Sala 2023’an bû remza awaz û têkoşîna jinan

- Roza METÎNA
146 views
Li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan û zêhniyeta jinan tune dihesibîne, di sala 2023’an de jinan li qadan dîsa dengê xwe bilind kirin û peyama em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin dan. Jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hêviya berxwedan û serhildana mayinde mezin kirin. Jinan gotin em çongê danînin û serî natewînin. Sala 2023’an bû remza awaz û têkoşîna jinan.

Serhildana ‘Jin jiyan azadî’

Yek ji têkoşîna giring a di sala 2023’an de derket pêş berbelavbûna çalakiyên serhildana “Jin Jiyan Azadî” ye. Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî û ji Saqizê di 13’ê Îlonê de dema ji bo serdana xizmên xwe diçe Tehranê bi hinceta “Hinek porê wê xuya dike” ji aliyê “Polîsên Exlaq” yên Îranê ve hat îşkencekirin. Jînayê piştre di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jînayê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana “Jin Jiyan Azadî” hat destpêkirin. Di sala 2023’an de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ji bo piştevaniya serhildana “Jin Jiyan Azadî” hatin lidarxistin. Jinan tevî astengî û mudaxeleya polîsên dewletê jî çalakiyên xwe dewam kirin û di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de jî dîsa li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” çalakî hatin lidarxistin. Jinan bi çalakiyên xwe peyama dewama xebat û çalakiyan li dijî rejîma şer û qirkirinê dan.

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Jinan

Bi pêşengiya jinan li Bakurê Kurdistanê gelek konferans, semîner, civînên bi gel re, atolye û her wekî din gelek xebat hatin kirin. Jinan bi van xebatana dan ispatkirin ku ew ê tu carî têkoşîn û berxwedana jinên kurd a li qadan bi dawî nebe û ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bibin mînak. Yek ji xebat û têkoşîna din a derket pêş Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Jinan a li Enqereyê hat lidarxistin bû. Di 11’ê Mijdarê de li Enqereyê gelek jin hatin gel hev û biryarên giring di vê konferansê de girtin. Jinan li vir bal kişandin ser têkbirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîkirina rejîma qeyûman, têkoşîna ji bo zimanê dayikê, têkoşîna li dijî qirkirina li ser jin û xwazayê, polîtîkayên şerê taybet û rêbazên berxwedana li dijî zihniyeta yekperest a dewletê.

Meşa Azadiyê

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Xebat û têkoşîna jinan a li dijî tecrîda giran jî tevî astengî, zext û zordestiyên li hemberî jinan jî di sala 2023’an de dewam kirin. Bi çarçoveya xebat û çalakiyên li dijî tecrîdê di 18’ê Mijdarê de ji bo “Meşa Azadiyê” jinan berxwedaneke mezin derxistin pêş. Berî meşa ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin bi hevkariya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), saziyên malbatên girtiyan û gelek sazî û dezgehên din civînên gel hatin lidarxistin û bi vê re banga tevlîbûna meşa ber bi Gemlîkê ve hat kirin.

Kampanyaya TJA’yê

Di sala 2023’an de jinan bi kampanyayên dan destpêkirin gavên giring ên di milê mezinkirina rêxistinbûyina jinan de avêtin. Jinan bi vê re rêxistinbûyina xwe ya li dijî zihniyeta baviksalarî berbelav kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) vê carê, bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve” kampanyaya dê heta 8’ê Adara 2024’an dewam bike, da destpêkirin. Deklarasyona kampanyayê berê, di 15’ê Îlona 2023’yan de li Rihayê hat eşkerekirin. Bi pêşengiya jinan, bi vî rengî ji bo mezinkirina rêxistinbûyina jinan gaveke nû hat avêtin. Li Rihayê jinan gotin werin em bi hev re li her derê, her tim biqêrin û bibêjin, bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi azadiyê ve. Bi çarçoveya vê kampanyayê atolye hatin lidarxistin, hevdîtinên bi jinan re hatin kirin, perwerdeyên li dijî tundiya li ser jinan û polîtîkayên şerê taybet hatin dayin. Di vê kampanyayê de xeta têkoşîna jinan a hevpar derket pêş. Jinan bal kişandin ser giringî û taybetmendiya azadî û rêxistinbûyina jinan û bi vê re girêdayî ya civakê.

Rojên taybet

Di rojên taybet ên sala 2023’an de jî jin li cihê xwe nesekinîn û bi dirûşmeyên xwe qad tije kirin. Li qadan li dijî tundiya li ser jinan, li dijî qirkirina jinan û xwezayê, li dijî êrişên sîstematîk ên li ser jin û zarokan, li dijî hedefgirtina destkeftiyên jinan dirûşmên xwe berz kirin. Her çiqas îktidara AKP-MHP’ê ceza li jinên derketin qadan birî be jî jinan gav paş de neavêtin. Di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê, 1’ê Gulanê, 1’ê Îlonê û rojên din ên taybet de jinan bi bernameyên xwe yên xweser peyama mezinkirina hêviya siberojeke azad dan. Her wiha jin di 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên li Zîndanan de jî derketin derve bi şandina qert, name û pirtûkan bûn dengê nivîskarên di zîndanan de.

Komxebata salvegera Peymana Lozanê

Me 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’an de li ser înkara gelê kurd hat îmzekirin, li dû xwe hişt. Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser mijara salvegera Peymana Lozanê li Amedê komxebat li dar xist. Jinan li ser bandorên vê peymanê nîqaş dan meşandin. Jinan bal kişandin ser bandorên vê peymanê yên li ser ziman, çand, huner, jin û civakê. Jinan li vir gotin Peymana Lozanê mîna seneda avakirina dewleta tirk e û vê peymanê her tiştên li ser ziman û çanda kurdan tune hesiband.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê

Têkoşîna jinan a li her qadê di sala 2023’an de jî dewam kir. Jinên rojnameger di qada çapemeniya azad de bi xebata vekirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) mohra xwe li dîrokê xistin. Li Kurdistan û  Tirkiyeyê cara ewil komeleyek rojnamegerên jin tê vekirin. MKG di 7’ê Cotmehê salvegera şehadeta Gerînendeya Weşana Giştî ya jin a ewil a Kurdistan û her wiha Tirkiyeyê, Gurbetellî Ersoz de hat vekirin. Jinên rojnameger di vê roja taybet de diyar kirin ku ew 7’ê Cotmehê ji xwe re wekî roja serhildanê dibînin û loma jî di vê rojê de, vekirina MKG’ê îlan kirine.