Wek amûreke şidetê saziyên dewlet ê

1.9K views

Li Amedê di çalakiyên dayikên çalakgerên grevên birçîbûnê de êrîşên hovane yên polêsên dewleta Tirk û AKP’ê di raya giştî de rastî gelek bertekan hat. Bi taybetî  êrişa bê rûmet a li dijî dayikan a li Gebzeyê, ku polêsekî mêr bi awayekî derî mirovahiyê mudaxeleya çalakgeran dikir, wijdanên hemî kesên ku dibêjin em mirov in, acis kir. 

Êrîşên polîsan ên li dijî dayîkan narawestin  

Lê di van çalakî û êrîşan de wêneyeke din jî hebû ku pir nehat şîrove kirin. Polîseke jin, li Baxlara Amedê ser dayikekê ve diçe, destê xwe lê radike, dema dayik xwe diparêze, polêsa jin hîn hêrstir dibe û xwe wenda dike. Heta hevalên wê nikarin wê aş bikin. Polês bi kîna xwe ya ku bi her awayî dide der, ser bi dayikê ve diçe, diqîre, ne wek memûrekê dewletê wek jineke cinnet derbaskirî tevdigere. 

Di heman çalakiyan de bi taybetî li çalakiyên Kurdistanê de hin zêdetir polêsên jin dikevin objektîfan. Bi giranî wek berdestên şefên (komiser) xwe xuya dikin. Li gorî polêsên mêr ên li derdora xwe tevdigerin, emirber in. Polêsên mêr bêjin  ku dê bi wir ve diçin. Pirî caran bê înîsîyatîf xuya dikin, dema bixwazin înîsîyatîfê bigrin jî wek polêsa jin a cinnetderbaskirî bê ser û bê ber lihevdigerin. 

Ger mirov bixwaze herdû êrîşan (êrîşa polêsê/a mêr û ya jin) û bandora wan a di raya giştî û çapemeniyê de bîne ber hev, mirov dibîne ku şîdeta polêsa jin wek şîdeta polêsa mêr naye şermezar kirin, nayê dîtîn û bi heman awayî nayê şîrove kirin. Şîdeta mêr hîn derî mirovahî, wek êrîşa li dijî rûmeta dayikan û jinan tê dîtin. Lê êrîşa polêsa jin li ser esasa nirxên mirovahî û zayendan nayê şîrove kirin. Lewre şîdeta jinan a li ser jinan li derveyi çarçoveyên pejirandinên me diqewimin. Pirî caran –li beramberî ku şîdeta mêran bi zayenda wan ve tê girêdan- şîdeta jinan bi sazî, pergal û rewşa ku ew tê de dijîn tê şîrove kirin.

Şîdet: Li ser esasa dubendiya têkiliya nav zayendan

Mijara jinên di saziyên “ewlehî”yê (saziyên li ser bingeha êrîşê -û ne xweparastinê- hatine sazî kirin tên qesd kirin)  de, an jî desthilatdar de kar dikin, yek ji mijarên lêkolînên derbarê jinan û femînîzmê ye. Jin di dîroka baviksalariyê de ne tenê wek qurban, di heman demî de wek sûcdar jî cihê xwe girtine û digirin.  Ev tespit bê guman rastiya ku jin ji ber zayenda xwe li her derê cihanê leqayî şîdetê tên, kêmtir nake, bêwate nake û naxe nav pirsan. Şîdeta li ser jinan (û keçikan) fenomeneke pergala desthilatdar a zilamtiyê ye. Bêyi cudahiya ol, bawerî, çîn, etnîsite û hwd.  jin di hemî dever û dewletan de bi şîdeta mêr ve rûbirû dimînin. Sedemên şîdeta li ser jinê bi dehan salan e mijara lêkolînên ser şîdetê û bi taybetî lêkolînên femînizmê ye. Sedema herî esasî ku hemî lêkolîn tê de yekbuyî ne, ew e ku  pergala desthilatdar şîdetê wek amûra herî bi hêz bikar tîne. Şîdet bi hemî têşeyên xwe ji bo pêşxistin û parastina serdestiyê di bin xizmeta pergalê de ye. Wek têşeya herî sistematik û bingehîn şîdeta li hember jinê li gorî vê tespîtê li ser esasa “dubendiya têkîliyên nav zayendan” tê avakirin. Ango li ser baweriya “mêrê serdest û jina bindest”. Ev dubendî di hemî tevnan (Struktur) de xwe (wek rolên zayenda civakî) wisa bi cîh kiriye ku, şîdeta li hember jinê di van tevnan de ji bo nîşaneya serdestiya  zilam wek amûr derdikeve holê. 

