“Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve”

- Roza METÎNA
205 views
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve” kampanyaya ew ê heta 8’ê Adara 2024’an dewam bike, da destpêkirin. Deklarasyona kampanyayê ewilî di 15’ê Îlona 2023’yan de li Rihayê hat eşkerekirin. Li Rihayê jinan gotin werin em bi hev re li her derê, her tim biqêrin û bibêjin, bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi azadiyê ve. Her wiha kongreya asayî ya Partiya Çep a Kesk di 15’ê Cotmeha 2023’an de li Enqereyê hat lidarxistin û navê partiyê wekî HEDEP’ê hat guhertin. Parlamentera HEDEP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarî Oruç û parlamenterê HEDEP’ê yê Sêrtê Tuncer Bakirhan wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê Halîde Turkoglu têkildarî kampanyaya TJA’yê û kongreya asayî ya Partiya Çep a Kesk pirsên me bersivand.

TJA’yê di 15’ê Îlonê de li Rihayê bi dirûşma “Bi Jin jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” dest bi kampanyayekê kir û wê heta 8’ê Adarê bidome. TJA vê kampanyayê di asta herêmî de çawa bi rêxistin dike?
Ji roja me kampanya daye destpêkirin heta niha, em têkiliyeke xurt a herêmî ava dikin û bi vî rengî rêbaza xebatekê dixin meriyetê. Mijarên di deklarasyona TJA’yê de di heman demê de dibin sernavên xeta têkoşînê, çalakiyan, xebatên atolyeyê. Bi bernameyên herêmî wê xebatên çalakî û atolyeyan bi hev re bên meşandin. Wê li kolan û navçeyan carnan jî li malan bi jinan re hevdîtin bên kirin. Wê li ser pirsgirêkên jinan û tora rêxistinbûyînê bê sekinandin. Wê li ser pêdivî û mijarên lezgîn jî bê sekinandin. Şêwaza rêxistinbûyîn û xebatê ya kampanyaya me ya dê fînala wê di 8’ê Adarê de be, bi vî rengî ye.

Di çerçoveya kampanyayê de tê gotin ‘Wê jin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin.’ Hûn vê xalê çawa dinirxînin?
Em jin dizanin tecrîda li ser Birêz Ocalan veguheriye rejîmekê, ev rejîm jî ji bo xespa mafan û şer mayînde bibe, tê sepandin. Em wekî jinên fikriyata Jin Jiyan Azadî diparêzin, em dizanin ku dixwazin vê fikriyatê têxin binê tecrîdê. Ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd divê tecrîd bê rakirin. Lê belê îktidar bi rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ava kiriye, polîtîkayên şer bi her aliyên xwe kûr dike. Ev şer ne tenê li dijî kurdan e, di şexsê jinên kurd de li dijî hemû jinên cîhanê ye. Ji xespa mafan bigire heta polîtîkayên şerê taybet, ji cinayetên jinan bigire heta polîtîkayên bêcezahiştinê yên li dadgehan, li her qadê li ser bêhiqûqiyê dijminatiyeke ‘hiqûqî’ tê sepandin. Em nikarin bêyî tecrîdê, parastina destkeftiyên jinan, avakirina jiyaneke nû bigirin dest. Loma wekî TJA’yê di navenda kampanyaya me de rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan heye. Em ê xebat û xeta xwe ya çalakiyên civakî û polîtîk li ser vê esasê bidin meşandin û armanca me ew e bi vê fikriyatê bigihêjin hemû jinan. Em ê tevî hemû polîtîkayên tecrîdê jî fikriyata Jin Jiyan Azadî li her qadên jiyanê têxin meriyetê û ev ê li dijî tecrîdê bibe bersivek.

