Xweparastin wekû mercekî sereke ya hebûnê ye

- Newaya Jin
465 views
Hevseroka Desteya jin ya Kantone Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Saroxan li ser parastina rewa ji rojnameya me Newaya Jin re axivî.

Zeyneb Saroxan destnîşan kir ku di cîhanê de parastina rewa weke mercekî bingehîn ê berdewamkirina hebûnê ye û lewma jiyan bê parastin nabe, yan jî hebûn ne mûmkûne. Di çerçoveya refleksên xwezayî de zîndewar ji bo parastina hebûna xwe bi rê û rêbazên cûr be cûr li hemberî xeteriyan xwe diparêzin. Ev yek jî weke parastina rewa tê nasîn û wekû mafekî xwezayî tê bikaranîn. Hevseroka Destaya jin a Kantona Cizîrê diyar kir ku mirov bi civakbûna xwe dibe mirov. Lewra civakbûn wesîleya parastinê ya sereke ye û wiha domand:“ Ji bo jiyana mirovan civakbûn û di çerçoveya civakbûnê de jî hevsengiya di navbera mêr û jin de gelekî girînge û ev jî dîyaletîka hebûnê ye. Lê dema desthilatdarî bû sîstem ev hevsengî beravêtî bû û rê ji xeteriyan re vebû. Sedema sereke ya kaosên dîrokî, xwîn rijandina heta îro didome ev hişmendiye ku civakan bê bandor dihêle û wan ji xwezaya wan dûr dixîne ye.

Divê jin bi rêxitinbûyînê ji nav zindana mal û malbatê bê derxistin
Li ser têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin jî Zeyneb Saroxan diyar kir ku ev têkoşîna zindîkirina dîroka xwezayî û jiyana hevbeş, ango avakirina hevsengiya di nava civakê de ye û wiha got:“ Di nav vê tekoşînê de jin şoreşa hebûnê pêk tînin. Lewra ev şoreş dikarîbû di demeke kin de bibe sembola têkoşîna jina azad. Lê mirov nikare bêje ku em bi temamî ji hemû jinan re bûne bersiv. Ji ber vê jî hîna kuştin û tundiya li ser jinan di bin nave şerefa mêr de berdewam dike. Ev mijareke sosyolojîk e û divê mirov baş binirxîne, çareseriyê jê re peyda bike, hemû jinan bi rêxistin bike. Bi rê û rêbazên cûr be cûr jinan ji zîndana di nava mal û malbatê de derxîne, tevlî nava sazî û rêxistinên jinan bike, ji bo wan bi projeyên stratejîk derfetên aborî peyda bike.’’ Zeyneb Saroxan balkişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dibêje; ‘pirsgirêk tenê bi hilweşandina sîstema mêrperest çareser navbe. Divê jin sîstema xwe baş amade bike û pirsgirêkên jinan ên aborî, çandî, hişmendî hwd. çareser bikin û wiha domand: “Çi valatiya di sîstema jin de hebe, wê bibe xelekek lawaz û rê ji lîberalîzmê re veke. Hin jin li Bakûrê Sûriyê dixwazin bi cil û xiyalên lîberalîzmê azad bibin. Bêguman ev xeterî ye û bi rêbazê dijmin şer li hember dijmin ne pekan e. Divê ev xeterî were nirxandin û weke eşka li hember celadê xwe bê dîtin. Lewra divê tim li hemberî modernîteya kapîtalîst bi dirûşmeya ‘Jiyana şaş rast nayê jiyankirin’ têkoşîn bê meşandin.

Li dijî êrişan divê şerê gel ê şoreşgerî tim zindî be
Li ser êrişên dagirkeran ên li ser civaka Bakûrê Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê jî Hevseroka Desteya jin ya Kantone Cizîrê destnîşan kir ku dijmin dixwaze civaka kurdistanê bi lîberalîzmê bê bandor û kedî bike. Lewma dijmin sîstema demokratîk û îradeya azad a civakê tûnebûna xwe dibînin. Li hember vê rastiya desthilatdariyê divê mirov şaş nemîne. Li hemberî wan sîstema parastinê xurt bike û rehet jiyan neke. Bi şerê gel ê şoreşgerî hebûna xwe biparêze. Divê em civakê bi vê rastiyê re bikin yek. Erkekî sereke ew e ku em civakê ji serxweşiya serkefitnê şiyar bikin. Di berdewamiya axaftina xwe de Zeyneb Saroxan diyar kir ku niha şerekî dîrokî yê şaristaniya demokratîk û şaristaniya kapîtalîst heye. Ji bo xeterî ji holê bên rakirin ji alîkî ve divê şerê dijmin bê kirin, ji alîkî din ve jî li dijî hişmendiya kevneperest a civakê têkoşîn bê meşadin. Ev têkoşîn bi taybetî ji bo parastina rewa ya jinan û bidestxistina mafên xwe yên xwezayî, avakirina hevsengiya di navbera zayendan de gelekî girînge.

