Sara, Rojbîn, Ronahî…

- Zeynep ERDEM
718 views

SARA-ROJBIN RONAHI-Me pênc salên bê Sara, Rojbîn û Ronahî bihorandin. Pênc sale şewata dilê me nevemirî û em fêrî tunebûna wan nebûn. Jinên Kurd erka wan a li du xwe de hîştibûn bi berpirsiyariyeke mezin pêk tînin. Erka avakirina jiyaneke azad a ji bo jinan û gel an.

Jinên Kurd li ser rêça wan dimeşin, bi hêrs û kîneke mezin li dijî desthilatdarên dijminên gelan şer dikin. Meşa wan bi eşqa azadiyê ya ji roja despêkê û heya roja dawî ku heval Sara pê dijî, bi eşqa hezkirina jiyanê ya heval Rojbîn û bi eşqa meşa heval Rojbîn a berbi axa xwe domkir.

Di civakan de, dema desthilatdaran dest avêt hemû nîrxên civakê, civak ji rastiya xwe dûr xist, çand, ziman, vîn hate desteserkirin, wê demê civak bê parastin dimîne. Nikare xwe îfade bike. Dikeve bin bandora çanda desthilatdar û ji hemû rastiyên xwe dûr dikeve. Piştî demekê şûn de êdî ji aliyê dijmin hem di warê çandî hem jî di warê fîzîkî de tê qirkirin. Zar û zimanê gel kilît dibe, li ser navê wî/wê ancax dijminê ku ew qir kiriye dikare biaxive. Ji ber ku lal bûye. Bê vîn hatiye hiştin.

Di demên wisa de ku pêtên agir ditemire û vediguhere xweliyeke mezin, wê demê tovên ku di bin wê xweliyê de sax mane, gerek vejînê pêk bînin. PKK ji bo gelê Kurd toveke veşartî di bin xweliyeke sar bûye de ye ku serî hildide, dibe dareke şîn û berhem dide.

Heval Sara yek ji berhemên despêkê ya vê darê ye. Weke jinek, Elewîyek û Kurdek li dijî pergala ku gelê wê xistiye bin desthilatdariya xwe, serî radike. Bê guman ev serî rakirin ne hêsane! Weke riyek ji pêtên agir de tu bimeşî. Ew di vê riya ji agir de bi eşqeke mezin meşiya, di vê meşê de her tim serbilind bû. Meşa heval Sara di asoyeke tarî de destpêkiribû. Civaka Kurd bê hêvî dijî, di komkujiyan re, di nava çerxa tunekirinê de derbas dibû. Gelek tiştên xwe winda kiribûn. Di serî de jî baweriya ji azadiyê ji dest dabûn. Herê zêde jî jinên Kurd ev yek dijiyan. Hem ji alî dagirkerên Kurdistan ê, hem jî ji alîye zilamê ku teslîmî pergala desthilatdar bûye de, di bin zilmeke mezin de dijîn. Di civakê de qêrîn ne mabû, tenê nalîneke kûr dihat bihîstin.

Di demeke wiha de meşa berbi asoyan ya Sara û hevalê wê, civaka Kurd zindî kir, jina Kurd carekedin hêza xwe dispart cesaret û fedakariya Besê û Zarîfeyan û ev yek jî bi heval Sara carekedin hat bidest xistin. Cewherê civaka Kurd ya exlaqî û polîtîk ku têk çûbû, carekedin bi baweriyeke mezin zindî dibû. Ji tunebûnê, carekedin hebûn dihate avakirin. Jiyan carekedin digihîşt wateya ku wind kiribû. Çanda ji bermayên xwedawendan ku jiyan dida hemû xwezayê, li ser axa Mezopotamya careke din zindî dibû.

Ji ber wê jî ji bo me wateya jiyana azad, jina azad û civaka azad bi heval Sara şênber bûye. Li çar beşên Kurdistan ê, îdiaya gelê Kurd û jina Kurd ya tekoşer, vê yekê dide diyarkirin. Heval Sara bu hêvîya ku em bikarin li dijî pergala Modernîteya Kapîtalîst şerê azadiya gelan bidin meşandin.

Li Rojhelata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd jiyana azad ya gelan tê hunandin. Vê tekoşînê din asta cîhanî de jî dengek vedaye. Her kes matmayî hîştiye…! Şer dikin, xweşik dibin û jê tên hezkirin. Ev her sê formul dema tê gel hev wateya jiyanê bi jinê derdikeve holê. Niha li Şengal ê, Koban ê, Efrîn, Qamişlo, Minbiç û Reqayê, ev jin in ku mohra xwe li serkeftinên mezin didin. Ev serkevtin bi xwe re yek bi yek xeyalên heval Sara pêk tîne. Û ev jin her yek ji wan di xwe de taybetmendiyên heval Sara didin avakirin. Hêza wan ji wê tê. Xweşikbûna wan, estetîka wan ya jiyan ê, hêza wan ya şerkirin ê, bê tirs nêzikatiya wan…

Heval Sara ji jiyanê gelekî hez dikir. Tu zor û zahmetiyê nikaribû hezkirina wê ya jiyanê kêm bikira. Ji ber ku hevalên wê, li gel wê, li dijî tarîtiya zindana Amedê gotibûn; ‘em ji jiyanê hez dikin, bi qasî ku ji bo wê canê xwe bidin.’ Ev jiyana ku hevalên wê canê xwe ji bo dabûn, lazim bû ne ji rêzê baya. Gerek jê bihata hezkirin û wate pê bihata dayîn. Wê jî gelekî qîmeta jiyanê dizanibû û her tim li gor wê nêzî jiyanê bû.

Her kêliya ku em bi bîra Sara, Rojbîn û Ronahî dikin, em bi wate dayîna têkoşîna jinê ku li ser bingehê modernîteya demokratîk îro li Rojava şînber dibe, dibin. Hezkirina wan ya ji jiyanê, ji bo me hêza tekoşîna jiyana azad e. Xeyalên wan pêkanîn deynê me ye. Heyanî meşa me ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar nebe, bi Rêber Apo re -xeyala heval Sara ya sereke ev bû- em rojên azad pîroz nekin, em ê nesekinin.