Piştî biryara “Plana Rûxandinê” ya di demsala bihara 2014’an de êrişên dewleta tirk ên di dema îktidara AKP’ê de bi awayekî hîn sîstematîktir dewam kirin. Di salên 2012-2015’an de di bin navê çareserkirina meselaya kurd de pêvajoyek pêş ket. Lê belê bi destên îktidara heyî ev pêvajo hat bidawîkirin û dîsa polîtîkayên tasfiyekirin, tundî, qirkirinê ketin meriyetê. Bi van polîtîkayan li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin destpêkirin. Ev êrişên tinekirinê yên li dijî îradeya kurdan bûn. Gelê kurd bi rihê serhildan û seferberiyê bersiv da van êrişan û gelek lehengan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest
dan. Gelek ciwan beşdarî eniya serhildana Rêveberiya Xweser a Demokratîk bûn û li dijî hişmendiya yekperest derketin. Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr û aktivîsta KJA’yê Fatma Uyar jî di 4’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li Silopyayê hatin qetilkirin. Dîsa Dayika Taybet hat qetilkirin û hefteyekê cenazeyê wê li erdê ma. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal têkildarî mijarê nirxandin kir. Newroz Uysal di destpêkê de bal kişand ser salvegera qetilkirina her sê jinên têkoşer Pakîze Nayîr, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ên di serdema qedexeya derketina derve de li Silopiyê ji aliyê dewletê ve bûn hedef û wiha got:”Her sê hevalên ku hatine qetilkirin em bi rêzdarî, bi hezkirin û bi bêrîkirin bi bîr tînin. Van her sê hevalan di pêvajoya serhildana Rêveberiyên Xweser de kedeke mezin dan. Berxwedana her sê jinên siyasetmedar û gel a di vê pêvajoyê de bersiva li dijî şer, dorpêçkirin, êrişên li dijî mirovahiyê bû. Li Silopî, Cizîr û navenda Şirnexê, Nisêbîn û Sûrê me dît gel çawa bersiv da êrişan. Yek ji mijara herî zêde bandor li ser civakê kir jî qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatma ya li Silopiyê bû. Ji ber her sê jin di nava berxwedana xweseriyê de bûn. Di heman demê de jî di nava civaka lêgerîn û daxwaza azadiyê dike de, hem pêşeng bûn, hem jî sembol bûn. Ew sembola canbexşî, hevaltî û lêgera azadiyê bûn.”
‘Dewletê xwest peyamekê bide gelê kurd’
Newroz Uysal bal kişand ser armanca dewletê ya qetilkirina her sê jinên siyasetmedar û wiha pê de çû “Bi qetilkirina van jinan dewletê xwest peyamekê bide gelê kurd û têkoşîna azadiyê. Di şexsê her sê jinan de xwestin îradeya gel bişkînin. Lê belê her sê jinên kurd berdêlek mezin dan û berxwedan dewam kirin. Beriya serhildana Rêveberiyên Xweser bê îlankirin û piştî bajar hat dorpêçkirin, jinên têkoşer bandorek mezin li ser jinan û civakê kirin. Bandor ne tenê li Silopiyê li tevahiya Kurdistanê kirin. Li vir lêgera heqîqetê û îradeyek mezin a gel heye.”
‘Dayika Taybet wekî rastiyeke berxwedanê bû hedef’
Newroz Uysal wiha qala têkoşîna dayikên Botanê û bi taybetî Dayika Taybet kir “Şêniyên li Şirnex û Silopiyê ji bo gelê kurd ê li Kurdistanê têkoşîna lêgerîn û heqîqetê daye, bûye sembolek. Ev jî bandora dayikên têkoşer in. Îro dayikên li Kurdistanê xwedî ziman, nirx û axa xwe ne. Loma jî bandoreke gelekî mezin li derdora xwe û bajarê xwe jî dikin. Dayikên Laçikspî, dayikên Botanê her tim di nava têkoşînê de, di nav berxwedana civakê de ne. Yek ji van dayikan jî Dayika Taybet e. Ji ber kurd bû hat qetilkirin. Her wiha Dayika Taybet bi tena serê xwe nehat hedefgirtin. Tiştên ku temsîl dikin jî bi wê re hatin hedefgirtin. Ji ber dayikên wekî Dayika Taybet ji bo hemû gelê kurd bang û daxwazên wan hene. Hedefgirtina Dayika Taybet hedefgirtina sekna dayikên kurd e.”
