Hevserokatî amûr nîne lê veguherandina civakî ye

- Berîtan Güneş
95 views
Li tevahiya cîhanê jinan heta îro ji bo azadiya xwe têkoşîneke mezin meşandine û di oxira vê de berdel dane. Weke jinên cîhanê, jinên Kurd jî bi êşeke mezin di van pêvajoyan re derbas bûne û îro bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûne sembola têkoşîna jinê ya cîhanê. Têkoşîna jinan a gihiştiye vê astê hêza xwe ji wê çavkaniya dîrokî ya berwedanê digre. Di pêla yekemîn a Femînîzmê de jinan cara ewil mafên xwe yên siyasî, perwerdehî û yên li ser zewacê bi dest xistin. Em dikarin vê pêvajoya ku bandora xwe li tevahîya cîhanê kir weke “Têkoşîna Femînîzmê ya mafên wekhev” bi nav bikin.

Pêla duyemîn a Femînîzmê di salên 1060’î de weke bayeke xurt xwe nîşan da û hewl da ku pozisyona jinê ya di nava civakê de biguherîne. Ev têkoşîn ne tenê ji bo sitendina mafên hiqûqî û polîtîk bû di heman demê de dixwest hişmendiya civakê ya li ser jinê bi tevahî biguherîne.

Jineolojî bibe rê û rêber

Ber bi salên 1990’î ve êdî jin hatin asteke wiha ku tu neheqiyê qebûl nekin û her çû rêxistinbûna xwe xurttir kirin. Di wan salan de stereo-tîpên ku li jinan dihat ferzkirin û zimanê medyayê ku jinê biçûk û kêm dibîne ji hêla jinan ve bi temamî hatin redkirin. Di destpêka salên 2000’î de êdî hêdî hêdî jinan nasnameya xwe ya netewî û olî dan aliyekî û têkoşîna jinê ya bi riya rêxistinan jixwe re esas girtin. Dema em li dîrokê dinêrin tabloyeke wiha derdikeve pêşiya me. Têkoşîn û keda ku jinan ji dîrokê heta niha dane pîroz e. Lê di hêla paradîgmayî de aliyên ku kêm û teng dimîne jî hene. Ji bo bihûrîna ji van tengasiyan wê Jineolojî û têkoşîna jinên Kurd ji me re bibe rê û rêber. Ji ber şert û mercên demê destpêka têkoşîna jinê ya li dora burjuvaziyê misoger e. Lê îro hewce bû ku têkoşîneke ku bingeha xwe ne tenê ji çîneke lê ji hemû civakê digire derkeve pêş. Her çiqas ev hewildan li gelek welatan hatibe ceribandin jî encama bi berhem ya herî berçav berxwedana jinên Kurd e.

Jinên Kurd xwedî li mafên xwe derketin

Ev gav û pêlên femînîzmê ku qala wan tê kirin, mixabin hinekî ji Rojhilata navîn dûr man. Rastiya Rojhilata Navîn, dinamîk û konjonkturên wê li cihana Rojava gelek cûda ye. Di dawiya dawî de li Rojhilata Navîn jî pêleke hewce dikir. Pêleke ku rihê jinê vejîne, zîndî bike û li temamê Rojhilata Navîn belav bike hewce dikir. Bêguman ev pêla qalkirî bi jina Kurd dest pê kir û çil sal in ev rih roj bi roj xwe xurt dike. Jinên di nava vê tevgerê de ne hem li dijî paşverûtiyên civakê hem jî li dijî hişmendiya zilam a ku netew dewlet mîmarê wê ye şer dikin. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn jinên Kurd hem li dijî bav û bira, hem jî li dijî dewletê serî rakirin. Bêguman ev têkoşîn çil sal in bi awayekî bandor dimeşe, lê ev hêz tenê bi çil salên dawî re bi sînor nîne. Têkoşîna jinên Kurd xwedî dîrokek qedîm e. Di dîrokê de jî jinên Kurd xwedî li mafên xwe derketine û çanda xwe her parastin e.

