Xebata me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

- Newaya Jin
147 views
10’ê Cotmehê 25. salvegera komploya navnetewî li seranserê cîhanê bi banga “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ kampanyayeke bi tevlîbûnek berfireh ji dehan deverên cîhanê hat destpêkirin. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî jî tevlîbûnek berfireh ji kampanyayê re pêk hat. Ji van a sereke tevlîbûna Kongra Star bû. Di vî derbarî de em li gel endama koordînasyona Kongra Star Nesrîn Doko axivîn. Nesrîn Doko dibêje “Em weke Kongra Star azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebata xwe ya sereke û bingehîn dibînin.’’ Û diyar dike heta serketina kampanyayê ew ê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.

16’ê Cotmehê we wekî Kongra Star tevlîbûna kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand. Armanca tevlîbûna we ya vê pêngavê çiye?
Belê, kampanyayê 10’ê Cotmehê bi tevlîbûna ji dehan welatî, li zêdeyî 100 navendan bi banga “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ dest pê kir. Ev kampanya gelek giring û watedar e. Ji ber em dibînin dilsozên azadiyê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sosyalîst, rêxistin û tevgerên jinan tevlî bûn, dengê xwe ji qadên navnetewî bilind kirin û bi hev re banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Me jî wekî rêxistina Kongra Star, bi armanca xwedîderketina li vê kampanyayê ji qadên şoreşa jinê, di 16’ê Cotmehê de beşdariya xwe ya ji kampanyayê re ragihand. Em dizanin bersiva komployê bi rêxistinbûn, hevgirtina gelan û jinan a li derdora paradîgmaya Netewa Demokratîk pêkan e. Di paradîgmaya Rêber Apo de dîtina hêza çareseriyê bi serê xwe serkeftinekî herî mezin e û her wiha pûçkirina komployê ye.

Hûn tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan pêk tê çawa dinirxînin? Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd giringiya şikandina tecrîdê çiye?
Em dizanin armanca girankirina tecrîdê girêdayî mezinbûna têkoşînê ye. Tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin ji ber dibînin asta têkoşînê, berxwedanê û rêxistinbûyînê xurt dibe. Her wiha felsefeya Netewa Demokratîk li cîhanê wekî nimûne tê dîtin û dikeve pratîkê. Lê her ku tecrîd kûr dibe, çareserkirina pirsgirêka Kurd li paş dimîne û aloziyên li Rojhilata Navîn jî her ku diçe kûrtir dibin. Rêber Apo beriya niha ji Îmralî bangeke navnetewî kir. Di vê bangê de diyar kir ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aloziya li Rojhilata Navîn amade ye û çareserî li gel wî heye. Em jî wekî Kongra Star ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo wekî adres dibînin û nîşan didin. Eger heta niha li banga Rêber Apo hatiba guhdarîkirin, tecrîda girankirî nehatiba ferzkirin, di înkar û îmhayê de israr nekirina, paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk û Azadiya Jinê wekî çareserî hatiba dîtin, ne meseleya Kurd ewqas dijwar dibû, ne jî pirsgirêkên din wisa kûr nedibûn. Di encam de ewqas jin, zarok û mirovên bêguneh nedihatin kuştin.

Azadiya Rêber Apo ji bo jinên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî xwedi çi giringiyê ye?
Em weke Kongra Star azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebata xwe ya sereke û bingehîn dibînin. Ji ber Rêber Apo meşa azadiyê bi pêşengiya jinan destpêkir û got, wê sedsala 21’an bibe sedsala pêşengî û azadiyê ya jinan. Di vê sedsalê de şoreş bi pêşengiya jinan pêktên. Loma em jî ji nav qadên şoreşa jin a ku felsefeya Netewa Demokratîk ji xwe re esas dibîne,  gihiştin vê astê û di tevahî qadên jiyanê de ji bo avakirina malbata demokratîk, civaka azad û Netewa Demokratîk kar û xebatan dimeşînin. Loma her kêlî ji bo çanda Netewa Demokratîk bibe şêwazê jiyanê, em di nava civakê de kar û xebatan dimeşînin.

