Weke navê xwe jiyan bû û diherîkî

- Newroz EHMED
355 views
Hevala Jiyan di destpêka tevlîbûna xwe ya di nava refên tekoşînê de jî lêgerînên wê yên xwe avakirinê hebûn. Ji bo ku li hemberî rastiya civakê û desthilatdariyê xwedî seknek ked û hewildanên mezin dan. Li hemberî pêkanînên pergalê yên li ser jinê xwedî legerîn û kîneke mezin bû. Hevala Jiyan ji bo bibe hêza çareseriyê hewil dida xwe bigîhîne kesayeteke azad û xûrt. Bi taybetî jî di warê hunera şer de legerîneke wê ya mezin hebû.

Li kuderê  zehmetî heba hevala Jiyan dixwest xwe di nava wê zehmetiyê de ava bike.  Ev jî hîşt ku hevala Jiyan xwe weke fedayiyeke ava bike. Ji ber ku ger mirov nikaribe ji xwe bibihûre, nikare azad bibe û nikare bibe kesayeteke têkoşer. Hevala Jiyan hertim hewil dida ku li beramberî nêzîkatiyên kevneperest raweste û ji bo wê jî her di nava têkoşînê de bû. Bêguman, têkoşîna li dijî hişmendiya kevneperest ne hêsan e. Lewma jî hevala Jiyan hertim dianî ziman ku ew hêza xwe ji rastiya têkoşînê digre. Timî digot ; Eger mirov aliyê jiyanê yê zehmet û bi êş re rû bi rû nemîne ew ê nikaribe gavên mezin jî biavêje. Ev taybetmendiyên hevala Jiyan hişt ku li hemberî her rewşê bi moral be û ji bo çareseriyê jî bibe hêvî. Ew çiqas bi zehmetiyan re rû bi rû ma jî wê her daîm di têkoşîna xwe de israr kir. Ji ber van taybetmendiyên xwe, hevala Jiyan di nava demeke kin de bû fermandereke pêşeng. Wê gelekî caran digot ku hem temenê wê, hem jî tecrûbeyên wê ne li gorî vê erkê ne. Lê belê kesayetiya wê ya xwedî ruhê berpirsyar, dihişt ku hemû wezîfeyan rabike û jê re bibe bersiv. Ger pirsgirêkek heba hewil dida jê re çareseriyekî peyda bike. Ev taybetmendiyên wê di pêşketina wê a di warê fermandariyê de risteke diyarker leyîst.