Di çarçoveya vê kampanyayê de wê jin li dijî polîtîkayên şerê taybet di nava çalakiyan de bin. Hûn polîtîkayên şerê taybet çawa dinirxînin? Çalakiyên bi çarçoveya vê kampanyayê yên li dijî polîtîkayên şerê taybet hûn çawa şîrove dikin?
Em nikarin polîtîkayên şerê taybet ji meseleya kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê cihê bigirin dest. Dewsa çareseriya demokratîk di şer de israrek heye û ev jî dibe sedem polîtîkayên şerê taybet bi awayekî sîstematîk dewam bike. Bandorên vê yên li ser jinan jî piralî ne. Ji bo gelê kurd bê çewisandin ev yek tê sepandin. Hewl didin, hemû nirxên tevgera jinên kurd ava kiriye, serûbin bikin. Her kesên serî natewînin dixin girtîgehan, li girtîgehan bi polîtîkayên zextê îşkence li wan tê kirin. Ji bo civak serî raneke ev zext tên kirin. Bi taybet jî ev zext li jinan tên kirin. Armanca tundî, hişbir, xizanî, koçkirin, ferzkirina sîxurtiyê yên bi çarçoveya polîtîkayên şerê taybet dikevin meriyetê ew e ku jin ji nirxên xwe dûr bikevin, xwe bi rêxistin nekin. Armanceke din jî ew e ku civak xwe bi rêxistin neke. Mirov dema li dijî van êrişan xwe bi rêxistin neke wê demê bê parastin dimîne. Dema kurd bê parastin bimîne wê demê dê ji qirkirineke çandî derbas bibin. Em dozên jinên bi tundiya leşker û polîsan jiyana wan hatiye dizîn, jinên hatine windakirin, jinên mirinên wan bi guman e dişopînin. Ji aliyekî jî em çalakiyên hişyarkirinê yên li dijî şerê taybet li dar dixin. Çimkî encax em bi parastina nirxên jinan, bi rêxistinbûyînê, bi mezinkirina piştevaniyê dikarin hişmendiya xweparastinê ya li dijî şerê taybet pêş bixin. Loma armanca kampanyaya me ew e ku em vî şerê taybet teşhîr bikin. Armanc ew e ku em çalakiyan li dar bixin û atolyeyên hişyarkirinê pêş dixîne çêbikin. Em dixwazin bi vî rengî xweparastineke îdeolojîk pêş bixin. Em ê kampanyaya TJA’yê li her derê belav bikin.

Niha li Bakurê Kurdistanê qirkirina jinan û xwezayê ya sîstematîk didome. TJA’yê di deklarasyona xwe de bal kişandibû ser vê rewşê. Hûn vê mijarê çawa dibînin ?
Bi hevkariya modernîteya kapîtalîst û netew-dewletê polîtîkayên qirkirina jinan û qirkirina xwezayê bi hev re meşiyane. Me wekî tevgera jinên kurd li Bakur li dijî qirkirina bi destên mêr-dewletê li ser esasên xweparastinê sazî ava kirin. Di vê qadê de me têkoşîneke ciddî da, ev têkoşîn dewam dike. Her çiqas bi destên qayûman navendên jinan hatin girtin jî me tora têkoşîna alternatîf ava kir. Polîtîkayên qeyûm û polîtîkayên şer tê maneya êrişên li dijî jiyana me, êrişên li dijî qadên jiyana me, xweza, gund, bajar, daristan, dîrok û çanda me. Qadên jiyana me talan dikin,  koçberiyê li ser me ferz dikin. Bi bombebarankirinê, bi şewitandina daristanan çavkaniyên debara me ji destên me digirin. Bi tinekirina xwezaya kurdan, dixwazin jiyana civakî ya kurdan jî tine bikin. Ev herî zêde bandorê li jinan dike. Zêhniyeta dixwaze kurd, jinên kurd serî jê re bitewîne û tundiyê dike, li dijî xwezayê hertim şer dike. Em wekî TJA’yê têkoşînê bi tevahî digirin dest. Em ê wekî jin parastina jiyan, xweza û çanda xwe bidomînin. Ji bo li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna jin û ekolojiyê bibe yek em ê li dijî mîlîtarîzm, polîtîkayên rantê yên di bin navê netewperweriyê de tên meşandin, têkoşîna xwe mezin bikin.

Niha êrişeke mezin a îktidara AKP-MHP’ê li ser ziman, çand û hunera gelê kurd heye. Bi çarçoveya kampayaya TJA’yê wê li dijî polîtîkayên qirkirina nasnameyê  xetek çawa ya têkoşînê bê hûnandin?
Ziman û çanda me ji bo me jinên kurd hinceta hebûnê ye. Îktidara AKP-MHP’ê herî zêde jî êrişî vê qadê dike. Ji bo zimanê xwe em wekî TJA’yê li her derê rojevan ava dikin. Dema em polîtîkayên durûtiyê yên îktidarê teşhîr dikin, em di heman demê de jî rêbazên têkoşîna piralî dixin meriyetê. Li malê, kuçe û meclîsê ji bo statuya makeqanûnî ya zimanê dayikê û li ser giringiya ziman em xebatan dikin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, ji bo em di nava civakê de zimanê xwe li her qadên jiyanê belav bikin, em bi jinan re hevdîtinan dikin. Em zimanê vê kampanyaya xwe jî li ser esasên zimanê dayikê didin meşandin.

