Jineke ku li ser keda xwe mezin bûye: Jînîka Qadîr

- Newaya Jin
629 views

Ji ber polîtîkayên zext û qirkirinê yên serdestan gelê Kurd neçarî jiyana koçberiyê bûye. Bi hezaran salin gel cîh û warên xwe berdide û li deverên cûda yên cîhanê jiyan dike. Tevî hemû zor û zahmetiyan gelê Kurd hewildide çand, ziman û nasnameya xwe bipareze û bijî. Yek ji van jî jina bi navê Jînîka Qadîre ku li Ermanîstanê jiyan dike. Jînîka Qadîr dema behsa jiyana xwe dike gelek tiştên girîng tîne ziman.  Di şexsê malbata xwe de behsa berxwadana xwe ya li dijî qirkirinê dike û dibêje; ez bi xeyala rêwîtiyeke ber bi Kurdistanê ve dijim. Jînîka Qadir ji 2007’an ve seroka Komîteya Kurdistanê ye. Herwiha li Ermenîstanê nûnertiya KNKê jî dike. Li ser jiyan û têkoşîna Qadir me bi we re hevpeyvinek çêkir.

Em dikarin hinekî we nas bikin? 

Di sala 1943’an de li gundê Elagaz ê Ermenîstanê ji dayik bûm. Lê beriya Ermenîstanê jiyaneke me heye. Weke hûn jî dizanin em Kurdên Êzîdî bi darê zorê ji cîh warên xwe hatine sirgûnkirin. Di salên dawî de jî êrîşa li ser Êzîdiyan li Şengalê dewam dike. Bi taybetî jî dayik û bavê min ji bo ku em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin xwedî hewildaneke mezin in. Em zimanê dayikê û baweriya xwe mezin bûn. Dayik û bavê me ku ji bo debara malbata xwe bikin şev û roj dixebitîn ji bo zarokên xwe çi destê wan hat kirin. Piştî ku min dibistana bilind bi dawî kir zêdetirî 2 salan karê tekstîlê de xebitim. Lê di vê pêvajoyê de min nexweşiyeke giran derbas kir. Ji ber vê yek neçar mam dibistanê jî berdim. Ji ber vê yekê her tim xebitîmi. Tevahiya 5 salan di karê tekstîlê de xebîtim. Piştre min dest bi Zanîngeha Marksîst û Lenînînst a şevê kir.

JINKA QADIR-10

Li Ermenîstanê di karê tekstîlê de we hem berpirsiyariya ciwanan hem jî serokatiya sendîkayê kiriye, Hûn dikarin hinekî behsa vê pêvajoyê bikin? 

Raste, piştî dibistanê ez li wê de xebitîm. Gelê Ermenî qiymet dide gelên cûda. Di karê tekstîlê de jî ez weke berpirsiyar hilbijartim. Du salan jî di sendîkaya tekstîlê de bûm serokê sendîkayê. Dema ez berpirsiyara ciwanan bûm, li Ermenîstanê bi deh hezaran fabrîka hebûn. Li van fabrîkayan jî nerîna sosyalîzmê serdestbû. Ji ber ku ez berpirsiyar bûm wêneyên mi li dîwarên fabrîkayê hatibûn daliqandin. Li Rûsyayê berê cîhekariya nasnameyan tinebû. Kesek bi tiştên dikir derdiket pêş. Ji ber vê yekê ez xwe gelekî bi şens dibînim. Li vê fabrîkayê ez bi zanistê navdar Vîctor Hambardzumyan re xebitîm. Ev yek ji bo min gelekî girîng bû. Ji ber xebatên ku me kir jî xelat dan me herduyan. Jixwe li ser van xebatan berpirsiyariya sendîkayê dan min. Piştre jî tevahiya 15 salan ez li ba dozgerî xebîtim. Li vê derê jî gelekî qimet dan fikrên min. Min jî tevahiya van salan hewilda bibim bersiv û me gelek pirsgirêkên mezin jî çareser kir. Feydeya van tiştan hemûyan li ser jiyana min bû. Bi taybetî ez bûm miroveke bi xwe bawer û ev yek li tevahiya jiyana min de xwe da hîskirin. Jiyana min a xebatê gelek tiştî nîşanî min dan û gelek hevalên min ên bi qîmet çêbûn. Min di jiyana xwe de her tim çareserkirina pirsgirêkên gelê xwe jî esas girt.

Em hinekî jî behsa jinan bikin. Eger hinekî hûn behsa rewşa jinên li Ermenîstanê bikin hûn dikarin çi bêjin? 

