Jiyana Sînemxan mijara romana ne

- Newaya Jin
643 views

Sînemxan Adsan neviya Abddurrahmanê Eliyê Ûnis e ku pêşengtiya berxwedana Sasonê kiribû. Li serhildana Elîyê Ûnis ya ji berdewamiya Torosên Başûrê Rojhilat û li çiyayên Sason û Xerzanê de 7 salan lehengiyên mezin hatine kirin; niha jî ev lehengî piştî zarokên wî ji alî neviyên wî tê berdewam kirin. Yek ji wan jî neviya Rindixan ya di berxwedana Sasonê de di eniyan de şer dikir û bibû sembola jinan Sînemxan e. Sinemxan Adsan ya dayika du gerillayên PKK’ê Ûmît Adsan (Mahsum) û Gûlçîn Adsan (Evîndar Mahsum) e. Sînemxan bi sekna xwe ya berxwedêr xwedî jiyanek bibe mijara romana ye. Me jî jiyana Sînemxan ya neviya Abddurrahmanê Eliyê Unis ku di serhildana Şêx Seîd de li Sasonê serî rakiribû ji wê guhdar kir.

SINEMXAN ADSAN 2‘Serhildan û sirgûna ku di sala 1926’an de dest pê kir’ 

Sînemxan salên malbata xwe yên di sirgûnê de wiha vegot: ”Serhildan pir zêde ber xwe nade û dewlet raperînê didewisîne. Malbata me jî dikin du perçe û kesên bi çek sirgûnî Dînarê dikin, ên bê çek jî dişînin Binxetê, aliyê Rojava. Di rê de gelek kesan dikujin. Kalê min Abddurrahmanê Eliyê Unis jî sirgûnî Şamê dikin. Kalê min li Şamê, em jî li gundê Maşoq ya girêdayî bajarê Qamişlo yê diman. Kalê min li Şamê Celadet Bedirxan nas dike û pirr girîngî dide zimanê Kurdî. Piştî sirgûna li ser wî radibe ew jî tê gundê Maşoqê. Dema ez têm dinê navê keçika Celadet Bedirxan navê Sînemxan li min dikin.

Piştî 20 salan cardin sirgûn dest pê dike’

Sînemxan da zanîn ku li Rojava debara xwe bi cotkariyê dikirin û wiha axivî: “Min bi Erebî xwend lê malbata min pirr girîngî dida zimanê Kurdî. Ji ber vê min di dibistanê de dersên Erebî bitîda jî xwendina min bi Kurmancî bû. Piştî 20 salên me li Rojava derbas bû, Ereb hatin li gundên me bi cîh bûn û êdî me nexwest em li wir bimînin. Em bi malbata xwe re ya tevahî 36 kes bûn, bi trênê ji Qamişlo derbasî Nisêbînê bûn. Ji wir jî em derbasî Gundê Nû ya girêdayî navçeya Hezro (Kozluk) Êlihê ye bûn. Ji ber ku ji malbata me hin kes li vir hebûn me pirr tengasî jiyan nekir. Piştî salek derbas bû ez bi pismamê xwe re zewicîm. Em 9 salan zewicî man û 5 zarokên me çêbûn lê ez dema ducanî bûm hevserê min wefat kir.

SINEMXAN ADSAN 4‘Pêkutiyên li ser malbata me her tim hebûn’

Sînemxan destnîşan kir ku ji bo debara mala xwe bike dest bi xebatê kiriye û axaftina xwe wiha domand: ”Min ji bo debara zarokên xwe makîneyek dirûnê stand, lê dewlet bi hinceta ku ez makînê ji bo cilên gêrîlla bidrûm bi kar tînim, di serdegirtina malê de makîne şikandin. Li ser malbata me her tim pêkutiyên mezin hebûn. Ji bo zarokên min biçin dibistanê, ji gond diçûn Hezroyê. Ji bo wê ez neçar mam mala xwe bibim Hezro û piştî 5 salan min li Êlihê xaniyek biçûk kirê kir û ji Hezro derketim. Zarokên min dixwendin û ji ber ku tevger nas kiribûn pêkutiyên dewletê yên li ser me jî zêde bibû. Zarokên min nasnameya xwe zanîbûn û li malê jî li dibistanê jî her tim bi kurmancî diaxivîn. Bi wêrekbûna xwe pirr zincîr jî şikandibûn.”

SINEMXAN ADSAN 3‘Min cilên keçika xwe ya gerîlla bi destên xwe dirût’

Sînemxan diyar kir ku zarokên wê ji ber pêkutiyên dewletê tevlî PKK’ê bûne û wiha pê de çû: ”Zarokên min dema biryara tevlîbûnê dan ez li hember vê sekinim, min got ‘gerilla divê li hember hemû zordariyan bisekine’. Wê gavê ji berfê mal çêkirin û bi fîndekî razan. Li ser vê min anî ziman ku gerilla bi şev fîndê jî bi kar nayne û bi rojan tî û birçî dimînin. Ji bo xwe îsbat bikin her tişt diceribandin. Li ser vê gotina min 3 rojan nan nexwarin. Di mehên zivistanê de xwe li ava sar dixistin û di nav avê de diman. Di nava zarokên min de yên herî parveker, wêrek û fedakar ew bûn. Tehamûla wan li hember zilm, pêkutî û neheqiyan re tune bû. Di malbata me de yên li dijî zilmê û pêkutiyan derdiketin hemû tevlî PKK’ê bûn. Keçika min dema biryara xwe ya tevlîbûnê ji min re vegot, min 3 roj jê mûsade xwest û cilên keça xwe ya gerîlla min bi destên xwe dirût û ew oxir kir.”

‘Çanda ku ji Bedirxanan girtiye hê didomîne’

Sînemxan axaftina xwe wiha domand: ”Zarokên min ji bo min malek hinek dûrî gund çêkirin û bi vî awayî piştî 27 salan ez cardin vegeriyam ser axa xwe. Ez bi tena serê xwe li vir dimînim û rojên xwe bi xwendina pirtûkên Kurdî derbas dikim. Em dema li Qamişlo bûn ji ber nêzîkbûyina me ya bi malbata Bedirxanan, malbata me jî xwedî li çanda xwe derdiket. Çanda xwendin û nivîsînê ku min ji mala bedirxanan girtibû, ji bo min hîn wek rojên ewil didome û girîngiyek mezin didim zimanê kurmancî.

Sînemxan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi bedelên pirr giran heta vê deme hatine û êdî dixwaze aşitiyêk mayînde pêk were. Sînemxan bi wan gotinan dawî li axaftinên xwe anî: ” Ez her tim tînim ziman, ji bo ku em Kurd hatine vê dinê û li çand û zimanê xwe xwedî derketine pirr dil xweş im. Me gelek zor û zehmetî kişand lê tu carî ji Kurdîtiya xwe em poşman nebûn.”