Pergala hevserokatiyê îlham dide

Îro dema em li rewşa heyî dinêrin, em dibinin ku jina Kurd ji asta herî jêr xwe gihandiye asteke wiha ku îdeolojiya xwe li civakê daye qebûlkirin. Hêjayî gotinê ye ku heta niha ti îdeolojî nekariye di vê astê de xwe bi civakê bide qebûlkirin. Kevneşopiya ku DEM partî jê tê jî bi destê jinê hatiye hûnandin. Jinan ji hêlekî ve têkoşîna jinê ji hêla din ve jî pêşengiya têkoşîna azadiya gele Kurd kirin. Hin pergal û sazûmaniyên ku ji aliyê siyaseta Kurd û tevgera jinên Kurd ve hatin afirandin îro ji cîhanê re bûne mînak. Yek ji wan mînakên herî berçav ku cîhan jê îlhamê digre jî pergala hevserokatiyê ye. Tevgera Azadiya Kurd di salên damezrandina xwe de, ji bo ji holê rakirina “zîhniyeta zilamsalar” ya di nava rêxistinê de û her wiha ji derve de jî ji bo xwe rizgarkirina ji kevneşopîyên antî-burjuvazî ji bo jinan cihekî taybet yê civakî û siyasî afirand. Cihê ku hem di rêxistinên siyasî û hem jî di qada giştî de ji bo jinan hatiye vekirin, ne li ser esasekî ku tenê li ser cihêkariya pozîtîf hatiye avakirin, Berevajî wê, cîh girtina jinê hem weke mijareke esasî û hem jî ya çandî bû. Lê dîsa jî tevgera jinan gelek caran bi serdestiya mêran a hişk û berxwedana ji bingehê feodal re rû bi rû ma. Lê tevgera siyasî ya Kurd hem bi hêz bû û hem jî bi biryar bû ku çarenûsa reş ya hezarê salan a jinan biguherîne. Ev di warê dînamîkên civakî de gaveke siyasî ya pir girîng bû. Wekheviya zayendî ji bo civakeke demokratîk, avakirina cîhaneke adil û prensîba pêşketina sosyo-aborî ya neçarî esas hatiye girtin. Ji ber vê yekê tecrubeyên têkoşîna jinên Kurd ên di qada siyasetê de û tevlîbûna wê ya di pêvajoyên civakî de li ser bingeheke dîrokî ya azadiya jinê hatin avakirin. Ji bo wê jî girîng bû ku ev ezmûn xwe bigihîne jinên din û tevahiya civaka Tirkiyeyê.

Armanca me veguherandin e

Pergala hevserokatiyê û pêvajoya hatina wê di serdema DTP’ê de çêbû. Di serî de ji bo jinan %40 kota hat qebûlkirin û piştre partî ber bi pergala hevserokatiyê ve çû. Lê di wê demê de dengek ji “mêrên” di nav partiyê de derket û mêr dijî vê pergalê derketin. Digotin “ka hûn dê ewqas jinî ji ku derê bînin? Heke tiştekî wisa pêk were dê partî bê girtin”. Partî ji ber van sedeman tu carî nehat girtin lê bi saya vê pergalê zihnîyeta zilamperest guherî. Ji DTP’ê heta DEM Partî’yê bi saya vê pergalê îradeya jinê tim di destê jinê de ma û îro di nava partiyên siyasî yên Tirkiyê de jina azad, bi hemû nasnameyên xwe tenê dikare di DEM Partî yê de cîh bigre. Helbet armanca vê pergalê ne ew e ku em hevserokatiyê weke amûreke hilbijartinê bi kar bînin. Jixwe tu carî me xwe bi hilbijartinan asê nehişt. Armanca me veguherandin e. Veguherandina civakî ye. Û îro em dibînin ku bi pêşketina têkoşîna jinê li tevahîya Tirkiye û Kurdistanê û bi bandora vê têkoşînê jî li hemû Rojhilata navîn dengê jinê bilind dibe û civakên demokratik tên avakirin. Paradîgmaya ku li ser van esasan hat afirandin ne li ser burjuvazîyê an jî li ser çîneke civakî hat avakirin, ev paradîgma bingeha xwe ji hemû çîn û gelan distîne. DEM Partî jî yek ji wan organîzasyonan e ku xwedî li vê paradîgmayê derdikeve û têkoşîna jinê bi tevlîbûna jinê geş dike. Bi vî awayî reng dide sîyaseta Tirkiyê jî. Ji bilî pergala hevserokatiyê mijareke din jî pergala çirçirkê (zipper system) ye. Hin partiyên din ên ku nîqaşa vê pergalê dikin hene lê DEM Partî beriya hêmûyan bi rêk û pêk vê pergalê bi awayekî rasteqîn pêk tîne. Dema ku kotaya jinan hebû vê carê ji bo namzediyê mêr didan pêş û rêzên dawî ji jinan re dihiştin. Lê bi saya vê pergalê rêza jin û mêran bi dorê û bi rêzê pêk tê. Bi vî awayî ne pêkan e ku neheqî li ser hebûna jinan bê kirin. Di dawîyê de kurt û Kurmancî dikarim bibêjim ku têkoşîna jinê ya ku di rihê jinên kurd de xwe ava kir xwedî paradîgmayeke bi bingeh e û ev têkoşîn di her qadê de roj bi roj mezintir dibe. Ev agirê ku jinan bi dirûşma “JIN, JIYAN, AZADΔ pêxist li hemû Rojhilata navîn belav dibe û em bi îddîa ne ku wê bi vê têkoşînê hemû zincîrên tekane û zilamane bên şikandin.

*Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê