Dengê hunermendê Kurd ji bo dijmin xofek e

- Bermal ÇEM
314 views
Di pêvajoya dawî de gelek êriş li ser çand û hunermendên Kurd pêş dikevin. Konser, şano û çalakiyên hunerî tên qedexe kirin. Bi taybet jî hunermendê jin tên bin çavkirin û astengkirin. Ji bo ku çalakiyên hunerî pêk neyên hemû cure êriş di meriyetê de ne. Ev ji xwe de pêş nakevin. Çand û hunera Kurdî bi pêşketina tevgera azadiyê cardin geşbû û civak zindî kir.

Ji dijmin re ev bûye kulek û tirsa herî mezin. Dewleta dagirker hezim nake ku gelê Kurd bi ziman û hunera xwe, nasnama xwe bijî. Lewma zarokên ku li kolanan bi Kurdî sitranan dibêjin jî ji bo xwe xeter dibîne û gef li wan dixwe. Dixwaze jiyana azad a Kurd bi êrişkirina çandê têk bibe. Bi salane bi şerê taybet, ji bo bişaftina çanda Kurd gelek rê û rêbaz diceribîne. Ji şerê fîzîkî zêdetir giranî dide şerê çandê. Bi taybet sed salên dawî ji bo helandina çandê, qedexekirina zimanê Kurdî, di nava liv û tevgereke mezin de ye.

Rejîma faşist ji bo bişaftina çanda Kurd di nava tevgerê de ye

Hunermendên Kurd her roj bi qedexeyên cuda re rû bi rû dimînin. Bi dehan çalakiyên hunerî, konser û lîstikên şanoyê yên Kurdî vê demê de hatin qedexekirin. Gelek hunermend hatin binçavkirin û girtin. Tenê ji bo ku hunermendê Kurd bi zimanê xwe sitran û awazê xwe distirên bi salan li zindanan tên girtin. Hunermenda Kurd Nûdem Durak ji ber bi Kurdî sitran gotiye 7 sale di zindanê de ye û 17 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Gelek hunermendê din jî di heman rewşê dene. Rejîma faşist ji bo bişaftina çanda Kurd şev û roj bê sekin di nava tevgerê de ye. Li Kurdistanê, bi taybet jî li cîhên dîrokî çalakiyên hunera Kurdî qedexe dike, bi hunermendên faşîst konseran amade dike. Gelek mîhrîcanên ku eleqeya xwe bi çanda Kurdî tine ye li dardixe. Dibin navê cil û bergên Kurdî de naveroka nirxên Kurdî vala dike. Dixwaze bi êrişên xwe yên qirêj çavê hunermendê Kurd bitirsîne û pêşî li xebatê wan bigre. Ev hemû dide nîşandan ku hêza xebatên çand û hunerê çawa derba giran li dijmin dixe. Dengê berhemên hunermendê Kurd dibe xofek û dikeve nav canê dijmin.

Dewleta mêtînger dixwaze dengê hunermendê Kurd qut bike

Dewleta mêtînger baş dizane ku ji bo civakekê têk bibe pêwîste destpêkê çanda wê netewê têk bibe. Dixwaze civakek ji nasname xwe dûr tenê fîzîkî bijî bihêle. Armanca wê ew e hîmê berxwedan û hebûnê ji holê rake. Wek tê zanîn nasnameya çandî çavkaniya berxwadana civakê ya herî bingehîne û heta ku vê ji holê raneke nikare di polîtîkayên xwe yên tunekirinê de bi ser bikeve. Lewma zextên xwe li ser vê qadê dijwartir dike. Dixwaze deng û berhemên hûnermendê Kurd qut bike. Helbet mirov nikare civakek bê çand û huner bifikre, civakek bê çand û huner weke komên hestî ye û zindîbûna wê ne gengaz e. Ji ber pêdiviyên civakî û tevna jiyanê wek henasa hebûna mirov e. Armanca êrişên dewleta mêtînger qutkirina henasa hebûna civaka Kurde. Bê guman çanda gelê Kurd li Rojhilata Navîn yek ji çanda herî kevnare. Ew dergûşa şaristaniyên mirovahiyê ye. Li xaka qedîm û kevnar her tim di nava tekoşînek jiyanî de bûye. Çanda Kurdî ne tenê çanda kevintirîne herwiha çanda herî dewlemend e. Tevî hemû zordariyan û polîtîkayên bişaftinê jî gelê Kurd hewl daye hebûna xwe heta roja me ya îro bi parêze, pêş de bibe. Bi hezaran salan belavbûna çanda ku li Kevana Zêrîn şêwe girtiye, bi hest û ramanên çanda dayîk salarî jiyan dike. Çanda ku li vê axê şêwe girtiye ewqas kûr û bi kok e ku rê nade koletiyê. Biyanîbûnê di nav xwe de qebul nake. Civaka ku vê çandê afirandiye, ji warên xwe ti caran qût nebûye û li hemberî êrişan her li ber xwe daye. Ji ber van taybetmendiyên xwe yê bi kok, her tim bi êrişan re rû bi rû dimîne.

Yên li Kurdistanê têk biçe, hêzên qirker in

Di dîrokê de em şahidiya helandina bi hezaran civakan dikin. Miletên bi çand û zimanê xwe dijîn ji holê hatin rakirin. Xeteriya helandina çandê her tim heye. Lewma li her qadê û kêliyê ji bo parastina çanda xwe di nava berxwedanê de bin. Ev ne tenê erka hunermenda ye, hunermend û rewşenbîr pêşengin lê belê erka her ferdeke civakê ye û rola herî mezin jî dikeve ser milê dayîk û jina pêşeng. Belê dijminê dagirker ji sitranên me, şanoyên me, fîlmên me ji hest û fikrên me ditirse. Heta ji xewnên me yên bi Kurdî jî ditirse. Nizane ku di nav çar diwarande be jî, herîkîna berhemên çandî û hunerî nikare rawestîne. Lewma divê ji her demê zêdetir armanca me mezinkirina têkoşîna parastina nasnameya çandî û hunerî be. Ji bo wê çiqas çalakiyên hunerê pêş bikevin wê ewqas êrişên heyî vala derbikevin. Yên ku li Kurdistanê têk biçe, ne çanda azad a gelê Kurd e, hêzên desthilatdar û qirker in.