“Sosyal” Medya

- Necîbe QEREDAXî
675 views

Bi pêşketina teknîkê re ti navgîneke bi qasî “sosyal medya” bi bandor nîne li ser jîyana mirovan. Di saniyeyekê de dikarî peyamên baş û xerab bighîne bi sedan û bi milyonan kesan. Mijar li vir li ser zirar û fêdeyên navgîna “sosyal medya” nin. Ez “Sosyal medya” dixim nava parantêz, ji ber ku tenê soyasl nin e dikare bibe her tişt.

Têkelî mirov bi mirov û mirov bi civakê re civakbûnê diafrînê, em dikarin bi hev re bikenin û bi hev re bigirîn, diyalogê çêbikin, nakokî derkevin û çareser bikin. Lê di ” sosyal medya” de mirov bi teknîkê re digirî û bi teknîkê re dikene, bi derbasbûna demê re jî bêyî ku mirov bi xwe bihese, mîna robotêkî/ê wê vî hîsî jî dikûje.

Hin caran jî pêşbirka komkirina bi sedan hezarar û milyonan “ecibandin” û “parvekirin”ê mîna nexweşiya şîzofreniyê ye û dikare di asta herî jor de di kesayetiya mirov de bandorên neyînî jî bike. Mirov wer bawer bike kû ew bûye navenda her tiştî û cîhan li dora wî dizivire. Lê heman mirov, li dora wî çi diqewime ne jê ne haydare, eger di IPhona wî de bi sedan hezar ecibandin û parvekirin û bi dehan hezar heval hebin, ev yek teqez başî an xerabiya wî îfade nake. Lê “sosyal medya” bi xwe navgîneke wisaye ku populîzmê han dide, ger bi baldarî û hevsengî neyê bikaranîn.

Nexasim hin kes û sazî wê ji bo armancên pir neyînî bikar tînin û rikeberên xwe dikin hedefa êrîşan. Lê gelo ev navgîn qadeke têkoşîna bi berhem û propagandaya grub an saziyekê ye, an navgîneke ku takekesî were nepixadin, an navgîneke hilweşandina civakbûnê ye. Nexasim li hember rêxstinên ku raste rast pêşengiya şoreşê dikin dikare weke jehrê bedenê feleç bike û bikuje.

Zêdebûna nexweşiyên strês û travmayê, bi piranî ji têkelbûna dîmenên kuştin, şewtandin, rasterast belavkirina her tiştî, civak li nav hev xistiye û têkiliyên bê berhem afrandine. Mirov dikarin bêyî ku peyvek jî ji devê wan derkeve, bi seatan li ber kompîtura xwe bi kesên hîç nas nakin re bipeyivin. Mirov bi xwe hebûneke çivakî ye, lê ya ji civakbûnê jî dûr dixe “sosyal medya” bi xwe ye. Mirov bûna mîna koleyên teknîkê. Di malekê de hemû navgînên teknîkê di destê her kesî de hebin lê heman kesa di malê 10 deqeyan diyalogê bi malbat, cîran û hevalên xwe, endamên saziya xwe re danaynin, li ser navgînên “sosyal medya” bi hezaran hevalên wî/wê hebin wataya wê çiye?

Bi navgînên “Sosyal medya” mirov dikare tenê encamên pirgirêkan bizanibe lê nikare rastiyan fêr bibe. Cîhana sanal ango nîgaşî “sosyal medya “rastiyan tazî nîşan dide, dimenên mirovan şok bikin, matmayî bihêlin û hîsên zû bandor dikin û zû winda dibin û di hafizeyê de tiştek namîne. Çend bûyerên ku van rojên dawî li ser riya “sosyal medeya” ango tora ragihandina civakî di saniyeyan de li hemû cîhanê belav bûn, kuştina jina afganî Ferxûne bû. Her kes li ber dîmenên wê an xemgîn bû, an têra xwe çêr li ol û mêran barandin, an jî hin ji kes li ber dîmenên Ferxûnde kîn û nefreta wan çêbû, lê gelo ev dikarin hemû bandorên sanal bin. Gelo li ser erdê wê çi bandorê bike? Mirov her roj ji zihniyeta wan mêran çi weke wan qebe û çi jî zirav, dikare bibîne û rastê were.

Ji bo avakirina pergaleke alternatîf pêdivî bi hevalên şoreşê heye mîna ew jinên ku milê xwe xistin bin darbesta Ferxûnde û nehiştin mêr cenazeyê wê rakin. Ev bi serê xwe hevalên Şoreşê ne. Dibe ku hevalên senal dîmenên wan bi cîhanê re parve bikin lê yên wê gohartinê bikin û jiyana nû ava bikin ew jinin ku milên xwe xistin bin darbesta Ferxunde bi xwe ne; jinên ku li ser vê bûyerê rast nîqaş bikin û têkevin nava jinên afganî û birêxistin bikin.

Li cihekî ku zihniyeteke mêrsalarî ango baviksalar derbeyê nexwe û jin bi rastiya kolebûna xwe nehisin û ji bo gohartinê xwe rêxstin nekin, bila hezaran hevalên wan li ser “sosyal medya” hebin jî, tu bandora wê di warê guhartinê de nîn e.  Yên pêdiviya jinan a siyasî, civakî, aborî , parastin û hwd tespît bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin, hevalên şoreşê ne ne hevalên senal. Dibe ku jinên Kurd, Îran, Tirkiye û  Afganistan û welatên din bi hev re li ser navgînên “sosyal medya” di nav têkiliyê de bin, lê hevalên şoreşê li ser erdê ne,  ku ji bo guhartina bingehî bi bandor e.