Di zimanê şanoyê de xala sereke ziman û laş e. Di avakirina wateyê û veguheztina temaşevanan de rola sereke ziman û laş dilîze. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin ku ziman û laş tine be (ev jî mirov bi xwe nîşan dide) şano jî tine ye. Ev jî hebûnê diyar dike. Ji ber vê ger zimanê we tine be hûn jî, hunera we jî tine ye.
Di vê rewşê de em nikarin şanoya Kurdî tenê bi çarçoveya ziman pênase bikin. Ji ber ku Kurd di her alî de li ber xwe didin ku hebûna xwe biparêzin. Li her qada civaka Kurd ev berxwedan û têkoşîn bi awayekî xurt dewam dike. Lewra em hunera xwe jî weke qadeke berxwedanê dinirxînin. Ji perwerdeyê heta tekstê, ji lîstikvaniyê heta nîşandana ser dikê her xala wê pêvajoyeke berxwedanê ye. Lewra em dikarin bêjin ku şanoya Kurdî qada berxwedana hunerî ye.
Kurdî ku bi têkoşîna hezaran sal gihaye roja me zimanekî pir dewlemend e. Her wiha civaka Kurd jî xwedî dewlemendiyên çandî ye. Piştî polîtîka û pratîkên înkar û tinekirinê jî winda nebû û nabe. Li vir bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin bi nifşên me yên nû bidin jibîrkirin. Dikin ku pêşeroja gelê Kurd bê ziman, bê çand û bê dîrok bihêlin. Wateya hunera Kurdî ji ber vê hîn zêdetir e û taybetî şanoya Kurdî di vê xalê de dikare rola xwe bilîze. Ger têkoşîna ziman tenê ji gramerê û axaftina rojane pêk bihata , berxwedana me jî dê hêsantir ba. Lê çand û ziman wateya hebûnê dihewîne. Lewra karê şanogerên Kurd piralî ye. Bi gotineke din, em bi hunera xwe hişmendiya civakekê çêdikin, şênber dikin û cîhaneke pêkan û dewlemend raberî gelê xwe dikin. Em hêza xwe jî dîsa ji nirxên civakî û ji çanda civaka xwe digirin. Perspektîfa xwe jî ji hunera demokratîk û azad digirin. Ji ber vê, şanoya Kurdî weke saziyek cewherî û bingehîn vê rolê dilîze an jê neçar e ku bilîze. Em nirxên civaka xwe ji dûh digirin, bi nirx û pîvanên îro re dixemilînin û pêşkeşî siberojê dikin.
Polîtîkayên asîmîlasyonê bingeha sereke ye
Civaka Kurd di xala sereke de bûye çar parçe, di nava her çar parçeyê de jî parçekirinên din hene. Mixabin di şanoyê de jî rewşek bi vî rengî heye. Ji ber vê jî sazîbûn û berdewamî pêwist e. Çawa ku li gor rewşa siyasî û di asta şer de rewş diguhere, ev rastî bandorê li saziyên me û xebatên me jî dike. Dibe ku wekî di şer de rasterast bandoreke fîzîkî nebe lê bi şêwazên cûrbicûr xwe nîşan dide. Deriyê salonên me tên girtin, komên me tên belavkirin. Di aliyê derfetan de me bêpar dihêlin. Jix we di aliyê ziman de rewş diyar e. Sedema vê jî polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Ev jî bi giştî ji bo şanoya Kurdî zehmetiyan bi xwe re tîne. Gelek caran şanogerên me ji ber sedemên aborî û nebûna derfetên din nikarin dewam bikin û kom neçar dimînin belav dibin. Ev jî di berdewamî û pêşketina şanoya Kurdî de dibe sedema qutbûnê. Ji ber wê gelek hunermendên me diçin dîasporayê, yên din jî ger nehatibin girtin neçar dimînin ku karên cuda bikin.
Pîvan hunera azad e
Ji derveyî mijarên fîzîkî di aliyê tekst û amadekirina lîstikên nû de jî zehmetî hene. Bêguman sedemên wê yên ji ber asîmîlasyon û polîtîkayên qirkirinê hene lê em nikarin xwe bi van sînordar bikin. Wekî me got, em qada xwe wekî qada berxwedanê dinirxînin. Lê weke nimûne carnan nivîsîna tekstekê jî ji me re zor tê. Tevî vê jî li hemberî vê rewşê hewldan û israra hunermendên Kurd jî heye. Mîrateyek bêhempa jî li ber me ye û em dikarin hêza xwe ji vir bigirin. Ev jî mecal dide ku em meşa xwe dewam bikin. Helbet sazîbûn û berdewamî jî bi xwerêxistinkirinê re dê were çareserkirin. Yanî hunermendê Kurd dikare pişta xwe bide gel û rêxistina xwe. Hunermend li ser vî hîmî dikare bi awayekî watedar û bi hunerek dewlemend berhemên xwe pêşkeşî gel bike. Bêguman di vir de pîvan şanogeriya berxwedêr û perspektîva hunera azad û demokratîk e.
Girîngiya rola jinê û mîsyona dîrokî
Em dikarin bêjin di şanoyê de jin rolek girîng dilîze. Tevlîbûna jinê di şanoyê de diyarker e. Ev rewş hem di aliyê şanogeran de him jî di aliyê temaşevanan de encamek pozîtîf derdixe pêş. Tevî vê, pêwîste jin di aliyê tekstnivîsê de jî pêş bikeve. Ji ber di şanoyê de mijareke din a bingehîn jî tekst e. Perspektîva lîstekekê ji tekstê destpê dike. Di rewşa heyî de em dikarin bêjin ku kêmasiyek bi vî rengî heye.
Di serî de şano, hemî qadên hunerê ne qadên popûler in. Hunermendî mîsyonek girîng e û berpirsiyariyek civakî dixwaze. Em hêz û îlhama xwe ji civaka berxwedêr digirin, lewra jî giraniya vê rewşê hîs dikin û dikin ku li gor vê tevbigerin. Nêzikatiyên popûlîst demkurt û rojane ne û carnan beriya bibe êvar tê xerckirin û xilas dibe. Lewma divê em xebatên xwe weke pireke dîrokî bibînin. Em mîrateya ku ji dîrokê digirin bi rêya xebatên îro digihînin siberojê.
Mîsyona festîvala şanoyê û hişmendiya hunera alternatîv
Em weke endamên Şanoya Bajêr a Amedê her hefte bi lîstikên mezin û lîstikên zarokan li pêşberî temaşevanên xwe ne. Em di her sezonê de lîstikên cuda derdixin. Bêguman ne tenê ji bo mezinan ji bo zarokan jî lîstikên me hene. Ji bo me ev pir girîng e. Zarokên me bi ziman û çanda xwe li lîstikan temaşe dikin. Ji bo me ev pêywirek pir girîng e.
Her sal festîvalên me çêdibin. Îsal 11. Festîvala Şanoyê ya Amedê çêbû. Ne tenê lîstikên Kurdî ji çar aliyên cihanê hunermend û lîstikvan li Amedê hatin cem hev. Naverok û mijara me li dijberiya şer bû îsal. Hunermendên ku li hemberî şerê cîhanê yê sêyemîn bûne xwedî seknek civakî û demokratîk bûn mêvanên me. Bi festîvala îsal re me careke din gotina xwe got û aliyê xwe nîşan da. Bi vî awayî me nasnameya şanoya Kurd a azadîxwaz, demokratîk û berxwedêr ji hemû cîhanê re careke din nîşan da. Ji bilî vê festîvalê sala borî me 1. Festîvala Şanoyê ya Jinan jî organîze kirîbû û îsal jî em ê ya duyemîn çêbikin. Jin û zarok pira çandê ne, di navbera dûh û siberojê de rolek jiyanî dilîzin. Em jî bi vê hişmendiyê di festîvalên xwe de li ser bingehê vê taybetmendiyê naverokan amade dikin û pêşkeşî gel dikin.
Ji bo tekstnivîsiya şanoya Kurdî jî em her sal pêşbirkekê amade dikin. Gelek lîstikên nû bi rêya vê pêşbirkê derketin holê û em hewl didin ku berdewam be. Weke ku min got berdewamî esas e.
Xebata me ya din jî akademî ye. Ji bo berdewama hunera Kurdî, divê em sazîbûna xwe di aliyê perwerdeyê de jî bidomînin. Bi perspektîva hunera azad û demokratîk em hunermendên nû perwerde dikin. Ji bo me ev xebat jî dê di avakirina hunera alternatîv de rola xwe bilîze. Em vê xebatê di serî de ji bo gelê Kurd lê di heman demê de ji bo hunera cîhanê jî dikin. Em dibêjin hunerek civakî û alternatîv pêkan e, vaye kerem bikin û binêrin Kurd di vê xebatê de jî pêşeng in.