Ligel vê tespîtê yek şîroveyeke xwedî nîqaşê jî sedemên/taybetiyên biyolojik ên jin û mêran ên cuda di mijara şîdetê de wek referans nîşan dayin e. Li gorî vê nêrînê mêr ji xwezayê ve şerkir û agresîf in; û jin jî ji xwezaya xwe ve aştîxwaz û xîretkêş in. Ango mêr bi xwezaya xwe ya şerkir bûne sedem û pêşengên pergala baviksalar û desthilatdar. An jî agresyona (êrîşkarî) wan wan gihandiye (an jî daxistiye) vê astê. Mirov dikare vê nêrînê bi çend awayan problematîze bike. Ya yekemîn, li gorî vê nêrînê mêr nikarin bên guhertin, an jî nikarin xwe biguherînin. Êrîşkariya wan heta hetayê ye. Tenê dikarin bên kedî kirin. Ya duyemîn, jin bi taybetiyên xwe yên “xwezahî”, wek “xîretkêşî, qurban bûyî”, her tim di rewşa pasîf te tên pênase kirin. Heta pênasekirina ser esasa xwezayên cuda bûye sedem ku di rolên zayendî yên civakî de  jin ji bo karên malî (bermalî, zarok xwedî kirin, karê bê heq, perwerde hwd.) û mêr ji bo karên derve ( karê bi heq, polîtîka, aborî hwd.) hatine berpirsiyar dîtin. Dubendiya têkiliya nav zayendan bi vî awayî hatiye sazî (institutionalisation) kirin. Li aliyê din ev nêrîn pratika jinan a êrîşkar nikare bi hemî aliyên wê şîrove bike. Ji bo ku mirov karibe mijarê zelaltir fêm bike û binirxîne divê mirov rola mijara “zayenda civakî” baş bibîne. 

Zilamtî û jinatî

Bi têgeha “zayenda civakî” rolên newekhev ên zayendan ya nav civakê tê pênase kirin. Ango li gorî gotina Simone de Bevouire ku dibêje “mirov jin nayê dinê, dibe jin”, mirov li gorî pîvanên civakê wek jin an jî mêr tên pêjirandin û dîsa li gorî nirxên civakî tên kategorize kirin. Yek ji pirsgirêkên pergala baviksalar û girêdayî vê zayenda civakî ew e ku mirovan li gori du zayendan dabeş dike. Heteronormativite (nirxên li gori esasa du zayendan) di heman demî de du polî ye. Jin li polekî ye û mêr li pola din. Hemû pîvanên pejirandin û redkirinê li gorî cudabûna (fîzîkî, derûnî, civakî, siyasî) jin û mêran tên hesibandin. Zilamtî û girêdayî vê jinantî wek hişmendiya vê şîroveyê derdikevin pêş. Ango zilamtî û jinantî di zayendan (jin û mêr) de tên sazî kirin. Ev pîvan di pergala baviksalar de her çiqas di gelek civakan de kêm zêde derbasdar be jî, em dizanin ku di pergalên an jî di civakên ku nirxên pergala matrilinear an jî wekheviya zayendan hin di xwe de parastine de, ev pîvan li ser esasa civakbûyînê û ne li ser esasa cudabûna zayendan tên sazikirin. Wek mînak dayiktî, baviktî an jî malbatî di civakên ne baviksalar de berpirsiyariyên civakî û hevkar in. Ne tenê li ser milên kesekê/î de ne. Herweha hîn di roja me de jî berpirsiyariyên zayendan li gorî taybetî û çandên civakan xwe diguherînîn. Civaka zayendî û takekesî di heman demê de mafê serdestbûyînê di mijara berpirsiyariyan de dide jinê û mêrê. 

Lewre pêyva “kuştina zilamtiyê” di heman demî de “kuştina jinantiyê” ye jî. Yên ku tên rexne kirin, pîvanên pergala baviksalar, dubendiya zayendan, desthilatdariya zilamtî, bindestiya jinantî û herweha versiyonên wan ên çewtbûyî ne. 

Şîdeta femînizekirî

Ger em dîsa vegerin ser mijara xwe ya şîdetê û jinên ku di nav saziyên ku hêza xwe ji şîdetê digirin de kar dikin, em ê bibînin ku şîroveya/versiyona  “jinantiya modern” –ku dibêje “ez dikarim zarok jî çêkim û kariyer jî”-  jî di vê çarçoveyê de ne dûrî şîdetê ye.  Û bindestiya xwe di van saziyan de ji nû ve ava dike. Hemî lêkolînên li ser saziyên (polês, leşkeri, ewlehî) ewlehiyê ku tê de jin jî dixebitin, derdixînin holê ku jin li van saziyan leqayî piçûkdîtin, dîskrîmînekirinê û heta şîdetê tên. Di saziyên ewlehiyê de karkirin, bi tu awayî ewlehiyê û wekheviyê (hîn femînîst di van saziyan de karkirina jinan wekî nîşaneya wekheviyê dinirxandin) nade jinê û divê bê zanîn ku karkirina jinan a li van saziyan ne ji bo wekheviya zayendan, ji bo berjewendiyên (bi riya girtina jinan tekela  xwe ya li ser şîdetê meşrû nîşan dan) saziyan girîng e. Lewre wekî hemû pirsgirêkên civakî, di mijara şîdetê de jî ya ku divê yekemîn bê analîz kirin, sedemên wê yên dîrokî ne. 

Dema mirov meşruiyeta şîdeta têkel a di nav pergala baviksalar û desthilatdar bişopîne, mirov dikare helwesta jina polîs a tewş  baştir fêm dike. Ji aliyekî de di tevgera wan a selepatî, di bin kontrola hevkarên xwe yên mêr de meşîn, nelihevhatina wan dide der; ji aliyê din de helwesta wan a hin êrîşkar çavşikandina wan nişan dide. Ya rastî li derveyî van yekan tu bijareyên (opsiyon) wan ên din jî tuneye. Li saziya şaş rast nayê jiyan kirin.  Lewma jî hêrsa wan a li hember jinên (dayikên çalakgeran) ku ne wek jinên bindest ên kevin, ne jî wek jinên serdest ên nû  ne, mezintir e. Ev dayik bijareya alternatîf, ango “jina azad” wek sîleya xweparastinê li rûyê wan didin.