wiha hîşt ku jin di mijarên wek maf û wekheviyê de xwedî agahî bin, bikaribin mafên xwe biparêzin. Ew, fêmkirina jinê a van mijaran wek pêngavek ewil a ber bi azadiyê dibîne û dinirxîne.

Êdî rêxistinek wan hebû û dema pirsgirêkek jinan rû dida, li ser nîqaş dikirin û rê û rêbazên çareseriyê avadikirin. Armanca wan ji holê rakirina zordariya li ser jinê bû. Ev cara yekem bû ku jin beştarî kar û barên komelayetî dibûn. Lê, xebatên girîng dikirin; yekem xebata wan şerê li dijî nexwendiniyê bû û Mîna dibistanek taybet ji bo jinan dadimezirîne, li herêmê jî wek jin belav dikin û dibêjin, ‘Jin li dijî  bêperwerdehiyê şer didin destpêkirin’ û daxwaza xwe bi vî rengî ji herkesekê re radigihînin. Jixwe dovre hemû jinên ku beştarî vê dibistanê dibin, yekser dibin endama “Yekîtiya Jinên Kurdistan” ê.

Di belavokekê de ku li bazar û hemû cihên din hat belav kirin de, bang li herkesî tê kirin daku li hemberî newekhevî û zordariya li dijî jinê rawestin.

Ew sondxwarî bû, wê dest ji warê xwe berneda

Piştî damazirandina Mahabadê bi demeke kin, zîhniyeta yekperest û dagirker êrîş dike: Mahabad piştî demek kin li pey damezirandina Komarê şûnde li dijî hêzên derve şer dike, di 17’ê Kanûna 1946’an de tê têkbirin. Di vê navberê de rejîma Îranê fermana dardekirina Qazî Mihemmed derdixîne. Rexmê ku hemû endamên malbatê, kes û nasên wan, bi awayek weşartî û vekirî bûn hedefa êrîşên rejîmê, lê dîsan jî Mîna Qazî Mahabad terk nekir û têkoşîna xwe li cihê ku mabû de berdewam kir. Ew sondxwarî bû, wê dest ji warê xwe berneda, ji ber ku dilê wê li gel ax û nîştiman bû û ewçend bi Kurdistana serbûxwe girêdayî bû ku tu caran nekarî dest jê berde.

Mîna Qazî têkiliyeke wê a bi hêz bi jinên din ên pêşeng yên wê demê re hebû, bi taybetî jî bi Hepsexana Neqîb û Gulîzar Xanima Şikak re hevdîtin çêdike û li ser rewşa welat, siyaset û pirsgirêka jinê diaxivîn. Ew her wiha bi rêya nameyan xwe digihîne jinên Başûr û Bakurê Kurdistanê û dide diyar kirin ku bi vî şêweyî wan têkilî daye avakirin, siyaseta xwe birêve birine. Her tim hewl daye jin jî mil bi milê zilam ji bo azadiya xwe û welat têbikoşin.

Hêviya Kurdistana serbûxwe

Dema piştî pêvajoyekê şûnde pê agahdar dibe ku jinên Bakurê Kurdîstanê dibin gerîla û li dijî dijminên axa xwe têdikoşin, keyxweş dibe û tim bi dilxweşî wiha gotiye; “Êdî ez niha serkeftina gelê Kurd ji nêz de dibînim, ji ber ku îro jinên Kurd jî wek lawên Kurd dest avêtine çekê û bera xwe dane çiyayan. Ew ne tenê şer, belku siyaset dikin. Xwezî min ew roj jî bidîta ku jinên Rojhelatê Kurdistanê jî li serê çiyayên azad, wek jinên Bakurê Kurdistanê şer dikirin, wek wan di nav xebatên siyasî de çalak dibûn.”   

Mîna Qazî ku yekitiya Kurdan girîng û wek mijarek ku nabe dest jê bê berdan didît, li Mahabad ê, axa bav û kalên xwe ku bi ser her tiştekê de digirt, di 28’ê Sibata 1998’an de jiyana xwe jidest dide. Ew beriya wefata xwe, di axaftineke xwe de dibêje; “ez ê bimrim, lê dizanim ku serbûxwebûna Kurd û Kurdistanê nêzîke. Dibe ku ez wan rojan nebînim, lê wê zarokên min bibînin.”

Mîna Qazî heya henaseya xwe a dawî jî bi bîr û baweriya Kurdistana azad, yekgirtiyek bi hêz a Kurd jiyan kir. 

Çavkanî: Arşîva MED TV.