‘Jinên kurd îradeyeke xurt nîşan dan’
Newroz Uysal bi lêv kir ku jinên kurd di pêvajoya serhildana Rêveberiyên Xweser de îradeyeke xurt nîşan dane û wiha lê zêde kir “Dewletê di asta dijminatiyê de her kes di vê pêvoyê de kir hedef. Di vê pêvajoyê de yên hêrî zêde sekin û îradeyeke xurt nîşan dan jinên kurd in. Xwestin bi komkujiyan sekna jinên kurd ji holê rakin. Dayika Taybet hefeteyekê li kolanê ma û kesên wekî Yusuf Înan ên xwestin wê rizgar bikin hatin kuştin. Li vir nirxên mirovahiyê jî hat hedefgirtin. Kesên xwestin wê ji erdê rakin jî hatin kuştin û birîndarkirin.”
‘Di asta herî jor de sûcên mirovahiyê hat kirin’
Newroz Uysal diyar kir ku di dema îlankirina qedexeyên derketina derve de, gelek binpêkirina mafên mirovan çêbûne û wiha got “Ji ber dorpêçkirina bajaran a di serdema serhildana Rêveberiyên Xweser de gel ji gelek mafên xwe bêpar hat hiştin. Di warê xwarin û vexwarinê de, perwerde, tendirustî, pêdiviyên zarokan û derûniya wan, her wiha di warê baweriyê de, di warê çûn û hatina mizgeftê de pêvajoya qedexeyê û dorpêçkirin bi xwe bêhiqûqiyeke herî mezin bû. Dewleta tirk her çiqas bixwaze vê bêhiqûqiyê wekî tiştekî rewa nîşan bide jî, çiqasî bixwaze vê rewşê li gorî hiqûqa navdewletî jî bide nîşan lê belê ev rewş ji îlankirina qedexeyan heta niha rewşeke bêhiqûqî ye. Tiştekî din a vê rewşa bêhiqûqîbûnê eşkere dike ‘plana rûxandinê’ ya 2014’an a MKG’ê ye. Bi destên Serkana Giştî ya Leşkerî ev hat nivîsandin. Ev weke belgeyeke veşartî û stratejîk hat nixamtin. Li gorî vê planê hemû pêvajo hatiye amadekirin. Bi amadekariyên leşkerî êriş hat kirin. Hemû berê hatin hesabkirin. Di asta herî jor de sûcên mirovahiyê hat kirin. Her wiha di dema dorpêçê de jî rêzikname û zagon hatin guhertin, ku kesên komkujî û talan pêk anîn neyên darizandin. Heta rêziknameya Tipa Edlî jî hat guhertin. Piştî dorpêçê bi sedan serlêdan çêbûn lê belê heta niha ti kesên sûc kirine nehatine tespîtkirin û darizandin.”
‘Yên lêgera azadiyê dane pêş jinên kurd bûn’
Newroz Uysal da zanîn yên di serhildana Rêveberiyên Xweser de herî zêde berdêl dan jinên kurd bûn û wiha bi dawî kir “Di dema serhildana Rêveberiyên Xweser de binçavkirin, girtin, kesên bersûcên wan ne diyar û êşkence bi awayeke vekirî hatin kirin. Rêbazên di demên borî de, di demên 90’î de di vê demê de nûjen bûn. Bi ser de jî rêbazên ku ji DAÎŞ’ê girtine gihandin hev û tabloyeke wehşetê derket holê. Her wiha kesên hatin qetilkirin cenazeyên wan hatin teşhîrkirin û êşkencekirin. Nivîsên li ser dîwaran hatin nivîsandin jî ji bo şikandina îradeya gelê kurd bû. Li dijî têkoşîn û berxwedana kurdan dewletê hemû derfet xist destê hêzên “ewlehiyê”. Kesên navên wan ne diyar û rûyê wan girtî jî di navan komkujiyan de cih girtin. Li ser medyaya tirk amadekariya propagandaya vî şerî jî hat kirin. Ji bo rastî û komkujiyên li vir neyên dîtin û rastiyê serûbinî bikin medya bi kar anîn. Ya ku ev yek qebûl nekir dîsa jinên kurd bûn. Di serhildana Rêveberiyên Xweser de yên berdêla herî mezin dan, jinên kurd bûn. Yên herî zêde li vir lêgera azadiya xwe dan pêş jî jinên kurd bûn.”