Her wiha îktidara AKP-MHP’ê zimanekî zayendperest û cihêkar li dijî jinan û civakê bi kar tîne. Bi rêya medyaya hawiz jî ev ziman tê bikaranîn û ev yek dibe sedema tundiya li ser jinan û civakê. Bi kampanyaya jinan dane destpêkirin wê xeteke çawa ya têkoşînê li dijî zimanê zayendperest bê şopandin ?
Şêwaza siyaseta îktidara AKP-MHP’ê li ser esasên cihêkariyê hatiye avakirin. Bi zayendperestiyê li dijî cudahiyên di nava civakê de jî şerekî dide destpêkirin. Sazîbûna faşîzmê bi vê motîvasyonê xwe xwedî dike. Kampanyaya me jiyaneke navenda wê jin e, diparêze. Em bi kampanyaya xwe rêxistinbûyîna bîrdozî mezin dikin. Aqilê mêr û îktidara mêr bandorê li zimanê medya û siyasetê dike. Bi vî zimanî cihêkarî û tundî li ser civakê tên ferzkirin. Ev yek jî di nava civakê de dibe sedema texrîbateke mezin. Em têkoşîna li dijî vê texrîbatê esas digirin. Em her hewl didin vî zimanê dibe sedema cihêkarî û tundiyê teşhîr bikin. Em li dijî vî zimanî çalakiyan li dar dixin. Em bi xebatên kooperatîfan, bi têkoşîna li dijî tundiyê li dijî van texrîbatan li berxwe didin. Em li dijî saziyên ku tundî û zayendperestiya îktidar dibe sedem rewa nîşan dide jî têkoşîna xwe dikin. Dijminatiya li hemberî jinan bi her aliyê xwe li saziyan bi cih bûye. Her wiha tundiya li hember jinan jî bi polîtîkayên îktidarê zêde bûye.  Xeta bîrdoziyê ya kampanyaya me ew e ku em civakeke demokratîk a navenda wê jin e ava bikin. Em xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û 8’ê Adarê bi sernavên perîyodîk pêk tînin. Tundiya li ser jinan a vê îktidarê her roj li her derê derdikeve pêşberî me. Loma divê em jî têkoşîna xwe her dem li her derê mezin bikin. Mezinkirina vê yekê xweparastina me ya bingehîn e. Encax bi vê sekna bi biryar û motîvasyonê guhertin û veguhertin pêk bê.

Kongreya 4’an a asayî ya Partiya Çep a Kesk hat lidarxistin û êdî partî dê bi navê HEDEP’ê têkoşîna demokrasî û azadiyê bide. Peyama kongreyê çi bû, di nexşerêya têkoşînê de em ê guhertinên çawa bibînin?
Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, bi civînên gel û bi xebatên berfireh me kongreya xwe pêk anî. Me komxebat û konferans li dar xistin. Bi vî rengî me hinek guhertin di kongreya xwe de pêk anîn. Bi guhertina navê partiyê re me rêziknameya xwe jî guhert. Ev guhertina bi biryara konferansê pêk hatî, di eslê xwe de, xeta tekoşînê ya HEDEP’ê derdixe holê. Ji bo çareserkirina meseleya kurd a bi rêya demokratîk, ji bo makeqanûna demokratîk û rakirina tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan, ji bo azadiya girtiyên siyasî û girtiyên nexweş, têkoşîna li dijî qeyûman, ji bo parastina pergala hevserokatiyê, Peymana Stenbolê û têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina ekolojiyê têkoşîna me mijara gotinê ye. Di kongreyê de jî li ser van esasan peyam hat dayîn. Peyama hevserokên me yên giştî yên nû, peyama delegasyona kongreyê, ya beşdaran, peyamên ji Rojhilata Navîn, Ewrûpayê hatin, peyama hevpar a hevalên me yên girtî ya bi biryara azadî û têkoşînê hat dayîn, motîvasyona bingehîn a kongreyê bû. Di vê motîvasyonê de bêtir rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan derket pêş. Ji bo çareseriya meseleya kurd a bi awayekî demokratîk partiya me xeta xwe ya têkoşînê di kongreyê de bi awayekî bi biryar girt dest. Israra ji bo aştiyeke bi rûmet a li dijî şer rojeva bingehîn bû. Di kongreyê de êrişên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Neteweya demokratîk wekî çareseriya şerî derket holê. Li ser vî esasî HEDEP’ê çareseriya ji bo şer a li Rojava û Filistinê li kongreyê derxist holê. Di vê kongreyê de aliyekî zêde yê meclîsa partiyê hat guhertin. Wê ji bo têkoşîna civakî HEDEP stratejiya rêya sêyem bişopîne. Em ê xebatên ji bo rêveberiyên herêmî, zimanê dayikê, makeqanûneke demokratîk, çareseriya meseleya kurd a bi awayekî demokratîk, mezinkirina têkoşîna kedê pêş bixin.