Di dema Koma Sosyalîst a Sovyet de jin hê zêde derdiketin pêş. Lê dema em rewşa jinên li Ermenîstanê binîrxînin ew jî diyarkerin. Jin di nava civakê de li gelek cîhên girîng disekinin. Heman tiştî em ji bo tevlîbûna jinan a ji bo siyasetê jî em bêjin. Li parlementoya Ermenîstanê jin hene. Lê ev yek terî nake. Beriya her tiştî ez dibêjim; divê têkoşîna cinsî hê zêdetir bidin. Lê rewşa jinan Kurd hinekî bi malbatên wan re girêdayiye. Gelek jinên me nivîskar û dengbej hene. Lê heman tiştî ji bo tevlîbûna nava siyasetê em vê yekê bêjin. Divê hê zêdetir xwe bawerbin. Dema ku em dest bi karekî dikin em nikarin navberê de bimînin. Divê em jin hê bi armanc bixebitin û xwe pêşbixin. Min her tim pirsa ‘Ez kî me’ li xwe kir. Divê em ziman û nasnameya xwe welatê xwe bîrnekin. Serkeftina min jî piraniya xwe ji vê yekê digre.di jiyana xwe ya xebatê de min gelek xelat û madalya girtin. Lê tenê daxwazeke min heye bi xelat û madalyayên ku min girtine ez biçim Kurdistanê.

JINKA QADIR-1

Hûn bi tempoyeke gelek giran jî xebitîn û niha jî seroka Komîteya Kurdistanê ne, wê kengê û çawa li saziyên tevgera azadiyê dest bi xebatê kir? 

Piştî ku kurê birayê min di nava têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest da, ez hê hesas nêzî xebatan bûm. Min zêde xwe tevlî kir. Cewo Evdal (Aloyan) şehîdê yekemîn e Ermenîstanê ye. Bi saya wî ez bi aktîf tevlî xebatan bûm. Ti carî ji ber xebatên ku min kir ez poşman nebûm. Divê em jin jî hê zêdetir di nava van xebatan de cîh bigrin. Ji bo pêşxistin û parastina ziman jî rola jinan gelekî girînge. Hem li Rûsyayê, hem jî li Ermenîstanê zarokên me zimanê dayikê nizanin. Ev yek jî gelekî zora min dije. Ev yek jî asîmîlasyona sipiye. Lê malbatên me jî li ser vê yekê nasekinin. Divê malbatên me hê hişyarî nêzî meseleya ziman bibin. Dema ku zarokê zimanê dayikê nizanin divê ew xwe baş hîsnekin.

Berxwedanên li Şengal û Kobanê li vê derê çawa hate hîskirin? Bi taybetî jî hûn ji bo berxwedana jinan dikarin çi bêjin? 

Têkoşîna Jinên Kurd û Kurdistanê li tevahiya cîhanê bûye mînak. Divê em jin jî bi vê yekê kêfxweş bibin û li her cîhê ku em lê dijîn vê têkoşîna pêşbixin. Em bi berxwedana li Kobanê û Şengalê pir pê serbilind bûn. Li gelek deveran jî ev têkoşîn bû mînak. Li vê derê jî rola herî mezin dîsa jinên kurd girte ser xwe. Di xebatên me yên li Ermenîstanê de jî ev yek xwe dide hîskirin. Tesîra sîstema hevserokatiyê jî gelek li vê derê bû. Me jî li vê derê sîstema hevserokatiyê xiste meriyetê. Çend sal berê li saziyan jin tinebûn. Lê piştî ku ev sîstem kete meriyetê jin zêdetir tevlî bûn. Ev yek jî mirov gelekî kêfxweş dike. Berê bi jinan bawer nedikirin. Lê niha hevsera şêxekî hevseroka komîteya Moskovayê ye. Ev yek jî nîşan dide ku têkoşîna jina kurd di nava civakê de jî gelek guhertînan bi xwe re tîne. Herwiha di xebatên çand û hunerê de nûnertiya jin heye û em di vê qadê de gelek encamên girîng digrin. Belê barê me jinan girane, lê serokatî barê me sivik kir. Serokatî her tim ji bo pêşketina jin û civakê di nava têkoşîneke mezin de ye. Divê em jî berpirsiyariya xwe ya li hemberî serokatî bi cîhbînin. Ez bawer dikim ev yek jî wê bibe piştgiriya me ya herî mezin. Hê gelek karê me heye. Welatê me ne azad e. Serokatî hê di bin tecrîdê de ye. Heya serokatî azad nebe, Kurdistan azad nebe em azad nabin. Ji bo vê jî divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Weger: Evrim Dengiz