Yên ji bo pêşerojê têdikoşin namirin

- Bermal ÇEM
177 views
Yên ji bo pêşerojeke azad şer dikin û di vê rêyê de canê xwe didin nemirên dîrokê ne. Çawa ew îro dijîn, dê sibe jî bijîn. Wan di her kêliya têkoşînê de jiyan bi wate kirin. Lewma yên ji bo pêşeroja azad a gelê xwe jiyan e, di her henaseyê de jîndar in. Ew ên xwediyê armanca jiyaneke bi wate ya azad in. Bê gûman armanc û feraseta wan nemiran xwe disipêre nirxên civakî yên exlaqî û polîtîk. Di bingeha nirxên mirovî de jî xala sereke pîvanên etîk û estetîk in. Hunera azad jî xwe dispêre vê rastiyê. Lewma yên ku rêwiyên rêya hunera şoreşger û heqîqetê ne mîna keskesorê asoya me dixemilînin.

Em behsa têkoşerên azadiyê, yên xwe gihandine lutkeya nemiran dikin. Yên ku bi hunera xwe di nava tevgera azadiyê de bûne nexşeya rê. Bi felsefeya Rêber Apo gelek navên ku mohra xwe li jiyaneke bi wate dane hene. Bi sitran, wêne, şano û helbestan bûne deng û rengê dilê civaka xwe. Rêbertiyê PKK weke tevgereke çandî nirxand û got ‘PKK romaneke ku hîn dawiya wê nehatiye’.  Gelek rêwiyên azadiyê jî ji bo di nava vê romanê de bibin henaseyek, bi tembûr, pênûs û kamereya xwe berê xwe dan çiyayên stargeh. Ji bo pênûsa vê romanê zuha nebe, bi xwe bûn roman û destan. Weke tê zanîn şehîdê yekem yê tevgera azadiyê Alî Dogan Yildirim e.  Ew hevalekî hunermend e, bi tembûr û helbestên xwe tevlî têkoşînê dibe. Mîxê felsefeya PKK’ê ji destpêkê heta roja me bi herikîneke hunerî li ser çandeke azad hat çikandin. Di nava vê herikînê de gelek delalên çiya bûn senfonî û deng dan.

Jinên hunermend ên bûne dengê şoreşê

Sarya, Baran, Mizgîn, Delîla, Viyan, Berçem, Elenya, Evîndar ji wan jinên leheng in ku bi şer û hunera xwe gotin ‘ne jiyan ne jî mirin bi erzanî nabe’. Li ser axa welatê xwe, bost bi bost feraset, fikir û felsefeya çand û hunera azad çandin. Şêweyê jiyana wan bû berhem û li nava civakê geriya. Şer û huner  di nava rastiyekê de girtin dest û ji jinên cîhanê re jî bûn pêşeng. Bê gûman banga ‘Jin Jiyan Azadî’ ku îro li çar aliyên cîhanê belav dibe, ne tenê jinên Kurd her wiha hemû jinên cihanê, gel û civakên azadîxwaz himbêz dike. Bingeha vê jî mîrateya van jinên şoreşger ên pêşeng in. Van jinan di gelek karên hunerî yên pêşî de cih girtine. Nimûne, pêşenga xeta hunera şoreşgerî hozan Mizgîn di gelek xebatên pêşî de cih girtiye û bûye sembol. Hozan Mizgîn, ew dengxweşa çiyayan, rûkena civatên li quntar û lutkeyên zinaran wateya şer, huner û jiyana gerîla di nava hevde hûnandiye.  Li her derê nasname û kesayeta Mizgîna şoreşger, fermandar û hunermend bi hezkirineke mezin tê vegotin. Ew hunermend û şoreşgereke rast bû ku îro jî sitranên wê li ser zimanan, li gelek civatan digerin. Bi kinc û dengê xwe yê Kurdewar hertim li ser dikê, bi bêhna bayê çiyayan awazên xwe gihand dîroka gelê xwe. Lewma ew bû Mizgîna leheng.

Şanoya Sarya û Baranê, Sitrana Delîlayê

Li çiyayan bi awayekî profesyonel yekem car Sarya û Baran derketin ser dika şanoyê. Di nava şerde, di şikefteke dîrokî de gerîla cara yekê şanoyek temaşe dikir. Di nava kincên spî û reş de qala başî û xirabiyê, xweşikbûn û kirêtiyê dikir şanoya wan. Bi reqsa li kendava ava Zapê şerekî du alî diqewimî. Du jinên gerîla yên hunermend dîrokeke dûr û dirêj radixistin ber çavan. Wan hunera herî kevin bi nêrîneke têkoşer anîn çiyayan. Evîndara çiyayan Delîla li himbêza çiyayan bêriya çiyayayan dikir û digot ‘warê min çiya ye’. Wê bi coşeke mezin her kêliya jiyanê sitran distira. Sitran gotin ji bo wê eşq bû. Eşqa ku wê ber bi warê Amedê ve dibezand. Dixwest li hemû xaçerêyên çiyayan ji hest û lêgerên xwe notayên azadiyê biçîne. Dilê wê bi huner, jiyana gerîla û çiyayan dikeliya. Çawa ku Rêbertî dibêje ‘huner baskvedan e, yên dixwazin hunerê bikin divê bask vekin û bifirin’. Delîlayê jî bi kevneşopiya ji Mizgînan wergirtî  xwe bi awazên bi hestên çiyayan xemiland û ber bi warê dilê xwe ve firiya.  Her hunermendekî gerîla yê ji vê ava pîroz vexwarî bi heman fikir û rihî ber bi pêşerojê ve meşiya. Li lutkeya her zinarekê, di binê her kevirekê û her darekê de wêneyek, helbestek, dîmenek û peyveke efsûnî ya dîrokî veşartiye. Lewma jî hunera rast ji wan çiyayên asê diherike nava kûrahiya giyanên me.

‘Yên ku mezin nejîn nikarin hunerê biafirînin’

Bi felsefeya Rêbertiyê xeta çand û hunera azad  bi salane her diçe geş û gur dibe. Bi vê nêrînê careke din çanda civakî zindî bû. Tevî ku bi salane Rêbertî di nava tecrîdeke girande ye, her tim fikir û nêrînên nû pêşxist û bû çavkaniyeke bê dawî. Bi paradîgmaya gerdûnî komploya reş li rûyê celadan da. Ji mere got ‘Yên ku mezin nejîn nikarin hunerê biafirînin’. Bi vê nêrînê gelek jinên bedew û çeleng mezin jiyan kirin, bûn deng û rengê fikir û ramanên Rêber Apo. Çawa ji bo mirov bijî divê çalak be, ji bo çalak be jî divê şêweyê jiyana xwe rast hilbijêre û pîvanên wê diyar bike, bizane li ku be û çawa têbikoşe; ev heval jî bi huner û têkoşîna xwe bûn çalakvanên doza azadiyê. Jiyaneke bê mirin hilbijartin. Ew îro jî li jiyana berxwedêr in. Lewma em dibêjin ên ji bo pêşerojê têdikoşin nemirin.