Hevpeymana Azadiya Jinê û Çareseriyê

- Şevîn NÛDEM
58 views
Pejirandina Hevpeymana Civakî ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’ê Kanûna 2023’an de gavekî dîrokî ye. Wateya vê hevpeymanê ew e ku, kes û beşên cuda yên civakê yên li hev kirî, eşkere kirin ka dixwazin bi hevre çawa bijîn û siberoja xwe ava bikin. Bi vê hevpeymanê bi milyonan mirovên li 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn ji hevre soz û bawerî didin ku ew ê ji bo pêkanîna vê sozê berpirsyarî bigirin ser xwe.

Gihandina hevpeymaneke civakî ya bi beşdarbûna tevahiya pêkhateyên herêmê helwestekî zelal e li dijî her cure zilm, netewperestî, olperestî, zayendperestî, zanistperestiyê. Di heman demê de hevpeymana avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk li ser hîmên azadiya jinê û pêkanîna çareseriya neteweya demokratîk wekî berpirsyariyekî hevbeş radigihîne destketiyeke giring a Şoreşa Rojava ye. Hevpeymana Civakî dibe yek ji stûnên bingehîn ên domdariya Şoreşa Rojava mîsoger kiriye. Xebat û nîqaşên vê bi pêngava Şoreşger a 19’ê Tîrmeha 2012’an re dest pê kir. Qonaxên ber bi ragihandina Hevpeymana Civakî ve dibin wekî xetên bingehîn ên anatomiya Şoreşa Rojava. Zayîna laş û zêhniyeta vê şoreşê bi felsefe, ked û têgînên konfederalîzma demokratîk, azadiya jin û civakê yên Rêber Apo destpêkir û bi berxwedana gel, şoreşa jin û civakê teşe girt.  Pêngava yekê ji bo amadekariya Hevpeymana Civakî ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve bi lêkolînên li ser rêgezên gerdûnî yên mafên mirovan, hiqûqa tevgerên azadiyê û destûra bingehîn a welatên cuda dest pê kir û bi nîqaşên di nav Meclîsên Gel, Tevgera Azadiya Jinê, pêkhateyên netewî û baweriyên Rojava de berdewam kir. Di 6ê Çileya 2014’an de Hevpeymana Civakî wekî bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê fermî hat ragihandin. Tê de nûnertiya hemû pêkhateyên Rojava hate mîsogerkirin. Her wiha beşdarbûna jinan di tevahiya erk û xebatan de herî kêm bi rêjeya ji sedî 40’î, mafên jinan yên jiyana siyasî, civakî, aborî, çandî û hemû warên jiyanê, mafê jinan yê xweparastin û rakirina hemû cudahiyên zayendperest wekî pîvanên esasî hatin diyarkirin.

Di hevpeymanê de mafên jinan

Ji bo mîsogerkirina mafên jinan li hemû qadên jiyanê û taybetî di jiyana malbatê de jinan pêwist dîtin ku biryarên taybet werin girtin. Lewma bi pêşengiya tevgera jinê ya Kongra Star pêvajoyeke nîqaş û civînan bi jinan re hat lidarxistin. Ji ber rewşa şer û dorpêçê ev xebat di asta kantonan de hat rêvebirin. Bi vî awayî di serî de jinên li kantona Cizîrê ‘Rêgezên Bingehîn û Ferweriyên Giştî yên Jinê’ diyarkirin ku ji aliyê meclîsên zagonsaz û rêveberiyê yên kantonê ve hatine pejirandin. Piştre ev rêgezên ku di civakê de wekî ‘qanûna jinê’ hatine nasîn li kantonên Efrîn û Kobanê jî hatine esasgirtin. Vê qanûnê rojevekî giring ava kir û li pêşiya lêpirsîna hişmendî û kevneşopiyên babiksalar, wekî zewaca bi temenê biçûk, pirjinî, berdelî, heyrandin û hwd vekir. Herçiqas vê qanûnê di jiyana jin, malbat û civakê de guhertinên demokratîk pêşve bir, gelek caran di aliyê rast fêhmkirin û pêkanînê de zehmetî û nebesî jî derketin holê. Lewma meclîs û saziyên jinê hem perwerdeyên taybet li ser wateya qanûnên jinê li komîn û akademiyan li dar xistin hem jî nîqaşên ji bo qabûlkirina rêgezên maf û azadiya jinê wekî qanûnên civaka giştî pêş xistin. Ji sala 2016’an ve li herêmên wekî Şehba, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor ên ku ji aliyê hêzên YPJ-YPG û QSD ve ji serdestiya faşîst a DAIŞê hatine rizgarkirin civakê pergala xwe ya xwerêveberinê di çarçoveya pîvanên esasî yên Hevpeymana Civakî yên pêşî de bi hin guhertinan ava kir. Bi vî rengî çanda nîqaş û hevfêhmkirina beşên cuda yên civakî û beşdarbûna jinê di siyasetê de pêşketiye. Lê di hinek mijaran de nêrînên cuda û pêdiviyên xweser ên herêman derketin holê. Her wiha di derbarê qebûlkirina qanûnên jinan de li herêmên rizgarkirî lihevkirineke giştî çênebû.

