Dengê ku ji dilê jinan olan dide 

- Berjin TEKOŞER
297 views
Keça min, hay li xwe hebe heya kêliya mirinê
Wek min be, bi aqil û hişyar be
Keça min, wila her tiş daxî li ser keçan e
Nexweşî, xemgînî û îxtiyarîm
Ne tenê ez ji te re wesiyetê dihêlim
Ez fedayê keçanê kurd im

Xatû Xorşîd, Zeyneb Xan û Nergez Xanima Şarezûrî, sê jinên helbestvan û nivîskar ku pir kêm qala wan tê kirin. Jinên ku dengê sedsalek a jinan di dilê wan de olan dida û bi hawara êş û kederên jinan ve diherikî. Dibû dengê hest û ramanên wan… Dengê ku tenê jinan, jinên serhildêr dikarîn ji kûrahiya dil bibihîsin û xwe li ristikên ku di sînga her yek ji wan de diherikî, bigirin û ji her peyvek ji van ristikan jiyanekê bihonin.  Ma ne ev olanên sedsalan in! Dengê tepisandî, hawarên ku wek bahozê xwe li sîngan dide û rûpûşên li ser çavan hatine pêçan diqelişîne û diçe..! Olana bi hezaran jinan e ku li lûtkeya hestên wan ahiste û ahiste xwe ber dide û ber bi rêwîtiya bê dawîn diherike.

Dayê Xûrşîd 

Dayê Xûrşîd jina helbestvan ku tenê çend ristik ji helbestên wê li pey mane. Ew dayîka mamosteyê mezin Qane ye; jina ku kurek wiha perwerde dike. Ji nav û dengê vê jina helbestvan jî tê fêmkirin ku bandor û perwerdehiya wê tesîrek mezin li ser mamoste Qane jî kiriye. Jixwe encax zanebûn û hêjatiya jinê bikare kurekî wiha mezin bike û bixe xizmeta civaka xwe…   Sal û dîroka ji dayîkbûn û wefata dayê Xûrşîd nayê zanîn. Tenane tişta ku hatiye gotin û em dizanin ev e; ew keça Şêx Marûfî Kewlûse ye û di sala 1881’an de jidayîk bûye. Di zaroktiya xwe de li bajarê Sinê ya Rojhelatê Kurdistanê, di nav malbatek esilzade ya Erdelanî de perwerde dibîne û mezin dibe. Her wiha tê gotin ku ew ji hêla wênesazî û kêşana neqiş de jî jîr bûye. Li gel van karan, di wêjeya farsî de jêhatî bûye û zanistên Erebî jî dizanî; mirov dikare bêje di gelek waran de serwext bû.   Ji bilî dîwana wê ya helbestan ku nehatiye çapkirin; nivîsên wê yên din jî ku li ser perwerdehiya zarokan bûne, qet nehatine çap kirin. Di dîwana Qanî de wê ji bo keça xwe wesiyetnameyek nivîsiye ku çend beytên wê wiha ne;

Keça min, hay li xwe hebe heya kêliya mirinê

Wek min be, bi aqil û hişyar be

Keça min, wila her tiş daxî li ser keçan e

Nexweşî, xemgînî û îxtiyarîm

Ne tenê ez ji te re wesiyetê dihêlim

Ez fedayê keçanê kurd im

Nêrgiz Xanima Şarezûrî 

Nêrgiz Xanima Şarezûrî ango Nêrgiz Xanima Caf, keça Mele Şukrûllahê Cafê Şarezûrî ye. Helbet ew ne tenê keça Mele Şukrûllahê Caf e, ew jinek nivîskar, helbestvan û jêhatî ye ku mohra xwe li dîroka jinên kurd xistiye. Ew li gel helbestnivîsî, her wiha tembûrjeneke kurd e. Di sala (1313 zayînî), li Şarezûr ji dayîk dibe. Di sala 1376’ê zayînî û di temenê 63 salî de, li gundê Şêxan a Rojhelatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide û li wir tê veşartin. Tevahiya helbestên Nêrgiz Xanima Şarezûrî bi zimanê kurdî, bi zaravayê Cafî hatine nivîsîn. Her wiha ew di pirtûka ayînî ya Yarisan “Serencam” û di beşa “Dewrey Abidîn” de hatiye nivîsandin. Ew bi helbestvanê bi nav û deng ê Yarsanî, Abidînê Caf re dizewice. Nêrgiz Xanim û hevjînê xwe Abidîn bawermendên ola Yarsan bûn û di piraniya helbestên xwe de hest û bîr û baweriya xwe ya ji ayîna Yarisan re tînin ziman. Wisa dixuye ku Nêrgiz Xanim a Şarezûrî di sala (1335) zayînî; di dema serweriya serokê mezin ê Yarisan Sehakê Berzencî dest bi nivîsandin û helbestnivîsiyê kiriye.