Ji Şengalê heta Şedad, Kobanê, Reqa, Minbic û Dêrezorê şer kir

Weke fermandareke jin di warê zanista şer de jî legerînên hevala Jiyan pir xûrt bûn. Hevala Jiyan dixwest di taktîk û zanista şer de xwe bigihîne astekî da ku bikaribe parastina jin û civaka xwe bike. Dema ku tiştek nû dibihîst diçû li ser lêkolîn dikir, xwe di wê mijarê de kûr dikir. Di nava şer de jî li kuderê zor û zehmetî heba li wê derê bû. Dema em pêvajoyên şoreşê jî mêze bikin, di gelek pêngavên tevlî bûne de, pêşengtiyeke berbiçav kiriye. Li hemberî dijminê xwe bêyî ku dûdilî berê xwe dida çeperên şer. Di pêvajoyên destpêkê de rûxmî ku pir tecrûbeyên me nebûn, di salên 2013’an de dema komên çete ji ser sînorên Tirkiyê berê xwe dan herêmên me da ku herêmên me dagir bikin hevala Jiyan yek ji wan hevalan bu ku li hemberî wan komên çete sekînî û parastina axa xwe û gelê xwe kir. Ji ciwanan re pêşengî kir û ev êrişên berfireh di pêşengtiya wê de hatin şikandin. Li Şengalê jî çeteyên DAIŞ bi hovîtiyeke mezin bi armanca qirkirina gelê Êzîdî û gelê herêmê komkûjî pêkanîn. Hevala Jiyan wê demê jî ji bo ku gel ji wê hovitiyê xilas bike beşdarî vekirina korîdora mirovî û ewlehiyê bû. Hîn komkûjiya li ser Şengalê berdewam dikir, êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê destpêkir. Di wan deman de jî hevala Jiyan rojane bi hevalên li Kobanê re di nava dialogê de bû. Cardin di êrişa li ser Helebê jî li hemberî komên çete şer kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi xeyala xilafeta dewleta Îslamî li seranserê herêmê dest bi êrişan kiribûn. Lê li Helebê gelê me bi şewazê şerê gelê şoreşgerî xwe rêxistin kir û ev berxweda dîrokî jî di bin fermandariya heval Jiyan de pêk hat. Heval Jiyan dilsozê gel û welat bû. Di navbera gel û Heval Jiyan de girêdanek cûda hebû. Şehîd Jiyan li hemberî her bihûsteke welat xwedî riheke berpirsiyar bû. Weke navê xwe Jiyan bû û diherikî. Bi ew tecrûbeyên xwe li Şedadê jî peşengiya pêngava rizgarkirinê kir. Cardin weke hêzên me yên taybet di pêngava rizgarkirina Minbicê de jî pêşengî kir. Piştî rizgarkirina Kobanê me yê cara yekem pêngaveke bi awayî mezin de cih bigirta, ji ber Minbic ji bo DAIŞ’ê bajarekekî ku ji xwe re kiribûn navend. Ji ber vê yekê jî pêngava Rizgarkirina Minbicê pêngavake girîng bû. Di vê pêngavê de berpirsiyartiya beşek girîng a hêzê di bin fermandariya heval Jiyan de bû. Ger heval Jiyan bizanibiya ku heval di nava zehmetiyê de ne, yekser bi xwe di çeperan de li gel hevalan cihê xwe digirt. Di her kêliyê de li hevalên xwe dida hîs kirin ku ew bi wan re ye. Bi vê nêzîkatiya xwe dihîşt ku hemû heval bi hêz û moraleke mezin ser dijmin de biçin. Cardin bajarê Reqqa paytexta DAIŞ’ê bû, Heval Jiyan li wê derê jî li hemberî çeteyên hov şer da meşandin. Di wan deman de hêza me hindekî din mezin bibû, ji gelek pêkhateyên din tevlîbûn hebûn. Lê di wê pêvajoyê de DAIŞ’ê rûxmî binkeftinên xwe jî hewldida rêxistinbûna xwe berfireh bike. Lê tevî wê jî fermandar û şervanên me yên weke heval Jiyan bajarê Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Li Dêrazorê jî çeteyan hewldan cardin xwe jinûve zîndî bikin. Lê di wê pêngavê de jî heval Jiyan fermandarî kir û li hemberî hovên ku bûne belaya serê cîhanê şer kir.

Hertim riyeke alternatîf û çareseriyek hebû

Heval Jiyan di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de di asta koordînaya giştî a şer de erk girt. Me di nava pratîkê de ew hêza pêşeng a heval Jiyan didît.  Qadeke pir berfireh bû lê heval Jiyan li hemberî vê hovîtiya çeteyan xwedî taktîk bû. Gelek caran dema rewşek asê derdiketiba holê me ji heval Jiyan re digot ‘tu xûlixkarî dikarî ji vê mijarê re çareyek bibînî.’ Vê jî dihîşt ku ji aliyê hemû hevalan ve were hez kirin û qebûl kirin. Heval Jiyan jîr bû, eger bi pirsgirekî re rû bi rû bimana zû alternatîfek pêşdixist. Hevala Jiyan her tim li hemberî rêhevalên xwe yên şehîd jî xwedî manewiyateke bilind bû. Gelek caran digot ‘ez gelek bi şansim ku min ewqas hevalên şehîd nas kirin, ew ji min re bûn hêzeke xûrt û demên herî tengav de ez wan tînim bîra xwe.’ Heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî xwest layiqî heval û hogirên xwe bibe. Ji ber vê sekna xwe ya pêşeng,fedakar û wêrek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedef girtin. Herî dawî di fermandariya Yekîneyên Antî Terorê de erkdar bû. Di nava hêzên me yên taybet de hewldida tecrûbeyên xwe bigîhîne hemû hevalên xwe. Gelek karên ku bi koaslîyonê re hat meşandin de jî cih girt. Helbette ev ne wisa karek hêsan bû ji ber asteke zanebûnê a siyasî, birdozî û leşkerî dixwest. Weke jineke li hemberî ev pergala ku di şexsê jinê de tarîtiyê li ser civakê ferz dike, di tekoşîna rexistinkirina jinan de xwedî kedeke bêhempa ye. Heval Jiyan jiyaneke tijî şer û têkoşîn derbas kir. Gelek xewn û xeyalên heval Jiyan jî weke pirî hevalan nivço man, em jî weke rêhevalên wan soz didin ku em ê xeyalên wan yên nivço mayî bibine serî.