Nora Connolly O’Brien: “Ger em binkevin, em ê dîsan serî rakin”

- Berjin TEKOŞER
69 views
Nora jina têkoşer ku zaroktiya wê di civînên kargeran de dibore, wê piştî salan weke mîlîtaneke şoreşger bizivire qadên têkoşînê û bibe yek ji pêşenga têkoşîna gelê Îrlandayê. Em ê hewl bidin vê carê jî çîroka jineke têkoşer a Îrlandayê ku ew ê di nav têkoşîna azadiya Îrlandayê de cih bigire û roleke giring di nav vê têkoşînê de bilîze, ji we re bi hevokên bijare bînin ziman: Ev jin Nora Connolly O’Brien e ku piştî darvekirina babê xwe ew ê ala têkoşînê bigire destê xwe û heya henaseya dawî têbikoşe.

“Em niha dîsa radibin ser pêyan û ger em têk biçin jî em ê dîsan rabin”

Nora Connolly O’Brien, 14’ê Mijdara 1892’an li paytexta Îskoçyayê Edînburghê tê dinyayê. Nora keça aktîvîstê sosyalîst Jamas Connolly ê ji Îskoçyayê ye. Nora tevî malbata xwe ewilî koçî Dublînê û dov re jî 1903’an derbasî DYE dibe. Nora hîn di temenê xwe yê biçûk de tevî bavê xwe beşdarî civînên kargeran dibe; jixwe di temeneke ciwan de dest bi kar jî dike. Demekê di cihê çêkirina şepqeyan de kar dike, bi demê re jî tevî hevalên bavê xwe di rojnameya ‘The Harp’ de dixebite. Nora di sala 1910’an de, ji ber xebatên bavê xwe yên polîtîk tevî malbata xwe diçe Belfastê. Li vir jî Nora di karê aşxaneyê de dixebite. Ew hertim li pey pirsa ‘çima Sosyalîzm’ digere û vê bersivê jî di jiyana de xwe bi ezmûnên xwe yên jiyanî dibersivîne. Nora beşdarî Fianna Eireannê (Tevgera Ciwanên Komarê) dibe, bi gelemperî dema xwe li ser mijara derfetên wekhev ên jin û zilaman derbas dike û di vê mijarê de dixebite. Tam jî di vê pêvajoyê de tevlî xebatên rêxistinkirina şubeya Belfast a Yekîtiya Jinên Şoreşger (Cumann na mBan) dibe.

Gavên wê yên ewil ên ber bi têkoşînê ve

Atmosfera welat wan rojan vediguhere rojên bilindbûna dengê têkoşîna karkeran. Karkerê aşxaneyê, ji ber ku stran digotin yan jî bi hev re diaxivîn, li dijî wan hin qanûnên hişk anîbûn. Ev yek bû sedema grevê ku ev ji bo Nora jî greva wê ya ewil bû. Piştî vê grevê ew ê greva Keten a di sala 1913’an de bihata. Di wê demê de bavê wê ku di axaftina xwe ya di mîtîngekê de mafê axaftinê dide keça xwe. Nora li ser dîkê ew ê van gotinan bibêje: “Te ez wek keça xwe dibirim mîtîngan û niha jî ez wek karkerekê hatim vir.” Bêguman di vê demê de Nora dest bi xebatên rêxistinkirinê jî dike: “Rûyê wan ji ber toza komirê reş bûbû, li ser rûyê hin ji wan jî çîmentû, yan jî toza genim hebû, ji keştiyan, ji keştîxane, atolyeyên makîneyan, ji febrîqeyan û ji qamyonên hatine terikandin û kamyonetan hatibûn.”

Di qada leşkerî de xwe perwerde dike

Nora ku perwerdeya leşkerî jî dibîne, di sala 1914’an de di vê qadê de jî xebatên xwe berfireh dike. Welat hêdî hêdî ber bi şerê hundirîn ve diçe û bi dengê azadiyê dikele. Bavê Nora jî di vê demê de dibe yek ji fermandarên artêşa hemwelatî. Nora jî ji bo temînkirina çekan tevlî operasyona Howthê dibe û li ser rêya Belfastê bi hezaran çek li Constance Markieviczê, di malekê de ji bo ku veşêrin tê erkdarkirin. Nora ku hem di qada legal û hem jî îllegal de dixebite, her wiha di rojnameya ‘Komara Karkeran’ de jî dixebite û bi vî rengî jî hewl dide têkoşînê bigihîne derdoreke berfireh. Di sala 1916’an de amadekariyên ji bo serhildana Paskalyayê tên destpêkirin. Di wê demê de Nora bi Îrlandiyayên li DYE re têkilî datîne û aktîvîstê bi navê Liam Mellows ku piştî ji zîndana Readingê direve xwe dixe şûna rahîbekê û bi vî rengî jê re dibe arîkar ku vegere Îrlandayê.