Nimûneyên helbestên wê;

Badeyê min hevale û camê min heval e

Şahiya min heval e û kamê min heval e

Bîra min hevale û hoşê min heval e

Çi ku heye, her noşê min heval e

Dewrî dane li dewra şa

Pê me dikin giştî temaşa

Qewmê bi min nebe bawer

Neyê bo cema yarî yawer

Li cem min wekî toxî bilxur

Her kî ji vê dînê yeqîn neke

bi dl, ji cemê amîn neke

xudayê ewê bad dîn neke

Her kî bo yar xwe nekuje

Ger kî negire qewlê dirust

Bê dîn ew e, wek but-perest

Mehrum dibe ew ji her tişt

Her kî, şik bibe bi dil

Bawer neke bi şayê adil

kirdeyî neqdî dibe batil

Her kê bi yar bide azar

Kirdeya naçe bo nav tomar

Nêrgîz  ji xewê nabe bîdar

Rast e jinm, lê belê sed mêr nikare le hemberî min

Zeyneb Xan bi nasnav Keça kurd 

Zeyneb Xan ku gelek kes wê wek keça kurd jî dinasin, navê wê Zeyneb Xanî Mele Reûf Efendî Xadim Socadey Koyê ye. Ger tam neyê zanîn jî; lê tê gotin di sala 1900 li Koyê, Başûrê Kurdistanê tê dinyayê. Ew helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û çalakvanek kurd bû. Zeyneb Xan yek ji wan jinên Kurd bû ku ji bo cara yekem rê didin ku bixwîne. Her wiha ew yekem endama jin a Partiya Hîwa bû; li gel vê jî, yekem jina helbestvan a kurd bûye ku di roja cîhanî ya karger de helbest xwendiye.  Ew di nav malbatek rewşenbîr, nîştimanperwer û ayînî de mezin dibe. Yek xwîşk û heft bira bûn. Zeyneb Xan xwîşka mezin, mamoste û piştevanê birayê xwe Yûnis e. Dema ku ew hîn şeş salî bûye, bavê wê keça xwe dibe Bexda daku beşdarî yekemîn dibistana jinan a bi navê Roşdiye dibe û li vir dest bi xwendinê dike. Ew şeş salan li wir dimîne û dibistana seretayî bidawî dike û fêrî Erebî jî dibe. Di wê dema ku Zeyneb li Bexdayê ye, li mala xalê xwe Ebdullahê Xwirşîd Efendî dimîne. Ew derveyê zimanê Kurdî, fêrî zimanê Farsî, Erebî, Îbranî û Tirkî jî dibe. Ew di mêjara wêjeya netewên din de jî serwext bû. Dûvre bavê wê diçe Bexda û keça xwe tîne Koyê, li wir dîsan dest bi xwendina ayînî dike û çendîn pirtûkên ayînî, gulistan û bostan ên wêjeya Farsî dixwîne. Ew li gel xebatên xwe yên nivîsandin û wêjeyê, her wiha di mijara bikaranîna çek û siwarkariyê jî jîr û wêrek bûye. Ew di rojnameya Gelawej de bi sernavê “Keça Kurd” nivîs dinivîse. Her wiha di karên siyasî de jî beştarbûnek çalak dide çêkirin. Di heman demê de ew endama “Xoybûn” bû.

Xebata di warê perwerde û wêjeyê de 

Ew di sala 1924’an de, bi boneya 1 Eyar (Gulan) helbest dinivîse. Di helbestên xwe de girîngî daye perwerdeyê û 11 helbestan ji bo zarokan nivîsiye. Wê her wiha girîngiyeke mezin daye wekhevî û mafên jinan û di helbestên xwe de pir zêde li ser peyvên mêr û jin radiweste. Naveroka helbestên wê bi gelemperî netewî, ayînî, evîndarî, danasîna xwezayê û rexne ne. Wê di heman demê de li ser şervan, Kurdistan, çar perçeyên Kurdistan, xiyanet, serxwebûn, bihar û Newrozê jî nivîsandine.   Tê gotin piraniya helbestên wê di çarçoveya helbestên klasîk û nûjen dene; her wiha di navbera salên 1950-1960’î de hewl dide ku helbestên hemdem jî binivîse. Zeyneb Xan wek gelek jinên din di dema xwe de ked û xebata wê ya di warê wêjeyê de nehatiye dîtin û ew wek helbestvan nehatiye pejirandin. Lê dûvre helbestên wê di nav wêjeya kurdî de tên dîtin. Lê belê tê gotin gelek helbestên wê jî winda ne. Zeyneb Xan tûşî bi nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide. Ew li goristana Îman Mihemed a Hewlêrê hatiye binaxkirin.