Di çarçoveya kampanyayê de wekî Kongra Star xebatên we çine,  planek çawa li ber we ye?
Rêzeçalakiyên cûrbicûr tên meşandin. Ji meşên girseyî heta çalakiyên cûrbicûr (daxuyanî, hevdîtin, konên çalakiyan, semîner, kampanyaya nameyên ji Îmralî re, komkirina îmzeyan, karên li ser medyaya dijîtal û wkd) gelek xebat hene ku pêk tên. Kar û xebatên jinan di nava hev de, bi hevbeşiyê dimeşin. Nimûne di çerçoveya kampanyaya ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve’ gelek çalakî û komxebat pêk tên. Ev xebatên bi hev ve girêdayî wê di her astî de dewam bikin.

Sala borî bi rasthatina 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê we kampanyayek ragihandibû. Bi boneya rasthatina 25’ê Mijdarê hûn xebatên têkildarî mijarê çawa dinirxînin?
Li ser navê rêxistin û tevgerên jinan ên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî me 13’ê Mijdara 2022’an, ango di roja şewitandina sînemaya Amûdê de kampanyaya xwe ragihandibû. Bang û dirûşma kampanyayê wiha bû “Li dijî her cûreyên tundiya dewlet û zilam, Jin Jiyan Azadî.’’ Xebatên me di vê çerçoveyê de didomin. Di vê kampanyayê de, armanca me ew bû ku ji qadên şoreşa jin, em li serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî derkevin. Ji ber îlhama ku ji qada me ya şoreşa jinê hatiye wergirtin, berpirsyariya mezin dikeve ser milên me. Li ser vî esasî ji bo xwedîderketina li serhildana li Rojhilatê Kurdistanê; tundiya li ser jinan, îşkenceyên li wan dikin û girtina wan a di zîndanan de, yanî li dijî hemû cûreyên tundiya li ser jinê çalakiyên girseyî û xebat pêk tên. Li Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û herêmên din, êriş û tundiya li ser jinan dewam dike. Lê em wekî Kongra Star li beramberî êrişan û rêbazên tundîya li ser jinê bêdeng neman û namînin. Nimûne em li hemberî tundiya li Afganîstanê ji aliyê Talîbanê ve li ser jinan pêk tê jî xwedî helwest û çalakî ne. Bi giştî ev êriş û tundî diyar dike ew ji hêza jinên zana û birêxistinkirî ditirsin. Her ku asta têkoşîn û berxwedana jinan li tevahî qadên jiyanê xurt û mezin dibe, em dibînin êrişên hovane li ser destkeftî, pêşeng û avakarên şoreşa jinê pirtir dibin.

We îsal jî kampanyaya bi heman armancê ragihand. Hûn 25’ê Mijdara îsal çawa pêşwazî dikin?
Belê, me 13’ê Mijdara îsal jî kampanyaya li dijî tundiyê ragihand. Ev giringe ji bo me. Di hundirê vê kampanyayê de komxebatên berfireh li ser dîroka vê rojê bi jin û zilaman re li dar dikevin, semîner tên dayîn, bi bernameyên TV û Radyoyê jî em hewl didin bigehin civakê. Taybetî ji bo guhertina hişmendiya babiksalarî perwerdeyên taybet ji bo mêran tên dayîn. Dîsa li ser mijarên girêdayî dîroka jinê, jineolojî, hevjiyana azad, malbata demokratîk, di dîrokê de têkoşîna jinan û kuştina hişmendiya desthilat a zilam gotubûj çêdibin.

Girêdana van xebatan bi kampanyaya Azadiya Ocalan re çiye?
Wekî me got, ev xebat di nava hev de dimeşin. Taybetî di nava rêze çalakiyên me de, ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî xebatên wekî konferans, komxebat bi rêxistin û saziyên civaka sîvîl re tên meşandin. Û heta dawî em ê bêjin bê Serok Jîyan Nabe. Ev dirûşmekî me ya bingehîne.

Herî dawî gotin yan jî peyameke we heye?
Ez bawer dikim, li ser bingeha felsefeya Jin Jiyan Azadî ku li tevahî cîhanê deng vedaye, jinên vê axê, dê mohra xwe li serdsala 21’an bidin. Dîsa bawerim dê bi israr û pêşengiya jinan, kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bi ser bikeve.