Fatme Xana Gelwaxî: Jina ku di serdema Sencerxan de fermandara şerê li dijî Rûsan bû

- Berjin TEKOŞER
287 views
Jinên mezin ên bi nav û deng ên Kurdistanê karîne di her qonaxa dîrokê de bi rola xwe rabin, mohra xwe li serdema tê de ne bidin. Ev jî ne bi navê bab, bira an jî zilamê malbatê kirine, belkî wek jin, bi zanîn û têgihiştina xwe ya jinane kirine û rengê xwe li têkoşîn û berxwedana civakî dane. Ev rastiya jina Kurd e ku heya roja îro bandor hem li têkoşîna netewî û hem jî têkoşîna pir alî ya jinan li çar parçeyên Kurdistanê kiriye. Jinên Kurd bi qasî ku ji hêla zanebûna netewî ketine nav hewldanê û bi rengê xwe beşdar bûne, ewqas jî kariye di qadên civakî, huner û wêjeyê de jî rol bilîzin û bibin xwedî berxwedanek civakî û hunerî…

Carnan rêzikek an jî peyvek tenê têrê dike ku mirov bikeve ser şopa vê heqîqetê û li nav pelên winda ên dîrokê gera xwe bide destpêkirin. Gera ku carnan dibe bi rojan û mehan bajo; lê belê ya giring ew e ku di nav vê gerê de bi israr li pey şopan bigerî, şopên ku divê bi qasî zehmet, çelo xwarî jî bin, lê di encamê de te ber bi deriyekê ve bibin… Dibe hin caran jî tenê di nav van rûpelan de rastî navekê bêy, navek ku dikare te ber bi destanek a dengê raperîna jinê ve bibe ku wek hest û hawarekê di dilê mirov de lê bixe; henaseyek be xwe li sînga mirov bixe û wek bibêje; “Vaye tu gihayî rastiya min! Êdî niha dema wê ye ku bi peyvên bijare min di çavên her jinekê biresimînî, wekî ku îro bijî biherikînî… Ji ber ku ev çîrok, destan, ne tenê ya min e, ya we bihezarî jinên bê nav û nîşan e!..

Fate Reş!

Fatme Xana Gelwaxî bi nasnav “Fate Reş” keça Mecîd Xanê Zerîn e ji Rojhelatê Kurdistan Dîwandereyê ye.  Sal û dîroka jidayîkbûna Fatme Xan nayê zanîn, lê di dema dagirkeriya Rûsan û serdema desthilatdariya Qacaran a di salên (1914-1919) de rolek giring lîstiye. Di şerê Sencerxan ê li dijî dagirkeriya Rûsan de û ber belavbûna vî şerî li bajarên din ên Rojhelat ên wek Dîwandere, Seqiz; gelê vê herêmê jî ji bo parastina hebûn, bawerî û axa xwe, çek bi dest dikin û şer dikin. Şer giran dibe, xebera mirina Sencer Xan digihe guhê gelê herêmê û di rewşekê de ku bê hêvîtî berz dibe, gelê vê herêma Gelwaxî ya Dîwandere dest bi kar dibin. Gelê vê herêmê bi arîkariya dewleta navendî hewl didin hêzên dagirker ji herêmê derxînin û ev wê demê ye ku şêre jina Kurd, Fatime Xana Gelwaxî derbazî meydana cengê dibe û têdikoşe.

Li meydana cengê dengê raperîna jinekê

Şer giran dibe! Gelek kes tên kuştin, birîndarkirin û êsîrkirin. Sih wek mijê bi ser welat de tê pêçan û her der bi reşahiyê tê dorpêçkirin. Şereke ne wekhev e û ji ber şert û mercên şer, heta roja din nepêkan bû ku kes bikare miriyên xwe veşêre. Lê, Fatme Xana Gelwaxî an jî bi navê tê nasîn, Fate Reş li çeperên herî pêş ên şer de ye. Ew tevî hevalên xwe heya henaseya xwe ya dawî şer dike û dibe hêza wêrekiyê ji hevrêyên xwe re. Fatme Xana Gelwaxî li nêzî gundê Zaqe Elya birîndar dibe. Pir lez û bez wê radikin çadira dermankirinê ya li gundê Beharistanê. Pir nakişîne xeber belav dibe ku leşkerên Rûs li herêmê dest bi kuştin û talanê kirine. Dema ku Fate Reş vê dibihîze demildest radibe, destûr nade ku dermankirina wê bidomînin û dibêje: “Mirin û hatina kuştin di demekê de ku ez li hemberî dijmin radiwestim li vir mayîn û istirahetkirinê baştir e.” Ew yekser leşkerên xwe kom dike û vê carê ji derdora gundê Qeybe Sor û ji çend cihên cuda de dest bi êrişa li ser dijmin dike. Li vir derbên giran li dijmin didin û dijminê ku ji vê êrişê matmayî dimîne, heya çend kîlometran ber bi aliyê bajarê Sine ve paşde dikişe. Şerê dinavbera eşîrên herêmê yên di bin Rêveberiya Fatme Xana Gelwaxî û leşkerên Rûs de bi vî rengê heya çend mehekan dirêj dibe. Lê, di her êrişeke leşkerên Fatma Xan a Gelwaxî de derbên giran li leşkerên Rûs dikeve û wan neçarî paşde kêşanê dikin.

Dorpêç û şikandina êrişên dijmin

Tê gotin ku li bilindahiyên çiyayê Şêx Şeref, di navbera gundên Zaqe Elya û Dere Sefte de, artêşa Rûsan ji tirsa Fate Reşê; ku kêlî bi kêlî ew dorpêç û lawaz dikirin, êdî nema diwêran ji cihê xwe bilivin. Her ku dorpêça li dora dijmin teng dibû, ew hîn zêdetir ditirsiyan û nema diwêriyan ku heta ji bo peydakirina av û xwarinê jî nêzîkî gundan bibin. Her tenê vê hişt ku leşkerên Rûs heya hefteyekê nekarin li vê herêmê tevbigerin, tî û birsî bimînin. Di encama vî şerî de ku Fate Reşê jê re pêşengî dikir, gelek leşkerên Rûs ji ber dorpêç, tî û birçîbûnê teslîm dibin. Her wiha gelek leşkerên Rûs jî di vî şerî de tên kuştin.

Zivistanek dijwar li pêş wan bû!

Mixabin, şer her ku diçû dijwartir dibû û zivistan jî hêdî hêdî nêz dibû. Zivistan û sermayek dijwar di rê debû û Fate Reşê tevî çend hevalên xwe li nêzî herêma Kanî Nîme Roje, ji ber dijwariya berf û bagerê asê dimînin. Berf dibare, mijê li ser çiya û deştan de xwe berdaye û wek kirasek tarî xwe li ser rûyê erdê danaye. Çav çavan nabîne, bêdengî serwer e!.. Di nav vê ba û bahozê de, ew rêya xwe ya vegerê winda bikin. Lê belê ew mirovên çiyayî û şerker in, hema wisa zû bi zû dest ji xwe bernadin û her wekî ku li dijî leşkerên Rûs li ber xwedan, li hemberî dijwariya zivistanê jî berxwedanek mezin dikin. Nêzî du rojan di nav berfê de dimînin; her hewl didin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Sermayek ku heta hestiyan tê hîskirin tevahiya laşê wan dorpêç dike, jan bi hestiyê wan dixe, ew di nav vê bagerê de asê dimînin û nema rêya xwe dibînin! Fate Xana Gelwaxî, bi nasnav Fate Reş tevî hevalên xwe di nav berfê de asê dimînin û jiyana xwe ji dest didin. Şêre jina Kurd û hevalên wê ku artêşa Rûs jî nekarîn li hemberî wan rawestin û şer bikin, ew ê ti caran nehata ji bîrkirin û bûbûna beşek ji mêjiyê dîrokî yê gelê Kurd.

Ji bo ji şêre jina Kurd tolê hildin, dest bi komkujiyan dikin

Piştî ku tê bihîstin Fate Reş, şêre jina Kurd tevî hevalên xwe jiyana xwe ji dest dane, fermandarên Rûs ji bo ku tola xwe ji Fate Reşê bigirin, dest bi komkujiyan dikin. Bi qasî ku dikarin û ji dest wan tê, ew kes û xizmên Fate Reş digirin û îdam dikin. Li gor tê gotin, fermandarên Rûs tevahiya mam, pismam û xalên wê li çiyayê Şêx Zaxe Elya gulebaran dikin. Ger çanda babiksalar xwestibe bi ser rastiya dîrokî ya jinê ku her tim bûye hêza moral ji civakê re serpûş bike jî, jin di pêşketinên civakî, leşkerî û siyasî de her tim bi rola pêşengiyê rabûne. Bêguman bi hezaran jinên wiha wêrek, jîr, zana û cengawer di nav rûpelên dîroka gelê Kurd de hene ku navê wan yan nehatiye tomarkirin, yan hatiye jibîrkirin. Lê, di her hewldanekê de jinan hewl daye bi awayekê rastî û heqîqeta jinan derxînin holê. Carnan di nav rûpelên tarî yên dîrokê, carnan di nav efsaneyên mîtolojîk û hin caran jî bi rêya çîrokên ku bi devokan heya roja me ya îro hatine, karîne ku rûpûşa li ser van qehremaniyên jinê rakin alî. Ev jî tenê pelek zêrîn ji pelên dîroka veşartî ya jinên Kurd  û Kurdistanê ye ku dikare giringiya rola jina Kurd a di her beşek civakê de pir zelal rabixe ber çavan. Her çend serdestiya çanda babiksalar xwestibe bi ser dîroka jinê bigire û paşguh kiribe, lê belê jinên wek Fate Xana Gelwaxî derketine ku di pêşketinên civakî û siyasî yên herêmê de rolên giring lîstine û vê yekê jî hiştiye ku tevî hemû rûpûşkirina heqîqeta jinê ya ji aliyê desthilatariya zilam ve, dîsa jî neyê veşartin. Heqîqeta ku bi hemû heybeta xwe li asoyên welatê rojê olan dide û ev tîrêjên ronahiyê îro xwe li rûyê hezaran şêre jinên Kurd alaye ku strana azadiyê diqêrin. Strana jinên ku îro ji çiyayan bigire heya zîndanan, li çar aliyên Kurdistanê bûye stran û hawara jinên herêm û cîhanê.