Jinê li dijî sîstema desthilatdar li ber xwe da
Zeyneb Saroxan têkildarî berxwedaniya jinê ya li dijî sîstema desthilatdar de jî qala çawaniya pêşxistina koletiya zayenda jin kir û got:“ Sîstemên desthilatdar pergala xwe li ser koletiya jinan xûrt kirine. Li dijî vê yekê tevgerên feminist pêşketin. Lê ev tevger ji bo bidestxistina mafên jinan ên xwezayî têrê nekirin. Nêzîkatiyên wan ên şaş derketin holê. Di nêzîkbûna zilam, întiqam wergirtina ji sîstema desthilatdariyê ya bi destê zilam hatiye çêkirin bi rê û rêbazên rast tênekoşiyan. Hinakan xwestin şûna zilam bigrin. Helwestên hestiyar jî derketin. Rewşa civakan a sosyolojîk berçav nehat girtin. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dîrok şîrove kir. Ji şoreşên berê sûd wergirtin. Li gorî xwezaya Rojhilata Navîn gav avêtin nav hêzên leşkerî. Lewra dizanîbûn ku ji bo mafên siyasî bi dest bixin divê hêza wan a leşkerî jî hebe. Di heman demê de tevlî hemû qadên civakê yên siyasî, aborî, civakî û çandî bûn. Ji ber vê yekê şoreş bi navê jinê hate naskirin. Jinê bi têkoşîn û berxwedanek bê hempa têgihîştinên koletiyê nas kir, xwe ji metirsiya wan parast. Ji bo pêşerojê rewşa heyî baş nirxand û hebûna xwe parast. Lê divê têkoşîna hebûna jin jî mîna têkoşîna azadiya gelê kurd domdar be. Gava yekemîn hebûna xwe îspat kiribûn bû û divê têkoşîna azadiyê domdar bike..

Karê me yê ji bo azadiyê bi dawî nebûye
Li ser têkoşîna jinan a li Rojavayê Kurdistanê jî Zeyneb Saroxan destnîşan kir ku jinan bi têkoşîna xwe heta astekê xwe naskirin û bandor li civakê kirin, tevlî hemû qadên jiyanê bûn. Lê divê ev têkoşîn nesekine û bê navber bidome. Bikaribin xwe bigihînin hemû jinan û îdeolojiya azadiya jinê bikin malê hemû civakê. Ji bo vê jî xebatên çandî, bawerî, siyasî, aborî, fikrî ji her demê zêdetir berfireh bimeşînin. Zeyneb Saroxan destpêka şoreşê bibîr xist û diyar kir ku wan pêşî konaxa propagandayê bi rêve birin. Paşê jî saziyên xwe ava kirin û têkoşîna parastina destkeftiyên xwe meşandin û got:“ Lê ji van konaxan hemûyan ya herî zahmettir konaxa gûhertina hişmendiyê ya niha em tê de ne. Derxistina jinê ji koletiyê wiha ne asayî ye. An jî mêr bi asayî hişmendiya xwe ya desthilatdariyê naguherîne. Di vir de gavên rast lazim bûn. Lewma ezmûna sosyalîzma pêkhatî li ber çavan bû. Dema li dijî kapîtalîzmê bi alavên wê şer kirin, ketin xizmeta kapîtalîzmê. Ji bo nekevin rewşek wiha hişyariyek mezin pêwîste. Kapîtalîzm niha jî şerê pergala ku jin tê de xwedî rol e dike. Her çiqasî erênî li rola jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nêrîn jî li hemberî wê rêbazên şerê taybet tên meşandin. Hem di aliyê hestiyarî de hem jî di aliyê fizîkî de bi taybetî kapîtalîzm bi destê dewleta Tirk aloziyê kurtir dike. Divê ji bo parastina şoreşê di serî de li dijî dewleta tirk a bûye hespê truwa ya kapîtalîzmê û hêzên din têkoşîn bê domandin.