Lewma di aliyekî de nîqaşek li ser pîvanên azadiya jinê û civakê ji aliyê tevahiya meclîs û saziyên jinan ve li hemû herêman hatiye meşandin û di sala 2020’an de rêgezên jin ên hevbeş ji aliyê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye ragihandin. Di aliyê din de jî pêdiviya ji nû ve sazkirina Hevpeyama Civakî bûye rojeva niqaşên civakî û siyasî. Bi vê armancê ve girêdayî Meclîsa Rêveberiya Xweser ji sala 2021an ve komîteyek ji bo amadekariya reşnivîsa hevpeymana nû ava kir. 158 endamên komîteyê ji sedî 50 ji nûnerên jin û sedî 50 yên mêr pêk hat. Wan di heman demê de nûnertiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, Ermenî, Çeçen, Tirkmen, Misilman, Mesîhî û Êzdiyan kir. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, hiqûqnas, rêxistin û saziyên civakî yên herêman jî di komîteyê de cihê xwe girtin. Wan li ser têgeh, beşên rêgezên bingehîn, azadî û mafên bingehîn, pergala xwerêveberina civakê û berpirsyariyên giştî yên reşnivîsa Hevpeymana Civakî nîqaşên berfireh kirin. Piştî rewşa dawî ya reşnivîsa bi piraniya dengên beşdaran hatibû pejirandin, endamên komîteyê reşnivîs li tevahiya kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya civînan ji raya giştî, komîn, meclîs û saziyan re pêşkêş kirin û nêrînên gel guhdarî kirin. Ev pêvajo nêzî salekê ajot. Li ser esasê nirxandina tevahiya pêşniyerên gel reşnivîsa Hevpeymana Civakî carekî din hat sererastkirin û ji bo dengdana dawî pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser kirin.

‘Jin beşdarî her qonaxa xebatên hevpeymanê bûn’

Ziman û naveroka vê hevpeymanê encamên tecrûbeyên deh salên kar û têkoşîna hevpar a ji bo parastina axê li dijî êrişên dagirkeriyê û avakirina pergala xwerêveberinê didin der. Diyar e ku bawerî û lihevhatinekî bi nirx li ser rêgezên jiyana hevbeş a jin û mêrên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha rêzdariya çand, ziman û baweriyên cihêreng bi pêş ketiye. Her wiha beşdarbûneke çalak û pêşeng a jinan di tevahiya qonax, nîqaş û mijarên xebatê de jî îfadeya pêşveçûyîna şoreşa jinê ye. Bend û xalên Hevpeymana Civakî dibin bersiva pirsên bingehîn ên jiyanê yên wekî ’em ê çawa bijîn û xwe çawa birêve bibin? Erk û berpirsyariyên me beramberî hev çi ne? Em ê pêdiviyên xwe û yên civaka giştî çawa pêk bînin, mafên kes û koman çawa biparêzin?’ Hîmên civaka demokratîk û ekolojîk di gelek xalên Hevpeymana Civakî de tên piştrastkirin. Wekî mînak tê mîsogerkirin ku çavkaniyên aboriyê yên xwezayî yên tevahî gelan e, di xebitandina van de jî pêdiviyên civaka li tevahiya kantonan bi awayekî adilane esas e, derfetên xizmeta tenduristiyê û perwerdeyê divê belaş bin. Rêgezekî din a bingehîn a Hevpeymana Civakî jî ew e her cure tundiya li dijî jinê sûc e û bi qanûnê tê cezakirin. Mafê jinê ye ku ‘di nava malbateke demokratîk a xwe disipêre hevjiyana azad de xwedî îradeya xwe ya azad be’. Gelek mijar û rêgezên wekhevî û azadiya jinê yên ku berê bi riya ‘qanûnên jinê’ dihatin destgirtin, niha di Hevpeymana Civakî de wekî rêgez, azadî û heqên bingehîn tên parastin. Di encama daxwaz û têkoşîna jinan de jî pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a herdu zayendan di tevahiya komîn, meclîs, saziyên siyasî, civakî û îdarî de hatiye mîsogerkirin. Destkeftiyeke din a giring jî naskirina mafê jinan a rêxistinkirina sîstema xwe ya xweser a Konfedralîzma Demokratîk e. Bi vî awayî jin pêdiviyên xwe di hemû qadên jiyanê yên wekî aboriya komînal, perwerde, edalet an jî parastinê de bi riya meclîs û rêxistinên xweser pêk tînin. Ev meclîs û rêxistin hem bi hev re girêdayî ne him jî vîna rêxistinkirî ya jinan di pêşxistina siyaset û xebatên van qadan de xurt dikin.   

Hevpeyman vîna jinê mîsoger dike

Di tarîfkirina ‘Awayê Pêkhatina Meclisên Gel’ de jî tê gotin ‘Jin nûnertiya xwe bi rêya meclîsên jinê di meclîsên gel hemûyan de dike, ji komînê heta, bajarok, bajar, kanton û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.‘ Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi dengdayîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her du salan carekê tê hilbijartin wekî sîwana vîn û siyaseta hevbeş a jinên hemû pêkhateyên herêmê tê pênasekirin. Ew mekanîzmaya biryardayînê girêdayî karûbarên jinê ye û ji bo parastin û pêşxistina destketiyên şoreşa jinê erkdar e. Meclîsa Jinê di mijarên stratejîk de wekî biryarên derbare rewşên şer û aştiyê an jî diyarkirina budceya giştî ya herêmê, bi erka nûnertiya vîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radibe û tevlî pêvajoya biryardayînê dibe. Hem di warê naverokê hem jî di warê rêbazên nûkirina Hevpeymana Civakî di şertên şer, embargo û êrişan de bi israr û baweriyeke mezin pêşşxistin û gihandina encamê zêhniyeta civakî exlaqî û polîtîk nîşan dide. Ev jî diyar dike pêkanîna paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk a li ser bingehê azadiya jinê ya ku Rêber Apo beriya 20 salan diyarkiriye pêkan e. Ji vê zêdetir jî zelaliya rêgezên vê paradîgmayê dibin motora guhertin û veguhertinên civakî û siyasî yên dikarin bibin çareseriya tevahiya qeyranên serdemê.