Jiyaneke têr û tije

Nora ku ew ê piştre ji bo rêxistinkirin û danûstandina veşartî şandibana Belfastê, ji ber ku di navbera Dudnalk û Dublînê tu qetar kar nedikirin ew ê pêncî kîlometreyan rê bimeşiya û biçûya. Lê belê di dawiya rêde pê dihese ku piraniya koman xwe radest dikin. Nora ku ji ber vê rewşê pir xemgîn dibe, li pey vê xeberê jî dibihîse ku babê wê bi birîndarî dîl ketiye dest.  Nora ku çûbû cem babê xwe dibêje wî di 11’ê Gulanê de xebera darvekirina babê xwe wergirtiye: “Îşev ji bo cara ewil ez di xew de mam û wan ez di yazdeh saetan de hişyar kirim û ji min re gotin ku ez ê berbangê bimirim.” Li ser vê ewilî diya wê û dovbre jî Nora dest bi girî dike. Babê wê ji bo ku wan dildarî bike dibêje; ‘Ev jiyaneke têr û tije bû’.
Di navbera wî û Nora de ev danûstandin çêdibe: “Negirî, Nora tiştek nîne ku tu bigirî.”
Û ew jî babê xwe dibersivîne û dibêje; “Ez ê negirîm babo.”
Wî destê min miz da û got; “Ev keça min a wêrek e”.

Nora piştgiriya hemû şoreşan dike

Nora ku heya rojên xwe yên dawî ji kolanan dûr neket, ji bo piştgiriyê bide Bobby Sands û şoreşgerên din ên di greva birçîbûnê de beşdarî mitîngan dibe. Nora ku di heman demê de nivîskar e, pirtûka xwe ya yekem di sala 1935’an de çap dike. Di vê pirtûkê de Nora qala salên ewil ên têkoşîna bavê xwe dike. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, di 88 saliya xwe de, pirtûka xwe ya dawî dinivîse: ‘Em ê ji nû de serî hildin’. “Em wek gelê Îrlendî, her nifşek di nav sedsalan de bûne xwedî kevneşopiyeke neşikestî ya têkoşîna çekdarî ya li dijî Ingilîzan. Nifşê min di sala 1916’an de serhildanek çekdarî ku serxwebûna Komara Îrlandayê dixwest da destpêkirin. Em niha dîsan serî radikin û ger em bin bikevin jî, em ê dîsan serî rakin.” Nora li nexweşxaneya Meath a li Dublinê, di 17’ê Hezîrana 1981’an de jiyana xwe ji dest dide. Ew jiyana xwe ji dest dide, lê baweriya wê ya ji têkoşîna serxwebûn û azadiyê wê ji bo heta hetayî zindî bimîne.

Têkoşîn û xebatek bêrawest

Nora piştî babê wê darve dikin, diçe DYE’yê û dov re ku hatina wê ya Îrlandayê tê astengkirin, di bin naveke din de dikeve welat. Ew demekê di bin naveke cuda de dijî, her wiha di sendîkaya veguhestinê ya Dublînê de çalak dibe û di hilbijartinên giştî de di kampanyaya Sinn Feinê de dixebite. Di sala 1922’an de, bi hevalê xwe Seamus O’Brien re dizewice. Dema ku Margaret Skinnider di sala 1923’an de tê girtin, ew dibe Sekretera Giştî ya IRA’yê û ji hêla dewletê ve tê girtin û di zîndana Kilmainhamê ku babê wê li vir hatibû îdamkirin, tê ragirtin. Nora piştî ku tê berdan yekser dîsan dikeve nav kar û bê ku kêliyekê dest ji têkoşînê berde, xebata xwe ji cihê ku mabû de dest pê dike. Ew di sala 1926’an de ji bo Senatoya Îrlandayê tê hilbijartin û 3 serdeman wek senator erk digire.